Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 25 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(413) (68) (124)
di mijarê de bigere

1027. Min jî digot keyomerd li ku ye , were ew kêşe çare bike (:



12.05.2021 15:44 | navîgiranmezelîwêran

1028. pace nayê wateya window?
min tab kir pace, window kir çarçove lê nizanim dibe an na,
soran dibêjin ser xişte, bazdan, pi randin, xiştandin, çole kirdin.
wan jî gotiye ziman tab (4
زمانه ، گوێچکه کارت).
tab (1)
سه رخشته ، "تاب" ئه و ستوونه ی که هه موو دێڕه کانی
په ڕه ، له و خاڵه دا، هاوستوون ده بن(
tab ( 2)
بازدان، بازپێدان، په ڕاندن، خشتاندن، جووڵه کردن
له خشته دا له منوو و لیسته ، جووڵه کردن له بواره کانی بژارده کان و
خانه کانی خشته ، به بێ که ڵکوه رگرتن له مشک و، یان لێدانی یه ک به
دوای یه کی "کلیلی بازدان tab key )"
tab (3)
٢ت کلیلی خشته به ندی ٢ت لێدانی کلیلی خشته به ندی
tab (4)
زمانه ، گوێچکه کارت



12.05.2021 15:54 | cyaxares

1029. tirşik forûm/133438 tab bike pace window jî bike pencere *



12.05.2021 15:58 | keyomerd

1030. pace û pencere wek hev in :I



12.05.2021 16:00 ~16:02 | cyaxares

1031. @cyaxares di geroka firefoxê û wordpressê de ji bo tab peyva "hilpekîn" hatiye bikaranîn. li vir ji bo standardkirina têgihên enformasyonê bi min hîç ji vê peyvê şaş nebe. ji ber ku:

navên tiştan bi bikaranînê rûdine. ti peyv ne girêdayî tiştê ku ew nîşanî wê dide. felsefeya zimên dibêje heke tu fêm dikî, dikarî ji sêv re bibêjî pirtiqal, fêmkirin esas e û ev jî belavbûna peyvê ve mimkun e. yanî li herêmekê tê zanîn an nayê zanîn li vir ne muhîm e, ya jê muhîmtir niha ji aliyê "bikarhênerên kurdînivîsan" ve tê fêmkirin an na. heke bi bikaranînê nikaribe fêm bike ka hilpekîn çi ye, wê helbet serî li înternetê bide û bielime. ez geroka firefoxê bi kar tînim û ez ê xebata te fêm bikim û yên mîna min jî fêm bike, meraqan neke.

rexneya "motamot wergera tirkî ye" bi rastî meseleyekê tevlihev û qasî xwe bêmane ye. tirk berî me çareser kirine, navek lê danîne û piştre kurdên me yên ji pergala tirkî derketine -yên ku wekî min û te- wê peyva "sekme"yê bi kar anîye, hişê wan ên çareserkirinê jî helbet wê koordîneyî tirkî be. li vir dijminahiya tirkî an jî motamotbûnê minaqeşeyekê ne hewce ye. li vir fêmbariya peyvê muhîm e ku li jor min qal kir. dê û bavê me, zarokên me yên 15-20 salî ji xwe wê ya kurdî bi kar nîne, hewce ye em vê mikur bên. ya girîng, kurdînivîsên niha bila tiştê ku tu niha dike, bi kurdî bi kar bînin. lê ji ber efora fêmkirinê dev jê bernedin.

helbet şexsen ez alîgirê reseniyê me. lê heke niha tu ne xwedî alternatîfekê resen û xweştir bî, hîç serê xwe pê neêşîne û efora xwe bide xebata xwe bi têgihên heyî. lê aliyê din jî bifikire. li vir peyva pêvajo hat bîra min. hevalekî ji bo vê peyva wergera tirkî lê têra xwe belav, peyva hêranê pêşniyaz kiribû. û metiqa xwe jî bi xweşî di nivîsekê de zelal kiribû. belkî ji bo hêrana te ya peyv-pêşniyazkirinê de alî te bike. Here lînkê



12.05.2021 16:34 ~16:40 | biruya hayao miyazaki

1032. Min nivîsa Berevajî xwend, ez jî naxawzim peyvên biyanî taybet trkî û erebî bikarbînim û wekî din aniha raste rast ez peyvên nû diafrînim.
kurdî,tirkî,erebî,înglizî,osmanî, û hinek fransî dizanim ber wê dizanim kîjan peyv ji çi hatî bikar bînim an na, rewşek ne xweş lê sal bi sal bo rojev bo min.
her wiha wek te got ew ê bikarbîne jî wê lokêlînê bike û fêm bike ka ev peyv tê çi wate, divê hinek ser rawestim û biryar bidim.
Spas bo ev şirove @biruya hayao miyazaki



12.05.2021 16:58 ~17:02 | cyaxares

1033. lewendî :(



12.05.2021 17:03 | cyaxares

1034. @cyaxares,

hilpekîn, peyva herî dawî ya ku dê şûna "tab"ê bigre ye. Hilpekîn, hilavêtin, pekîn, pejiqîn tev li herêma me tên bikar anîn. Lê tu eleqeya wan bi tabê tune ye. Ji bo pengizîn an şemitandina kevir an tiştekî tên emilandin. Ji xwe dema mirov li ferhengan dinehêre, yekcar beramberî wê (sekme) danîne. Lê ew sekme û ya gerokên înternete eleqa wan bi hev re tune ne. Niza kî vê şaşitiyê kiriye û bo tabê bikar aniye?

Niza li ber destê te ferhenga termên fenî heye an tune ye? Ya min hebû lê niha ne li ber destê min e. Yan na minê binehêrta bê ka li wir çi emilandine. Bi min bikaranîna tabê ji hilpekîn çêtir e. Ger peyvek dî hebe wêya nizanim. Divê mirov lêkolîn bike.



12.05.2021 17:39 | tîrêj zana 21

1035. çejna we pîroz be, tirşikvanno

min xwest vê mijarê iron dome'ê vebikim lê kurdiya min têrî nekir.
ji bo hava savunma sistemi em dikarin çi bêjin?
mêjiyê min error dide, alîkarî pls.

pergala parêziya hewayê, hat bîra min, werger çi qas rast nizanim êdî...



13.05.2021 09:42 | merwano

1036. @merwano

Min wek sîstema parastinê ya hewayî bi kar anîbû li du-sê cihan. Lê ya te jî rast e bi min.



13.05.2021 09:47 | xelîl

1037. malî ava kekê @xelîl, ka çend camêrê din jî binivîsin, da em biryara xwe bidin *



13.05.2021 10:06 | merwano

1038. @Merwano, cano ez tim pergala parastina asmanî bikar tînim. Ger tu mijarê vekî ez gelek kêfxweş bibim. Lewra ji zûdeye dilê min hebû wê vekim.

Heke tê vekî ji kerema xwe bila berfireh be. Sûdê ji wîkîpedia îngîlîsî û tirkî werbigre. Peyamê zûka neweşîne. Peyvên te biryar neda li vir binivîse, em bi hev re alîkar bibin.

Lêzêdekirin: di vê /133319 peyamê de jî min bikar aniye.



13.05.2021 10:28 ~10:42 | tîrêj zana 21

1039. @tîrêj zana 21 ya te bi min baştir tê fêhm kirin û bilêvkirina wê hêsantir e.

minxwest li ser iron domeê mijarê ve bikim (û ez ê niha vebikim jî), bila pergal bibînê careke din an jî tu vebikê ez ê bêhtir kêfxweş bibim, ji aliyê terîmên teknîkî ve tu ji min baştir î *



13.05.2021 10:58 | merwano

1040. nizanim ji kû dest pê bikim, gelek caran ez jî û hûn jî teqez liqayî dibin, di bin hin mijaran de ji bo ku sernivîs şaş e, nivîskarek tê û tenê li gorî wî an jî sernivîsa rast wek peyamekê dinivîsê. ez vê fêhm nakim...ger mebesta we tenê sererastkirina mijarê be, ji kerema xwe re di bin tirşik forumê an jî rêveberekî tirşikê re peyameke bişînin....

jkxr ger tiştekî ku hûn di bin mijarê de binivîsin nîn be, nenivîsin!
ez bi xwe naxwezim peyamê li ser sererastkirina mijara bibînim.



18.05.2021 16:55 | merwano

1041. tirşik forûm/133794 gelekî rast e , bibûr e .



18.05.2021 23:56 | shwinsherm

1042. di tirşikê de hinkes konfedarsyona xwe ava kirne.
dûrsxistina nivîskaran hîç ne di bala wan de ye.
we xêr e oxlim ?
evder mala bavê we ye?
hay ji zimanê xwe hebin .

ez ê dîsê herim .
heta hûn nebin însan banî min nekin.



18.05.2021 23:59 ~23:59 | shwinsherm

1043. silav û rêz tirsikvanên hêja bo hevalekî xweyî stranbêj we tirsikvananda alîkarîyê dixwazim. hevalêm dipirse ku gotinên strana wî gelo rast xuya dike an na?

ew dem bayekî te dicirifîne
netirse ew ba min şand ku te biramusîne"

o zaman bir rüzgar seni ürpertecek
korkma o rüzgarı ben gönderdim seni öpsün diye.

li van gotinan da tiştekî şaş heye an na û gelo peyva te biramusîne bo seni öpsün bînin bikarînin dibe?



26.05.2021 00:42 ~00:43 | doesntmatter

1044. di demekê de wê bayek te bicirrifîne.
lê netirse ew baya min şand ku te ramûsîne.

o zaman bi kîjan wateyê hatiye gotin ?
bi wateya wêga (o halde) an di wê demê de .
divê merê paş û pêşiya stranê bibîne.

biramûsîne min ne bihîstî ye .
di stranên da'weta de wê te ramûsîne ww. hatiye gotin.



26.05.2021 01:17 | shwinsherm

1045. tirşik forûm/134132 cirifandin ne ürpertmek e

wê demê bayek ê te bicefilîne
netirse min ew ba şand da te ramûse



26.05.2021 09:40 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
peyvên ku ji kurdî ketine tirkî [1]
peyv û têgeh û qalib û biwêj û gotinên pêşiyan yên ku tirkan ji bo zim...
zwilling [1]
peyveke almanî ye. wateya wê cêwî ye. herweha navê markaye...
epîdîdîmît [1]
Epîdîdîmît ji ber enfeksiyon an sedemine din înflamasyona epîdîdîmîsê ...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
delîl Dîlanar-medîna min

(stur: Delîl...
tirşik forûm [1]
Cinorek pirsiye ka em peyama ku tê de sixêf heye rakin an ranekin? Ez...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşika cemidî
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî