Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 84 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

958. @doesntmatter, bi wan keran re nekevin niqaşê. bêjin faşîst tu û bavê te ye û dev ji wan berdin.



20.02.2021 14:35 ~15:11 | hueyn

959. pêşniyarên we bo 16 salîya we/131495 kekê tîrêj bawer dikim xwestiye bibêje ji temenê min ê 16 salî re şîret an şêwirên (tewsiye) min. Bi Xwedê Ji ber ku min jî baş fêm nekir, min navê mijarê sererast nekir.



25.02.2021 00:30 | yûsiv

960. kesekî/e ku ji wîkîferhengê fam dike ji kerema xwe dişê ji min re peyam bişîne? (derbarê tevlêkirina peyvan)



10.03.2021 22:26 | keyomerd

961. Min berî aniha çend salan stranek Kurmancî gûhdarî kiribû lê navê wê nayê hişê min. Hunermendek ji Rojava(Surî) digot. Bi tenê hin gotinên stran di bîra min de maye ew jî, " Bela, bela bêjin ew lawik dîn bûye."
Ên ko navê stran derxistibin bela teqez peyama dêynin ezê baldarbim.



11.03.2021 01:03 ~01:25 | pîroz

962. tirşik forûm/131733 bawer dikim ku strana li digerî ev e.





11.03.2021 23:45 | yûsiv

963. Heval yûsiv, wey mala te hezar carî ava. Rebbî Xwedê te bêhêle * Gelekî spasdarim. Te kêfa min anî Xwedê jî kêfa te bîni. Xwedê biki tu bigihê armanc û daxwazên xwe



12.03.2021 02:06 | pîroz

964. silav tirşikvanên hêja û delal, gelo ji bo gotina a'dan z' ye biwêjeke kurdî heye, ji niha de spas *



19.03.2021 18:47 | merwano

965. tirşik forûm/131854
@merwano kaka li gor hevokê diguhere lê bi min ji serî heta binî, ji serî heta dawiyê ne xirab e.



19.03.2021 19:56 | yûsiv

966. sipas bira, bi serê min jî ket, her hebî *



19.03.2021 20:46 | merwano

967. Li sêwrege, taybet li nav eşîra şêxan xelk navê keçkên xwe mêdya lê dikin. Ew ji demên berê heta niha hatiye, ye wa dikin ne ji bo ku dîroka kurdan dizanin, her wiha navek wanî heye, meraqa min ewe ku gelo ew ji Medan tê? An jî ji zimanek din e? Yê ku agahdarî bide wê gelek min kêfxweş bike



22.03.2021 21:34 ~21:34 | navîgiranmezelîwêran

968. tirşik forûm/131903 li ba me jî "medya" heye. di arşîva navên kurdî ya enstîtuya parîsê de jî bi vî awayî derbas dibe. têkiliya wê bi medan re heye yan tune ye nizanim lê navekî kurdî ye ne ji zimanekî din e.



23.03.2021 15:53 | keyomerd

969. tirşik forûm/131906 spas bo agahdarî



23.03.2021 17:07 ~17:08 | navîgiranmezelîwêran

970. Navê "medya" hem li cem me li keçikan dikin hem jî di nav stranan jî derbas dibi. Wateya Medya dibêjim qey navê welatê Med a ye.



23.03.2021 17:49 ~17:50 | pîroz

971. tirşik forûm/131911 ez jî wa difikirim



23.03.2021 18:46 | navîgiranmezelîwêran

972. Mamoste qedrî yildirim bi zindî ser edebiyata kurdî suhbetek xweş digerîne, bes bi tirkî.



23.03.2021 22:17 | asîmanê sêwî

973. hevalno ji min re stran û sirûdên kurdî (zarava girîng nîne) cengî/şoreşî divên hûn dikarin pêşniyar bikin



25.03.2021 20:27 | keyomerd

974. tirşik forûm/131903
Navê "medya" û hemû navên din ên kurdan li vir bigerînin! Malpera Nîşanyan Çavkaniyeke bêhempa ye. lê bi tirkî ye.
Here lînkê



29.03.2021 14:20 ~14:27 | mirovekirind

975. Ka edîtor, moderator yan redaktorek dikare xêra xwe mijarên "ez kevokim" û "ez dilgeşê canim" rast bike. Wek: "ez kevok im" û "ez dilgeşê can im"



29.03.2021 20:41 | asîmanê sêwî

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik vs facebook
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî