Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

802. Bixwe ji sîstemê têm avêtin hîn mijarên dixwazim vekim, bibînim problem dertê car kî jî min peyamek nivisand min dît bune duheb.. ji înterneta mine an problemek giştiye? Spas



27.05.2020 14:37 | shorbevan

803. li gorî min fikrekî pewiste ku werê bi cehkirin.
Li jor birayê shwinsherm gotiyê nivîskarên çalak herî zêde 25 kes in.
erê rast e lê ez dibêjim ne hewceyê ku pirs hemû ji aliyên nivîskarên tirşikê bên got in.
Bila li ser hesabên tirsik.net yên torên civakî ji şopîneran jî pirsên wan bên tomar kirin û ji wî kesî re pirsên xwe bipirsin.

mînak bêrî niha 1-2 heftiyan li ser qenala hestû tv, ji stranbêj agît işik re ev fikr hat cehkirin. Erê li gorî yên ekşîyê ne serkeftî bû lê ji bo destpêke îdare dike *




27.05.2020 15:43 | merwano

804. belkî hûn bawer nekin lê belê berî çend rojan me jî tam plana vê yekê dikir. dibe ku em bikin yanî.



27.05.2020 17:55 | simurg56

805. vexwandina kesên navdar heye ku tirşikê vejîn bike. xêrekê li tirşikê bike. divê ji nihade dûv qûna navdara bigerin heya em yekî bênin ser vir. ka kes bipejirêne an nepejirêne, em bi awayekî pergalî li tiwîtirê dîsa operasyonekê bikin belkî. moderasyon agahiyan bi me re jî parve bike dê gelekî baş be.



27.05.2020 18:30 | tîrêj zana 21

806. heke plan çû serî û biryara vexwandina kesa hat dayîn, teqez divê gazî siyasetmedarên kurd bên kirin. ileh jî yên hdp yê( ew jî zanibin bi kurdî binivîsin). ka bila werin çend pirsên min ji wan re heye. heke stranbêj û lîstikvan filan bên tu pirsê ji wan bikim tune ye. de ka bila bên bê çawa dibe.



27.05.2020 18:48 | tîrêj zana 21

807. ji niha de tîrêj zana 21 çavên belengazên ku wer in tirsand jî *



27.05.2020 19:24 | merwano

808. li ekşîyê pirs tê kirin ..
mêvan wan dibersivîne bi awayê vidyo .
dawî jî li pena ber belav dibe .
ka systema me ya vidyo girtin mirtinê heye ?
em kanin bi hestû tv re hevpar bixebitin .



27.05.2020 23:26 | shwinsherm

809. silav,

di derbarê çîrok û pêkenokên kurdî de gelek mijar hatine vekirin. di eslêxwe de ev hemû mijar behsa heman tiştî dikin û heman cûre meselok in. mijarên derbarê van de yên li tirşikê vebûne ev in;

mesel û metelokên kurdî

meselokên li kurdistanê

çîrok û metelok

pêkenokên kurdî

pêkenok

çîrokên kurdî

çîrok

çirokên zarûkatî


niha di heşê min de pêkenokek heye ez nizamin dê li ku binivîsim. û pêkenok û çîrok bela bûne. dema yek bixwaze hemûya bixwîne dê zehmetî derê. ev yek ez bawerim giringiyaji lêgerînê bawerkirin berbiçav dike.

daxwaza min ji moderatoran van hemû mijara di binê 2 mijara tasnîf bikin. pêkenokên kurdî û çîrokên kurdî an navên ku moderasyon guncaw bibîne.



01.06.2020 13:56 | tîrêj zana 21

810. Hevalên moderator,

Niha di tirşikê de gelek tişt naxebitin û hinek tevlîhevî derketine. Vebijêrk û yên din naxebite. Bişkojkên profîla naxebite. Û pirsgirêka min li jor behs kir xerabtir bûye. Mijara pêkenokên kurdî hatiye jêbirin. Û peyama min ya dawî bê sernivîs maye. Ji ber nikarim wê vekim nikarim lînka wê jî li vir parve bikim. Ji ber vebijêrk naxebite nikarim bikevim panela xwe jî. Niha ev tişt meselokek din anî bîra min nikarim wê jî binivîsim, hama heya di bîra min de ye ezê li vir binivîsim.
---------------
Li gundekî zarokek hebûye her şev di xwe dimîze. Şevekî bavê wî dibêje " kurê min çima tu bi xwe de dimîzî? " lawik dibêje " wele bavo mîza min tê, şeytan dibêje bike bike tu li ber qulikê yî û ez jî dikim, lê belê dema ez radibim lê dinehêrim ez di nava nivîna de me." Bav dibêje " kurê min dema şeytan hat go bimîze, bêje sabûna e tune ye. Em feqîr in" lawik dibê temam. Bişec radizên û dibe sibe lê dinehêrin lawik bi xwe de riye. Ji lawik dipirsin " law îja çi bû te di xwe rî " lawik dibê " wele ez raketim û dîsa mîza min hat. Dema zor giha min şeytan go bimîze min go sabûna me tuneye. Şeytan gl de ka were em herin dikana sabûna. Em çûn ber devê dikanê , dikan qufilkirî bû. Şeytan go ` hama bi vê qufilê birî bila vebe` û min jî pê de rî. Ez sibehê rabûm ez di bî halî de me" bavê wî dibêje " weha nabe law em bi mîzê qayil bû, bêne sêringa berê!"
---------------------
Belê niha ez jî bêjim bênin sêringa berê?



02.06.2020 00:14 | tîrêj zana 21

811. ez nizanim bê kî ye bes hin edîtorên tirşikê écemî nin .
divê perwerdehîyê bibînin .

sernivîsa
kêmasiya alfaba kurdî bila
bibe kêmasîya alfaba kurdî ..

kêm+as+î ..
û bibin derman ji derdê zana re .
edît :
yaw ma ev çi aqil e ?
ji bo ku
pî+ye bû ye piyê min îja ew ê hemû peyv wisa bibin ?
zimanzanên me nizanim çi ji me dixwazin hey ne li gor édetênin .
zimanên zengîn wisa nayê standartîze kirin .



02.06.2020 10:47 ~15:32 | shwinsherm

812. li gorî qaîdeya 'î' ya berî 'y' yê.
pewiste ku nivîsandina 'kêmasî+ye'
wek 'kêmasiyê' werê nivîsandin.
tu çewt di vê mijarê de nîn e.

(bnr: î ya berî y yê)



02.06.2020 11:20 ~11:21 | merwano

813. ji kerema xwe sernivîsa
"xwe pêşandanên li hember polêsên dya yê " biguherin .

ji bo xwedê polês çi ye ?
polis/pûlis min bihîst lê polês çi ye ?
ji kerema xwe peyvên xwe yî deverî li gor rêzimanê binivîsin.



04.06.2020 00:11 | shwinsherm

814. di tirşikê de em gava peyama jê dibin li cem yê me nivîsî ye wî jî dihere an na ?
heke ku li cem wî/wê neçû ji kerema xwe tiştekî wilo çêkin ew ê gelekî qenc be .



04.06.2020 00:51 | shwinsherm

815. Here lînkê
piştî vê entrya tîrêj zana 21 gelek mijarên li ser pêkenokan jê çûn.
nizanim ev moderetor bi kêrî çi tên.
yek ji wan xeletiyek kir û sererast jî nakin.

wekî din birayê tîrej zana 21
ma hema bila wilo ba, qey wê dinya xera bûba
hûn dibê qey mijar vekirin bi pera ya yaw ajajsjjsjs

(bnr: tiştên ku dilê mirov ji jiyanê sar dikin)



05.06.2020 00:41 | merwano

817. dengê min tê we moderetorno!



07.06.2020 17:26 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên nivîskarê ekşiyê
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî