Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(404) (68) (124)
di mijarê de bigere

92. raste gelek dirêje le min got belkî hevalekî bi kurdÎ nivÎsÎ be



21.10.2014 02:18 | quşxaneli

93. ez dixwazim malperek pirtûkan vekim. gelo pêşniyarên we bo domain ê heye?

ên min www.pirtukakurdi.com an jî www.pirtukenkurdi.com in. hun çi difikirin.



22.10.2014 00:38 | berxweda

94. ji bo hevalê @berxweda

gelo pirtukurdî.com an jî pirtukkurdî.com çawa ye?

her wiha pirtuk.us, pirtuk.biz, pirtuk.tv jî dikarî bistînî.

weke pirtuk.clup, pirtuk.center, pirtuk.media domainên taybet jî hene.

heke mebesta te firotina pirtûkan be pirtukshop.com jî xweş e



22.10.2014 19:34 | oxir

95. pêşniyara min kurdipirtuk.com e.ez dibêjim qey ev domain bi lêgerînên google'ê hêsantir tê dîtin.



www.pirtukenkurdi.com jî tişteke xweş mîna ye.



22.10.2014 19:54 | bayesar

96. TEVLÎHEV E.



23.10.2014 14:34 | seydayê_peyvan

97. gelo pepûle tv tenê li mala me xera bûye?



26.10.2014 19:34 | simurg56

98. na xêr keko, bi qasî 2 hefte ye ku li mala me jî tune ye, jixwe min niha peyama te dît pê werqilîm ku ne tenê ya min çûye



26.10.2014 21:12 | ferhenga şikestî

99. lê li ser malpera wê weşana wê didome. mirov dikare bi komputerê lê temaşe bike lê êdî li tvyê dernakeve.



26.10.2014 21:18 | simurg56

100. ka bila yeke xêrxwaz ji min re bêje.. di twitterê de navê bikarhênerî divê herî kêm çend tîp be? ango sînorkirineke bi vî rengî heye an na? ger ku hewce be pirsa xwe zelaltir bikim. Min 2 hesabên twitterê hebû. Yek jê ne çalak bû bi navê oxir û ya din a çalak bi navê oxiro87 bû. Min dûh bişev hay ji hesabê xwe yê ne çalak çêbû. Vêca min go ez navê bikarhênerî biguherim yê çalak bikim oxir yê ne çalak jî bikim tişteke din. Min pêşî oxir kire quzulqurtek pişt re min xwest ku di hesabê din de navê oxir bikarbînim lê belê min kir û nekir biserneketim.Di asta kontrolkirinê de disekne û wilo dimîne. Dema ku bêyî kontrolkirinê pêl enterê dikim jî "%{field} must be more than 4 characters" ev gû derdikeve. Vêca ka bêjin derdê vê jehrê çi ye?



04.01.2015 08:49 | oxir

101. wa te bersiva xwe xwebixwe daye * gotiye "divê navê te ji 4 tîpan bêhtir be". navê te yê "oxir" jî çû bihuşta nava..



04.01.2015 13:35 | berxweda

102. nexwe ez him ji dêrê bûm him ji mizgeftê..



04.01.2015 14:13 | oxir

103. Hevalên ezîz. Bi lez hêviyeke min ji we heye. Ji bo dibistana bêrîvan a ku li Cizîrê îsal vebûye û yek ji sê dibistanên kurdî yên pîlot e. Îcar ji bo li ser qernayên wan ên donemê rewşa wan binivîsin alîkareyek xwestin. Ji bo zarokên pola yekem jixwe not nîn in tenê ast hene yanî di çi astê de ye mirov wêna diyar dike. Îcar sê ast hene.

1) Divê pêş bikeve

2) Baş

3) Serkeftî

Ya ji me dixwazin şûna asta yeka ango "divê pêş bikeve" mirov dikare çi bêje.? Helbet divê ne tişteke neyinî be. Heta ji me bê bila yek peyv be. Mesele em dibêjin qels lê ji ber ku di peyva qels de hindik be jî dîsa hinek neyinî heye. Îcar mirov dikare çi bêje. Di ya tirkî de jî "geliştirilmeli" derbas dibe. Ne werger lê tişteke resen kurdî em peyda bikin wê gelek baş be?



21.01.2015 11:20 | xendekî

104. (bnr: hîn peya ye)*



21.01.2015 14:18 | mergehez

105. (bnr: kêm)

(bnr: bikêmasî)

(bnr: ne bes)



21.01.2015 22:35 | simurg56

106. @113

bila wusa be:



3 Zêr

2 Zîv

1 Mefteq



21.01.2015 22:43 | mîr

107. @113

Yan jî wusa be ;)



3 çeppik

2 Ecêb

1 Reşşik



21.01.2015 22:47 | mîr

108. @113

Yekî din



3 Kêvrûşk

2 jûjî

1 kûsî



21.01.2015 23:10 | mîr

109. gelo kurdiya "masturbasyon" çiye? li herema qerejdaxê dibên "liberxistin", lê heremên din jî pir meraq dikim *



23.01.2015 19:03 | rûbar payîz

110. di tuwaletê de ya rênas jiyanî de ji bo wî yê masturbatioê dike dibêje bixwexweşanî.



23.01.2015 19:44 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên ku li kul û derdan nanêrin
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî