Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 13 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(413) (68) (124)
di mijarê de bigere

1140. hevalno min vê karîkatûrê qet fehm nekir, çi dibêje?
Here lînkê



02.10.2021 14:45 | heval.js

1141. Derdê me ne besî me ye, vêca ezê bi saetan tirşik forûm/136984 li ser vêya bifikirim. Heqet jî dixwaze bêje çê? Herkes bila dest ji karê xwe berde û li ser vêya bifikire*


Lêzêdekirin: hella hella. Ev çima hûn weha hêrs bûn? Min bi rastî jî gotibû. Min dest ji karê xwe berda û vaye rojeke ez li ser vê capsê diponijim. Lê talî negihiştim tu encamê. Paşê li ser înstayê min xwe gihande xwudiyê capsê û jê re peyamek avêt da ku ji me re rave bike. Lê hêja bersiva peyama min nehatiye. Dema ku agahiyek nû ket destê min bo alîkariya peyama behskirî, yekser ezê we li vir agahdar bikim. Herwiha lêkolînên min li ser vê mes`eleyê didomin. Bi îzna xwudê di demekî nêz ve wê heqîqet û rastî derkeve holê. Bila qet gûmana we tune be.



02.10.2021 14:48 ~2021.10.03 11:08 | tîrêj zana 21

1142. min şeve berê mijarekî li gorî nûçeyekî vêkir, edîtorekî ker navê mijarê gûhert, lê kir trollîyên heval.js.
(bnr: tiştên ku dilê mirov ji tirşikê sar dikin)
ezê demekî nayêm tirşikê.
(-﹏-)



04.10.2021 16:36 | heval.js

1143. tirşik forûm/136984:

min peyamek ji rûpela mîzah-i kurd re şande. ji admînê wê yek bersivê da ku ev capsek pir kevn e û wî bixwe çênekiriye. nizane bê kîjan hevalê wî jî çê kiriye. lê dîsa jî wî nihêrt û fêm nekir tê çi wateyê. piştî demekî bersivek din ji min re hat. min lê nihêrt ku ev admîn bi çêkerê capsê re ketiye têkiliyê û fêr bûye ku caps tê çi wateyê..

wî tiştê ku pê digre ne nan e. kaxiz e. ev kesê li giravê daxwaza alîkariyê ji helîkopterê dike. helîkopter tê û wê kaxizê dirêjî zilamî dike û diçe. di kaxizê de dinivîse 'na'



07.10.2021 21:06 | tîrêj zana 21

1144. Ji kerema xwe re mijarê beredayî venekin
(bnr: bernameyên heval.js lê darî dike)
Min mijar jêbir bila kes dilê xwe negirw.



09.10.2021 20:53 ~20:54 | merwano

1145. @merwano mijara ku tîrêj zana 21 vekiribû çima û li gorî kîjan qaîdeyan beredayî ye? camêran di nabeyna xwe de qerf û tinazên xwe bi hev re dikin.

1. ha mijareke beredayî jî be, hûn dikarin li gorî kêfa xwe mijaran rakin, jê bibin?
2. çend moderator an jî edîtor ji bo biryara jêbirina mijarê fikrên xwe gotin?
3. divê meriv hertim tiştên ankîslopedîk binivîse ango agahiyên ciddî bide li vir?



09.10.2021 21:23 | xelîl

1146. ma ev kar beradayî nîn e?
tirşik forûm/137014



09.10.2021 21:36 | heval.js

1147. tirşik forûm/137096

hella hella. ecêb e. ya rast ger em bi pey formatê bikevin, tu nikarî wê mijarê jê bibî. ez xwe li vir bavêm erdê û gilî, gazincan bikim ezê wê peyamê dîsa bênim lêêê ne xema min e*

di eslê xwe de min xwestibû balê bikşînim ser mijarên ku heval.js vedike û ji wan bi gazinc e, lê ew bi riza dilê xwe li wan darî dike. dîsa jî bila canê merwano sax be. ez li benda heman hesasiyetê me ku di mijarên derî formatê de hatine vekirin an çewt hatine nivîsîn de jî bê nîşandan. xebatxweş!



09.10.2021 21:52 | tîrêj zana 21

1148. @xelîl tu qala kîjan Moderator û edîtora dike, yek bi yek ji wan bipirsim?

@ heval.js, ger mijarê dêrî formatê hebin, ez jê dibim

@tîrêj zana 21, ji kerema xwe re formatê hinî min bik
e.
Format diyar e, bila kes li qisûrê nenêrê, mijareke tu elaqa wê bi pênasekirin û ne jî hêjaye em li ser biaxivin tê vekirin. Min jî jêbir. Kengî mijar û peyamên dêrî formatê dibînim jê dibim. Ger baweriya rêveberiyê bi min tune be dikarim ji erkên xwe îstîfa bikim. Pirsgirêk tune.
Dem baş.



09.10.2021 22:37 | merwano

1149. ev mijar li gorî formatê bû.



09.10.2021 22:41 | heval.js

1150. @merwano ji kerema xwe re neenire û nexeyide heyran. tenê ez dixwazim bizanim ku sibêdayî mijara min vekirî û peyama min nivîsî wê ji nişkêva bêyî pirsîn bêyî rêyeke birêkûpêk tenê li ser navê beredayîbûn û nehêjabûnê ya ku li gorî nêrînê edîtorekî hatiye sînorkirin, were jêbirin an na. yanî te ji edîtor anjî moderatorên din pirs kir gelo? wana çi gotin?

em bên li ser mijarê: mijar pênaseyekê dike. nivîskarê mijarê vekiriye dixwaze bernameyên ji aliyê nivîskareke din hatine temaşekirin çi erênî çi nerênî pênase bike. li gorî formatê ye. (bnr: formata tirşikê)



09.10.2021 23:05 | xelîl

1151. yek jî, ku tu mijarê hêjayê xwendinê nabînî, reşşik bide peyamê û nivîskarê asteng bike. ne hewce ye mijarê komple jê bibî. ev rêyeke rast nîn e.



09.10.2021 23:11 | xelîl

1152. rêya herî bi mantiq berdana te ya vê karê ye.



09.10.2021 23:14 | heval.js

1153. tirşik forûm/137104

@merwano:

Tişta ku min ji te re behs kir ev bû. Yanê dema te li ser navê edîtor, moderator tevgerekî kir, lazime tu delîla xwe ji formatê bînî. Weke mînak "min vê mijarê ji ber ku vê rêzik an benda formatê binpê kiriye jê dibim" yanê beredayîbûn, nehewcebûn ne pîvanên objktîf in û ji aliyê her kesî ve nayên heman wateyê. Te dî divêjin dewleta hiqûqî, yanê zagon hene û dewlet li gor wan zagonan tên rêvebirin. Ger dozger li gor kêfa xwe bêyî ku delîl an ispatan ji makezagonê nîşan bidin biryara bidin, hingê wê tevlîhevî û neewlehî derkeve. Ger em tirşikê jî bi vî awayî bifikirin format aşkera ye. Moderator ger weke dozgerekî tevgerek bike lazime li gor hiqûqê û li gor makezagonê yanî formatê tevbigere û tevgerên xwe palpiştî rêzik û bendên formatê bike. Yan na wê tevlîhevî derkeve û herkes wê bikeve heyra peyamên xwe ku gelo rojek rabe dê peyama wî jî. Belesebeb were jêbirin.

Raste an?



09.10.2021 23:22 | tîrêj zana 21

1154. şev baş..
Merwano edîtor û moderator nîn e kî.
Jbk nikare mijaran jê bibe.
Min pirsgirêk tam fehm nekir.
Kîjan mijar hatiye jêbirin û kê/î jêbirîye ?



09.10.2021 23:55 | bûtîmar

1155. @bûtîmar, merwano moderator e. Wî (bnr: bernameyên heval.js lê darî dike) vê mijara min jê biriye.



10.10.2021 02:02 | tîrêj zana 21

1156. Ne dixwazim ji ber vê meselê hûn serê xwe biêşînin û ne yê min. Di tu rêzikên formatê de qala mijar vekirine bi awayekî berfireh nekiriye, bi piranî qala naverokê kiriye.

Aniha dixwazim vê bibêjim, niha li gorî we ger mijar li gorî formatê be, naxwe bila her kes li gorî dilê xwe mijarên bi vî awayî vebike;
(bnr: rêzefîlmên merwano yên favorî)
(bnr: stranên merwano yê herî zêde jê hez dike)
(bnr: berguhkê merwano yên ku di berikên wî de xerabûne)

Niha çi feyda van mijara ji min re heye, min çi jê ye ku Merwano ji çi hez dike û hwd.
Merwano stranbêj e? Di medyaya civakî de fenomen e? An bavê wî xwediyê holdîngeke navneteweyî ye?

Ger ez şaş bim, biborin. Min serê we êşand.



10.10.2021 02:36 | merwano

1157. mijara ku @tirêj Zana behs dike li dijî formatê nîn e.
(bnr: bernameyên heval.js darî dike) Ev mijar mijareke normal e û berê jî bi dehan ji vê mijarê vebûn. Ne gerek e ku heval.js stranbêj û hunermend filan bêvan be.

mijar di derbarê tirşikvanan da jî dikare were vekirin.



10.10.2021 08:22 | bûtîmar

1158. @merwano

mijarên te gotine hemû jî li gorî formatê ne ezbenî* ev der ferhengeke înteraktîf e yanî di nav xwe de pênase, fikr, nêrîn û têgehên kesayetî dihewine. ev der ne wîkîferheng e. tişta ku te kiriye sansûra kêfî ye û wer dixuyê ku te ji moderator û edîtorên din nepirsiye. mabesta min ew e ku ev bûyer di sibêrojê de neyê serê kesê. ez naxwazim bi tirsa jêbirina peyam û mijaran xwe sînordar bikim. divê ez hertim bifikirim "gelo ev mijar li gorî filan edîtorê beredayî ye an na?" lewma wek tîrêj zana jî gotî divêt delîlên te hebin, divêt te bi moderator û edîtorên din re şêwr kiribe istîşare kiribe.

û herwiha:
(bnr: serpoşa pisîka merwano)
(bnr: neşêrînbûna pisîka merwano)

kêfa min û tirşikvanên din gelek ji pişîka te re têtin û mijar jî hatine vekirin. gelo ev tişteke beredayî ye?



10.10.2021 09:57 | xelîl

1159. tirşik forûm/137121:

Belê van mijarên di vir de hatine behskirin (serpoşa pisîka merwno , neşêrînbûna pisîka merwano) min hay ji wan hebûn. Lê min nexwest ev mesele bibe takekesî û ji loma min behs nekir. Lê ji çavê tirşikvana nareve*

tirşik forûm/137099

Lewra di vir de min vê rêzika nivîsandibû:

ez li benda heman hesasiyetê me ku di mijarên derî formatê de hatine vekirin an çewt hatine nivîsîn de jî bê nîşandan. xebatxweş!

Qesta min wan mijarên me li jor behskirin bûn.

Yanê dema mirov formatek nivîsî divê li gor wê tevbigere. Ger mûxlakiyek an qulek di formatê de hebe û nivîskar jî li gor wê tevbigere, hûn nikarin mijarên wan jê bibin. Ev di zagonan de jî weha ye. Lê hûn karin çi bikin? Karin zagonên nû derxin û rê li ber wê tevgerê bigrin an zagona heyî baş rave bikin û wê biselihînin da ku muxlakî û nefêhmî tê de nemîne.


Binêre vê dewleta dagirker çiqas hov be jî , hemû tevgerên xwe li gor hukuka xwe rêve dibe. Yanê dema kurdan dikuje, yekser nabê ji ber ku kurd bû me kuşt, dibêje endamê rêxistina terorî ya parçeker bû loma me wî kuşt.

Te fêm kir an?



10.10.2021 11:13 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
rojnameyên ku tirşikvan dixwînin [1]
rojnameyan zêde nakirim lê bo tirkî Oksîjen û carinan birgun dikirim. ...
komîsyona edebîyata kurdî a zanîngeha boğaziçiyê [2]
ev komeleya ji alîyê xwendekarên zanîngeha boğaziçiyê hatîye dameziran...
brusk99 [2]
qenaleke youtubeêye ku têra xwe serkeftî û pêkenokî ye. ji axafrina w...
hêklo meklo [1]
Li cem me jî wiha tê gotin; (stur: Hêklo mêklo, çavî çiklo, hilîne ye...
payîzava [2]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik forum
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî