Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

993. tirşik forûm/132351 zor spas, gelo ji bo ya duyem ra jî agahiyek hebe?



21.04.2021 23:53 | navîgiranmezelîwêran

994. tirşik forûm/132350 hevalê/a navgiran, van gotina nizanim çima meraq dikî lê ezê li gor zanebûna xwe rave bikim*

Qeramçuk: em jê re dibêjin "heremçûk". Bi tirkî jê re dibêjin (cimcimik). Yanê bi tilîkan şidandina laşê mirovî an bi neynûka serdeanîna çermê mirovî ye.

Dibê li zadan xistibû: zad ji xwe ceh, genim, nîsik filan in. Dibê li zadan xistibû, mebest jê barana ku berî vê hevokê behs bûye, tehde li zadan kiriye? Dema baranek zêde an terezek bibare dibêjin li zada xist.

Tûletî, gelacî: tûletî tolazî, nerehetî û harbûn e. (bnr: tûle) gelacî, piranî li pey peyva fesadî tê bikar anîn. Weke fesadî û gelajî tê gotin. Wate kar xerakirin, paş gotinî û tişteke wek fesadiyê ye. Dibe ku kurdiya fesadiyê be jî. Lewra bi qasî ku zanim fesadî bi erebî ye. Di kurdî de berbelav e, peyvên biyanî û hemwateya wê bi hevre tên gotin.

Kedî: wekî ku zanî ahlîkirina ajalên dirinde ye. Malîkirin. Wekî din niza çi wateyên wê hene.



22.04.2021 04:16 | tîrêj zana 21

995. tirşik forûm/132358 spasiya te dikim hevalê tîrêj min bi başî fêm kir bi xêra te. Û meraq dikim bizanibim ji ber ku dema ji zimanê xwe fêm nakim çi peyvek be çi hevokek be ew ji min re dibe kul û derd* ya duyemîn ey mala te ava ma zayend xûya nake*



22.04.2021 04:33 | navîgiranmezelîwêran

996.


navê strana di pêşiya vê vîdeoyê de çi ye?



22.04.2021 18:02 ~18:37 | keyomerd

997. dîbê: bi taybetî xisarê li nîskan dike. bi Tirkî jê re dibêjin "canavar otu"

kedîkirina xwedayan: Bi min di vir de kedîkirin ji bo ên xwe weke "xweda" dibînin re hatiye gotin.

tûletî: ji xeynî wateyên hatine gotin tê maneya xwepîskirinê. Ên ku nebaşiyekê bike û hay ji wê nebaşiya xwe hebin. mînak: kûçik xisarekê li xwediyê xwe bike.

Peyvên din rast e.



22.04.2021 20:36 | giyanstêr

998. Tirşikvanên delal!
Berî aniha çend salan min fîlmek biyanî, honaka tirs temaşe kiribû lê navê wê nayê bîra min. Ezê piçekî qala wê bikim ko we nas kir ji xêra xwe bi min re bikevin têkîlîyê.
3 kal hene, hevalê hev in û dijminê wan yek e. Ji bo hemberî dijmin têbikoşin dixwazin xirabtirîn pîrabokî, bi cadûgerî û devgirêdanan bivejînin. Ji bo vê, Her yek jî bêşek ji xwe dixe hundirê beroşa mezin:
Kalê yekemîn zerikek ji girêza xwe
Kalê dûyemîn nenûkên xwe yên nigan
Kalê sêyemîn her dû çavên xwe
Axir, çend tiştan li ser beroşê dixwînin û melhûn/pîrabok diveje. Lê ji ber ko kalê ko çavê xwe dabûyê, çavê wî qenc nedidît, pîrabok ber xwe nabîne û bingûhên devera dikeve. Talî berçavka kalo ji wî dikin û datînin li ber çavên pîrabok.

Ez hîn zarok bûm û em li şevbiherkê de bûn ji lewma min hate dawîyê lê nenerî. Ewqas sal min di bîra xwe de parast ko ez ji yekî bipirsim û heta dawîyê lê binerim.Ji tiştên nêvcî mayî gelekî aciz dibim ji lewma min xwest ji we bipirsim.



23.04.2021 01:10 | pîroz

999. @pîroz

Bawerim tu behsa fîlma witching & bitching dikî.



23.04.2021 09:12 | xelîl

1000. @xelîl heval pêşîka ji dil spasîya xwe tînim lê mixabin, ev fîlmê ko te navê wê gotîye ne fîlmê ko ez lê digerim:(



23.04.2021 10:25 ~10:37 | pîroz

1001. silav hevalno, tirşikvaneke kevin dixwaze dîsa li tirşikê vegere lê şîfre jibîr kiriye,
ji bo vê yekê jî divê peyam werê e-maîla wê.
lê tiîtekî wisa derdike:
Here lînkê
gelo ev tiştekî asayî ye?



24.04.2021 17:47 | merwano

1002. bi min navê tirşikê têra xwe xweş e, û jixwe ji îro pê de guhartina nav bi kêr nayê.
wekî din jî logoya tirşikê ya niha zêde amator dimînê, kesên ku ji karê grafîk- dîzaynê fêhm dikin, divê çê bikin. em bixwe jî dikarin çê bikin, lê zêde bala mirov nakişînin.

her wekî din navê tirşikê ji vir tê: di jiyanê de her kes wek hev nafikirê, ramanên cûrbecûr hene, jiyan bixwe jî car caran tehl e, car carna jî şêrîn e.
tirşik jî mîna jiyanê ye, çend fêkî û sebze ketine nava beroşekê de û xwarinek derketiye holê, erê hinekî tirş e, lê têra xwe jî xweş e *


ez dibê bingeha felsefeya wê wilo bû ಠಿ_ಠ



26.04.2021 16:51 | merwano

1003. Sitranek heye çiqas lê geryam min nedît, tenê carê li radyo min bihîst û ewqas. Gotinê sitranê:

Bûka kurda ser bi xêlî
Rûniştiye li ber derî
Gazî dikim hûr digirî
Qe tu negrî yara delal

Bi navê bûka kurda~ awazê çiya min dît, lê ne heman e, ya li jor nivîsim xweştir e. Ger hûn bibînin ez gelek spasdar im ji we re (:



26.04.2021 22:49 | navîgiranmezelîwêran

1004. hevalno peritîn/peratin/peritandin yek ji van lêkeran li herêma we hebe tika ye ji min re peyam bişînin



28.04.2021 07:59 | keyomerd

1005. tirşik forûm/132537 keyomerd, li herêma me ev peyv tê bikar anîn. di du wateyên wê hene. yek jê paqijkirina mirîşk, qaz hwd. ji mûyan. ya din jî wateya mecaz e û bo zêde kelandina tiştekî tê gotin.

mînak:
-me mirîşka xwe peritand û da ser êgir.
-wî goştî ji ser êgir bide alî, peritî.



28.04.2021 10:00 | tîrêj zana 21

1006. Pirsgirîka ku li vir Here lînkê behs dikî ba min peyda nebû.Ba min her tişt normal e



28.04.2021 10:54 | brzn

1007. Gelî camêr û canikên nû hatine tirşikê. Hûn tev bi xêr û bereket hatine. Di serî de dixwazim hûn mijara bikaranîna tirşikê bixwînin û paşê formata tirşikê bixwînin.

Ev mijar, yekane mijare ku di vir de hûn karin pirsên xwe bi rehetî bêyî guh li qaîdeyên formatê bikin bipirsin. Pirsgirêkek we hebe li vir binivîsin.



01.05.2021 22:41 | tîrêj zana 21

1008. Ne tenê 1 ê Gulanê hewceye her roj tirşik geş be



01.05.2021 22:56 | ysfcevher

1009. danasîna tirşikê ya îro çawa diçe?



01.05.2021 23:16 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşika nexweşa
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî