Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

940. Kesek nû li tirşikê peyde bûye ku hemû peyaman ketober dide ber reşika. Peyamên tenê zanist, çandî û agahiyan dihewîne jî dide ber reşika. Di çand û keleporiya tirşikê de sepanek bi vî rengî tune ye. Tirşik bo pênasekirina her cûre madde, kes, buyer, têkilî, dîrok, zanist, polîtîka û hama çi hat heşê we vekiriye. Piştî pênasekirina mijarê bikarhêner an nivîskar kare şîroveya xwe ya derbarê wê de jî bike. Lê belê pêyamên bê şîrove û objektîf nabe ku reşik bên dayîn. Lewra nivîskarî kedek daye bo nivîsê amade bike an wergerîne. Ger te pênaseya wî kêm an nexweş dît, li binê mijarê tu pênase û danasînek jê baştir û xweştir bike. Lê peyamên objektîf û agahiyan dide, reşik neke. Dilê nivîskarî ji tirşikê sar neke. Nebe sedema kesek dev ji nivîsandina kurdî berde.


Lêzêdekirin: ew kesê vî karî dike diyar e. Niza dibêje qey hayê kesî ji min tune û loma bi rehetî tevdigere. Herwiha dengdanên tê dayîn bi rehetî karin bên tespîtkirin. Bila hay ji xwe hebe. Vê kiryarê neterikîne dê astengiya wî bê guftugokirin. Nav nadim lê ji xwe herkes zane.



14.02.2021 12:34 ~12:45 | tîrêj zana 21

941. lewendî nikare peyama xwe ra reşşik bide.
tenê di peyama lewendî de reşşik tûne ye...



14.02.2021 12:48 | heval.js

942. çi derdekî mezin li tirşikê peyda bûya. Serê xwe bi tiştên wisa neêşînin. heqê mirovî reşik danê hebe, dê ên reşikan bidin jî hebin. Xwezî hew derdê me ev bûya.



14.02.2021 15:18 | giyanstêr

943. (bnr: reşşiktroll)



14.02.2021 15:32 | heval.js

944. birastî dema reşik dide gelo çawa hîs dike? erê dibe belkî peyam an jî nivîsa mijaran xweşa te naçe û tu reşik didî ev dibe. hema reşik dayîna giştî bo çi? herge li vir dixwinî warê ser hemdê xwe û ev ne komîk e bê aqil.



14.02.2021 17:01 | doesntmatter

945. Di cihê rojeva tirşikêde sernivîsa rojekde sal û rojên 2021'î tunene ji kerema xwere simurg56 biniharta..



15.02.2021 21:56 | shorbevan

946. @Lewendî,

Di vê birc/24163 peyamê de biruya hayao mîyazakî hemuyan rave kiriye



16.02.2021 09:56 ~09:56 | tîrêj zana 21

947. Ma di ev rojan da fîlm tê werger kirin?



17.02.2021 22:25 | heval.js

948. Ovary bi kurdî çi ye? Bi tirkî yumurtalık. Di ferhenga de hêkdank derbas dibe lê ev peyv qet xweşa min neçû? Peyvên alternatîf ên ji bo vê navê bihên bi kar anîn hene? Heke hebin jkxr binivîsin.



19.02.2021 00:20 | yûsiv

949. Wikiferheng dibêje ku:

hêkdank
xerzdank
hêkdan vs û vs...



19.02.2021 00:25 | heval.js

950. anatomiya mirov – organên cinsî ya jinan

xerzdank, hêkdank kurdî, yumurtalik tirkî, ovaire firansizî, ovary îngilîzî

rojnameya kurmancî ya enstîtuya kurdî ya parîsê, zivistan 1991, hejmar 8, r 67.



19.02.2021 00:45 | mirovekirind

951. (bnr: biyolojiya bi kurdî)

(bnr: biyolojiyabikurdi.blogspot.com)

Ji kerma xwe van her du mijara bikin yek.



19.02.2021 00:58 | tîrêj zana 21

952. @yûsiv, ev camêr hama bêje di biyolija kurdî de otorite ye. Ew jî peyva " hêkdank" bikar aniye.
Ev jî xebateke wî ye ku şemaya pitandina hêkê rave kiriye. Here lînkê

Li vir hemû xebatên wî camêrî hene:

Here lînkê



19.02.2021 01:03 | tîrêj zana 21

953. Mala we ava @tirêj zana 21 û @mirovekirind. Tu jî sax bît @heval.js.



19.02.2021 09:14 | yûsiv

954. (bnr: 13.03.2021 online konsera şivan perwer)



19.02.2021 16:54 | cinorek

955. ev nêzîkî saleke min medyayê civakî nivîsa tirkî hîşt û derbasî zimanê kurdî bûm û li ser instagram û twitterê bi kurdî dinivîsim.
bo vê sedemê duh hevalekî min got tu bûyî faşîst (!) min got çima? go tu kurdî dinivîsî *) min got çima mirov dema bi zimanê xwe dinivîse dibe faşîst? çend peyva got û paşê got de dev jê berde.
birastî êdî mirov nizane çi bêje..
(hevalê min kurd bû)



20.02.2021 09:35 ~09:38 | doesntmatter

956. (bnr: it does matter) tirşik forûm/131317

Edit: sererastkirina peyamê



20.02.2021 12:35 ~21:28 | de facto hozan

957. Min fam nekir ev mesela reşşikan bûye mijarek çawa. Çawa mirov like bide dikare reşşik jî bide ez wisa difikirim lê ji mêj ve ye min reşşik meşik nedanin da ew troliye di serê min de neherife lol Îro peyamek ji min re hat dibê te çima reşşik daye min. Welle min fam nekir qey li ser reşşikan navê min hatiye nivîsin? Û xuyaye reşşik dayîn bûye sûç :D

Edit: ez jî ji we bipirsim ev çi reşşikin len :d kurdên çavşîn û porzer/130974



20.02.2021 13:03 ~13:11 | de facto hozan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşiknûs
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî