Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(404) (68) (124)
di mijarê de bigere

873. Nivîskarno gelo Bêkubarî çiye?



10.12.2020 10:09 | lonw karda

874. Silav,
@shwinsherm destpêka nivîsandina bi kurdî/128889 di vê peyama xwe de gotiye, " ez ji tirşikê sar bûme, ma simurg nayê nanivîse çima ezê binivîsim?"

Min ji vê gotina wî tiştek fêm nekir. Ma qey em bo simurg tên li vir dinivîsin? Belê ger simurg jî were li vir binivîse, emê gelek kêfxweş bibin. Kêfa me teva jê re tê. Niha dibe ku wext nabîne an kar û barên wî hebin, an dibe karûbarên me teva hebin, derfeta nivîsandinê nebînin. Lê belê gotina ku çima ew nakevê ez jî nakevimê pir çewt e. Simurg nêzî 11 hezar peyam nivisiye, vê malperê ava kiriye, dê hêj çi bike? Hûn jî 11 hezar peyamên weke wî binivîsin û êdî têketinê jî nekin. Hinek ji bo hineka tên û dinivîsin. Nenivîsandina simurg nayê wê wateyê ku ev ferheng têk çûye û dê wenda bibe. Ji xwe camêr soza zindîhiştina vê malperê daye. Gotiye" heya ez sax bim û dest û lingê min bigrin, ger kesek nenivîse jî ezê vê malperê weke arşîvekî vekirî bihêlim. Lewra her kesê ku hatiye li vê derê ked daye û nivîsan li tirşikê bar kiriye, peyamên xwe emanetî min kiriye"

Nîşe: ji kerema xwe heçî kesê bêhna wî teng bû an dilê wî ji tirşikê, doza kurdî ma an jê sar bû bila li van dera bi eşkere nenivîse û nebe sedema hin kesên din jî jê sar bibin. Ev tekoşîn dijwar e. Bi qasî dijwarbûna xwe heye ku dûvdirêj be jî. Herçî kesê vî barî hilda divê bêhna wî fireh be û di doza xwe de xwudî- israr be. Silavên xwe li hemû hevalan dikim!



10.12.2020 21:00 | tîrêj zana 21

875. @lonw karda

Pismam " bêkubarî" bê kubarî ye. Kubar yanê bi nazikî( bi tirkî kibar). Daçeka " bê" wateya neyînî dayiyê. Yanê ne bi kubarî. Wekî din nizanim, ma wateyê wê din jî hene?



10.12.2020 21:06 | tîrêj zana 21

876. Slav
tirşik forûm/128903
ez bawerim bi edîta nû baştir bû ye nivîsa min .
wekîdin ev çend meh ne xuya mim lê kesî nego çi berem û çi teva .



10.12.2020 22:50 | shwinsherm

877. yaw ev pirsek min heye

li cem me dibêjin hûr û rêvî
hinek kurd "h" nabêjin rasterast dibêjin ûr .

gelo gotinên hêk û haştî li cem we çawa tê bilêv kirin?



10.12.2020 23:03 | shwinsherm

878. ji bo bersiva tw Zehv spas dikim @biruya hayao miyazaki *

tirşik forûm/128837



11.12.2020 21:08 | bûtîmar

879. Gelî moderator û edîtorên hêja,
Ji kerema xwe navê van mijaran sererast bikin.

(bnr: li gercowsê tecawizkirina zarokek 15 salî)
>(bnr: kercews)

(bnr: fenomenên kurd çima hayê tirşikê tîne)



12.12.2020 14:32 | tîrêj zana 21

880. @tîrêj zana 21, çêbû. spas ji bo ragihandinê.



12.12.2020 15:10 | simurg56

881. Bi xêra xwe ka navê mijara ibo şov jî bikin ibo show.



12.12.2020 22:40 | tîrêj zana 21

882. Divê ev pirtûka min li tirşikê zêde kiriye were jêbirin ji ber ku navê wê xelet nivîsandiye:

Here lînkê



12.12.2020 22:52 | xelîl

883. Ka bi xêra dê û bavê xwe vê mijarê jî sererast bikin, ma divê her tiştî em bibêjin *
(bnr: daxwaza zarokên qomişloyî)



12.12.2020 23:09 | merwano

884. (bnr: min pêşmergey kurdistanim)

divê navê vê mijarê "min pêşmergey kurdistan im" be jkx rast bikin



13.12.2020 17:43 | keyomerd

885. Navê êşa derûnî ya panik atakê bi kurdî çi ye? An em çi navê dikarin lê bikin?



14.12.2020 14:03 | yûsiv

886. @keyomerd, hate rastkirin..



14.12.2020 14:07 | bûtîmar

887. kûmika û'ya xûrsê rakin û bikin xurs jkx.

(bnr: xûrs)



14.12.2020 20:36 | hueyn

888. diyar e, bikarhênerên tirşikê ji ber çanda twitterê bûne lînçkar. Piştî vê Peyamê /129257 reşikan barandine, çima gelo Ka yek ji reşkaran were behs bike.



14.12.2020 22:32 | ezcan

889. @hueyn, çêbû.
@yûsiv, di wikipedîaya kurdî de wek "Berpêyên panîkî" mijar hatiye vekirin lê "panîkatak" jî wek alternatîf hatîye nîşankirin. bi ya min panîk atak baştir e û jixwe navek navnetewî ye. îngîlîzî, fransî, îtalyanî fîlan tim wisa ye.



14.12.2020 22:49 | simurg56

890. tirşik forûm/129286 her sax bît.



14.12.2020 22:51 | yûsiv

891. @ezcan,

car caran reşikdayîn ji bêdengiyê çêtir e. min bi xwe reşik nedaye te, heya ku min çepik jî daye te. lê wer difikirim ku raya giştî pkkê li başûr neheq dibîne û wer difikirin ku ger " serhildanek" an aloziyek li başûr derkeve dê pêşeroja fesderasyonê bikeve xeteriyê. loma jî heye ku bertekek bi vî rengî hatibe dayîn.


wekî din rexneyên te di cih de ne. lê bawerim ji ber dema wê şaş hatiye fêmkirin. belê li başûr derfet hene, lê ev 20 sale tu xêra wan negihaştiye kurda( ji bilî parastina kobanê). her çiqas bi saya dewlenendiya kurdistanê( petrol) pere tên destê wan jî li nav xwe bela dikin. rihê netewî bi wan re tune ye an kurdistanê tenê weke başûr dibînin. li parçeyên din qet xwudî dernakevin an newêrin.

ji aliyê zanistî de, aborî de, perwerdê de, civakî de di asteke ne baş de ne. her çiqas bakur bindest e jî, di gelek aliyan de ji wan çêtir in.

em tev dixwazin başûr bigihê astekî pir baş. ji heqî xwe derkeve, pir bi qewet be, gotina wî di gerdûnê de derbasdar be, aboriya wê baş be, xwudî li hemû kurda derkeve lê rastî ne weha ye. divê mirov rastiya bibîne û rexneyan bike da ku ew şaşitî û xeletî werin sererastkirin.

guhertin bi xwe re reforma tînin. ev çend sale dewletê weke eşîra xwe rêve dibin û weke malê bavê xwe jê dixwin û vedixwin.



14.12.2020 23:03 | tîrêj zana 21

892. Spasiya te dikim @tîrêj zana 21. tu jî dizanî reşikdayîn ji aliyê psîkolojîk ve dilê meriv rehet dike, weke herkesî ez jî reşikan Didim Peyamên eletewş lê min pir meraq kir ka mirovên me çima ewqasî îqtîdarperest in? Ne hewce ye behsa diziya burokrat û bertîlxwarên başûr û feqîriya gel bikim ne wisa? Seyr e ew kesên ku ji gotinên min aciz dibin eger hinek bala xwe bidin romanên bextiyar elî dê ji cenabê wî jî aciz bibin gelo? Hêvî dikim wê aciz nebin û fahm bikin ev 20 bîst sal e partî û yekîtî çawa bûne dewamiya pergala baasiyan.



15.12.2020 00:01 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik mobîl
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî