Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 26 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

854.



Birêz @merwano di bin de bi ermenkî gotinên wê heye. Hêvî dikim bi wergeran filan çêbe û kêrî te bê*



27.10.2020 23:39 | rizgarm

855. herwiha -im a kurdî û ya tirkî jî dişibin hev. mînak:

ez hezir im.
ben hazırım

û wateyên wan heman e. wîkîferheng bêjenasiya wê wisa rave dike: "Ji proto-hindûewropî *h₁ésmi (ji *h₁es-), proto-aryayî *-em, hevreha im û -m yên kurmancî, farisî -em, soranî -(i)m, pehlewî -êm, partî -am, ermenî եմ (em), slaviya kevn єсмь, latînî sum, yûnaniya kevn εἰμί (êmî), inglîzî am, lîtwanî esmu... Herwiha -î, -e û -in jî ji heman rehê *h₁es- yê proto-hindûewropî ne."

tiştekî din î ecêb jî heye binêrin:
tirkî: ben, azerîkî: men
kurdî: ez (tewandî: min), soranî: min, farsî: men
lê ev jî tesaduf in. wîkîferheng li ser vê wisa dibêje: "Hêjayî gotinê ye ku nêzîkiya navbera min ya kurdî û lêzimên wê yên hindûewropî li gel men (ez) ya zimanên tirkîkî (bi tirkiya stenbolî ben) tenê tiştek tesedifî ye." û bêjenasiya wê jî wisa rave dike: "Ji proto-hindûewropî *(e)me-n-, hevreha avestayî mene, parsî mene, farisî من‎ (men), sanskrîtî ma, mam, yûnaniya kevn με (me) / εμέ (emê), inglîzî me, mine, my, latînî me, fransî me, moi, rusî меня (minya)..."



27.10.2020 23:40 | keyomerd

856. tirşik forûm/127753
@merwano: bi quran guhê min êşiya hingî ez ketim şopa peyvên stranê li nav vîdyoyên youtubê û her carê jî cover-ekê wê min guhdarî kir. asdfghjk her wiha va ji te re. di girêdana youtubeê de bi alfabeya ermenkî heye. lê bawer im tu nizanî. nizanî, ne? asdfghj ya baş coversion-a wê biddim bi alfabeya latînî:

Tònik tònik tònē ear
Hēlē tòn, tònē ear
Mer tan aṙaǰ k̕aṙsown karas
Jer tan yitew k̕aṙsown karas
K̕aṙsown karsin ginin ē xas
Amēn karsin pag më piti tas
Mer tan yitew çaṙ më pndowk
Harsë ekaw sirown p̕ap̕owk
P̕esēn ownēr erkar mòrowk̕
Mtan sntowk, ǰardin pndowk
Ari ear ǰan ban asem,
Ari sirown ban asem,
Ari ear ǰan òr ow gišer,
Karmir t̕šerd pačem
Vzid xalerë hašowem

ev jî ya ku peyvên stranê parve kiriye:




27.10.2020 23:46 ~23:47 | biruya hayao miyazaki

857. sipas ji bo hemû hevalên ku alîkarî kirine, welleh hûn kezeb in yaww *



27.10.2020 23:55 | merwano

858. Spasiyê li hemdê birêz keyomerd dikim. Qala gelek tiştên girîng kiriye û gelek xweş jî eşkere kiriye. Xwedê te bihêle. *



28.10.2020 11:17 | yûsiv

859. Silav tirşiknûsna, ji bo peyva îngilîzî ya addictê em bi kurdî dikarin çi bibêjin.
Wekî a game addict
bi tirkî oyun bağımlısı.



28.10.2020 20:00 | yûsiv

860. @yûsiv psychology kurdî peyva addictê wek bengî, bengîtî bikar anîbû.



28.10.2020 20:31 | xelîl

861. Spas kekê Xelîl.
Û dixwazim tiştekê din jî bipirsim. Min li ser înternetê pirr lêkolîn kir lê min nedît peyva soran soranî ji ku derê tê. Ên ku dizane dikare ji min re eşkere bike.



28.10.2020 20:53 | yûsiv

862. hevalno ev vîdeo ji kîjan fîlmî ye?




07.11.2020 10:02 | keyomerd

863. Yalvarıyorum bi kurdî çawa dikare bê gotin?

Û gıdıklamak?



18.11.2020 12:29 ~13:06 | yûsiv

864. @yûsiv, yeke yek ne werger e lê karî bibêjî, 'ez di bextê te de'

mînak: ez di bextê te de, tê min ji vî derdî xelas bikî.



18.11.2020 13:06 | tîrêj zana 21

865. @yusiv,
Pêşnîyara tîrêj rast e, weke din:

Yalvarmak: lava kirin
"Jina wî Zerê bi heyran qurban jê re lava kir; li ber wî gerriya, bê fêde bû" [dara gozê - Serdar ROJAN]

"Êzidî ko navsale bû, telîsek li piştê, li dora xwe dizivirî û xwîdan li enî, rondik li ser çavan, bi lava, bi tenê digot, Zarokno mekin, bihêlin ez di riya xwe de herim... Bi leza birûskê em ketin nav zarokan, bi çend şeqamên ko diviya di rûyê Heme û Kamo de jî biteqiya, me zarok jê bi dûr xistin" [Hawara Dîcleyê - Mehmet UZUN

Gıdıklama: diqdiqandin
"Wî dengî, wî kenê ji dil ko mirov digot qey hatiye diqdiqandin, heyecanek xist dilê wî" [Reş û Spî - Îbrahîm Seydo AYDOGAN]

"Misto hêdîka çû pişt wî û bi serê tiliyan ew hêdîka diqdiqand" [Sorê Gulê - Silêman DEMIR]



18.11.2020 13:24 ~13:25 | simurg56

866. Spasiyê li hemdê @tirêj zana 21 û @simurg56 re dikim. * wekî dermanê hatin.



18.11.2020 13:28 | yûsiv

867. “Yalvarmak” a kurdî her wekî din “li ber gerîn” e.
Wekî li ber te digerim wî mexe, ew kir tu meke.
Ey xwedê, li ber te digerim.
Li ber min gerî ku ez sibe zû rabim herim bajêr, çend xwestinên wî jê re bînim.



18.11.2020 23:33 | çomo

868. recycling bi kurdî çi ye?



22.11.2020 22:58 | yûsiv

869. Tiştê çû bide dû, pey çeqçeqokê ketin * zivirandin, vegerandin, fetilandin



22.11.2020 23:14 | shorbevan

870. tirşik forûm/128373 bi soranî bekarhênanewe ye, anku dîsa bikaranîn. -ewe wateya dîsayê dide hevreha ve- ya kurmancî ye. yanî bi kurmancî em dikarin bibêjin vebikaranîn. lê ev di ti ferhengan de pêde nabe û ez nabêjim qey ê kes têbigihêje. herwiha min di wîkîferhengê de "tedwîr" dît, erebî ye lê ketiye kurdî jî. wekî din jî "vezivirandin" heye di wîkîferhengê de. ez dibêjim qey tu ji vana yekê bi kar binî pêşî tênegihêjin jî dikarin ji ferhengê binêrin û fêr bibin *



23.11.2020 08:45 | keyomerd

871. silav gencno, di vê bernameyê da perwîz cîhanî behsa helbestvanekî kurd ê navê wî macin dike. gelo ev şair kî ye hûn nas dikin?

deqeya 31:35





09.12.2020 18:38 | bûtîmar

872. @hozan serhed

min di sernavê macin de nivîsî, lê sîstema tirşikê tenê hevoka pêşîn weşand û cara dudan jî qebûl nekir, hemû kedê min çû ber avê asdfgh

kurte:
di Şairên klasîk ên kurd de û di nimÛne ji gencîneya qedexekirî de hatiye qalkirin. tu agahiyekê rast a zanistî tune ye derbarê wî. tenê qasîdeyekî wî di keşkûlan de derbas bûye hew. û texmîn dikin ku berî 200 250 sal jiyaye û têsîra bateyî li ser wê helbesta wî heye.



09.12.2020 20:37 ~20:38 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên ku whatsappê bi kar nayînin
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî