Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 81 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

976. tirşik forûm/131994 spas bo agahdarî



30.03.2021 09:03 | navîgiranmezelîwêran

977. silav û rêz canên min dema ez wêneyekî (copy+paste) dikim û dixim nav nivîsa xwe û wêneyê nîşande dikim gelo çima nayê kifşê?



30.03.2021 11:50 | doesntmatter

978. tirşik forûm/132010 heke wêne di beşa capsê de barkirî be, divê girêdana wê wêneyê bixebite. tu ki kû derê copy paste dikî?



30.03.2021 12:14 ~12:14 | biruya hayao miyazaki

979. google pictures spas bo alikarîya te



30.03.2021 12:56 ~12:57 | doesntmatter

980. pdfya şerha dîwana melayê cizîrî li ba kesekî/ê hebe dikare ji min re bişîne ji kerema xwe?



07.04.2021 13:57 | keyomerd

981. @keyomerd

Li danegeha tirşikê 3 pirtûkên dîwana melayê Cizîrî hene, yekê ji wan bi tîpên erebî ye yên bi latînî yekî ji weşanên nefel û ya din jî ji weşanên roja nû der çûye lê bi gotina "şerh"ê mabesta te çiye gelo? Şîrovekirî and redaktekirî?

Li vir dikarî daxînî her sêyan jî: Here lînkê



07.04.2021 14:20 | xelîl

982. @xelîl mebesta min dîwana şîrovekirî ye



07.04.2021 18:16 | keyomerd

983. Merheba, gelo "it dalaşı" an "dogfight" bi kurdî çi ye?



17.04.2021 00:12 | tîrêj zana 21

984. tirşik forûm/132216 reng e em dikarin bibêjin segşerî, kûçikşerî



17.04.2021 10:04 | keyomerd

985. tirşik forûm/132230 armanca min ji 'dogfight' ew şerê ku balafirên şer bo pêşî li balafira din bigre dike ye. yanê ewa ku bo parastina sînorî an tacîzkirina balafirekî ji nêz de firîn û armancgirtina balafira din e. dîsa jî em karin bibêjin 'segşerî' an divê em têrmek nû ava bikin? li derek din ev peyv hatiye bikar anîn? di ferhenga de derbas dibe?



17.04.2021 14:06 | tîrêj zana 21

986. tirşik forûm/132240 na min di ferhengan de nedît ev min bixwe dariştin. bi min bi wateya tu dibêjî jî dikarin bên bikaranîn.



17.04.2021 14:45 | keyomerd

987. Silav û dem baş tirşikvanên qedirbilind. Dixwazim tiştekî bipirsim, rûpelek bi navê sara distribution heye. li ser firotina pirtûkan û vejandina çanda Kurdî hatîye ava kirin. Mixabin, ji ber ko hatîye astengkirin nikarim bikevim marpela wê. Ji bo ketina van marpela divê ez çi bikim?



21.04.2021 00:25 | pîroz

988. Tirşikvanên ku dixwazin spotifyê di cîhazên android de bê reklam bikar bînin, kerem bikin: Here lînkê



21.04.2021 01:58 | tizbîkêş

989. tirşik forûm/132329 dembaş pîroz, ji bo têketina malperên astengkirî rêya herî hêsan vpn ne. Li ser play store bi dehan vpn hene. Yek ji wana li telefona xwe bar bike û wê bide xebitandin. Paşê bi google karî bikevî malpera ku dixwazî.

Rêyek din jî karî bi opera browser bikeviyê. Opera bi xwe vpn dihewîne. Di eyaran de vpn yê çalak bike û hewceyî sepanek din nake. Ev rê bo têketina bi kombersê jî derbasdar e.



21.04.2021 03:57 | tîrêj zana 21

990. Wey, malî ava tîrêj zana 21! Ez ê nihaka biceribînim. Xwedê biki ko bê teşqele bixebiti.
Lêzêdekirin: Yekser derbasî rûpelê bûm.(:
Gelekî spasdarim. Vê roja pîroz te kêfa min anî Xwedê jî karê te bibe serî!



21.04.2021 04:28 ~04:31 | pîroz

991. Gelî gundî û tirşikvana helbestek rênas jiyan bi navê " min ji te hez kir" de peyv û gotinên ku min jê fêm nekirî an jî nizanim heye. Ez helbestê dinivîsim paşî ji yê ku nizanim dibêjim, yê alîkar bibe mala wan ava.

ji bo bejna min ne dirêjtir an jî kintir e,
ji bo rengê canê min ne boztir an jî esmertir e,
ji bo çevên min ne mezintir, an jî bêvila min ne biçûktir e,
min bi xwe û xwedê re şerr kir min xwedê bêminnet kir
min ji te hez kir
ez bûm yekî kafìr..
min ji te hez kir
mirina ku gav û seat di bîra min de bû,
û hundirê min bi qeramûçkên xwe kort dikir
ji bîr kir,
min dilê xwe li mirinê rehet kir,
min çi xweş kir
min ji te hez kir
ez bûm yekî nemir..
min ji te hez kir
fîlmê nû yê tarantîno kîjan bû
messî çend gol avêtibû?
barcelona dîsa şanpîyon bû
îsal baran baş barîya bû, nebarîyabû
“dîbê” li zadan xistibû giş hişk kiribû
min ji te hez kir
êdî min hew tiştek meraq kir..
min ji te hez kir
çima hinekan ji bo malê dinyê, xwe li her hinakan xûz dikir?
çima hinekan hinek pîs û xwe paye dikir
çima hinekan ji bo desthilatdarîya xwe her tişt
qirr dikir?
çima wî patronî heqaret li wî karkerê bêguneh dikir, jinika li ser billboardê reklama çi dikir, çi hewce dikir?
mêrikê li ser televîzyonê qala çi dikir?
ez di kû de mabûm, min çi xwendin dikir ?
min ji te hez kir
êdî min hew ji tiştekî fam kir..
min ji te hez kir
min bi kûçikên nîvê şevê re tûletî kir
min bi çivîkên destê sibê re gellacî kir
min pê li ciyê herî şil kir
min dilê xwe “bivvve” kir
ez bûm kawikek û min ji her derewê bawer kir
min ûcaxê xwe kor kir,
deriyê mala xwe mohr kir
min ji te hez kir
min ruhê xwe talan kir..
min ji te hez kir
min karê xwe yê berê wenda kir
min wek karekî nû dest bi te kir
min bêrîka xwe birîn kir
min mirina xwe har û dîn kir
min xwedayê xwe kedî kir
min ji ber xeyalên xwe yên tisî û xav fedî kir
min xwe ji jîyanê bi şîr vekir
min ji te hez kir
min xela li emrê xwe rakir.
min ji te hez kir
çîrokan bê xatirxwestin ji cîrantîya min bar kir
min li hemberî bedewiya baranan serî rakir
min ji bo ku destên te neqefilîne bayê kur bertîl kir
min kenekî nû ji xwe re kirê kir
min xwe di nav xelkê de nav-no kir
min li benda te xwe spî kir,
şîva xwe sar kir,
xwîna xwe zilindar kir,
min ji acîzi çîrçîrî kir,
xwe bi tenetîyeke pirr bi talûke hûrhûrî kir
min ji te hez kir
min mala xwe xera kir…..


Yekem, qeramûçk, çi ye min lêkolîn kir lê tiştek peyda nekirim.

Duyem, dîbê li zadan xistibû? Mebesta wî?

Sêyem, tûletî, gellacî çi ye?

Ya çaran, xwedayê xwe kedî kir. Li vir mebest? kedî dizanim çi ye lê ger mebesta wî ew be gelek bê wate dibe.



21.04.2021 23:13 ~23:14 | navîgiranmezelîwêran

992. tirşik forûm/132350 qeramûçk birînên ku bi nenûkî çêdibin e, li ba me qeremûşk e. tûle cûreyekî kûçikan e lê bawer im tûletî kirin li vir bi wateya tolazî kirinê ye. gelacî fesadî ye. ji bo ya çarem jî bi ramana min mebesta wî ew a tu dibêjî ye.



21.04.2021 23:47 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên derb ji keçên kurd xwarine
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî