Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 47 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

1160. Dema herdu mijarên li jor hatibûn vekirin ez ne moderetor bûm, her wiha wek min li jor jî gotiye kengî mijarên bi vî awayî dimînim jê dibim. Kesên ku gilî û gazincên wî ji tevgerên min hene, jkxr bila xwe bigihînin Simurg56 ji bo min pirsgirêk tune.
Her wiha mijarên ku di derheqê min de hatine vekirin ez ê jê bibim.

Di mijarê de ev peyama min ya dawiyê, ez naxwazim zêde serê we biêşênim, dem baş.



10.10.2021 11:29 | merwano

1161. kuro derdê çi ye? * tu çima bi serê xwe peyaman, mijaran jê dibî? ez dibêm ga ye, tu dibêjî bidoşe.* mabesta liberrabûna me ya jêbirina peyaman ev e jixwe. tu çima dikî rik û wan peyaman jê dibî? derî format nîn e keko! nîn e. li gorî formatê hatine nivîsîn û heqaret û dijûn û îftîra û neheqî tune ye di van peyam û mijaran de.

binêre ez dipirsim qaîdeyên beredayîbûnê çi ne li gorî te? tu û edîtor û moderatorên din werin cem hev û rênîş û manîfestoyeke nû bi hûrgilî çêkin û em jî bizanin ku peyama me hêjayê tirşikê ye an na?

meke merwano, meke heyran! neke rik *



10.10.2021 11:58 | xelîl

1162. @merwano
mijaran jê Nebe.
Ew mijarên tu jê dibî, li dijî formatê nîn in.



10.10.2021 12:55 ~12:56 | bûtîmar

1163. Mijara ku hatiye vekirin ne derî Formatê ye loma ti mafê moderatorekî nîn e ku mijar û peyamên ne-derî Formatê jê bibe.
Format tiştekî dî ye, mijar an peyama berredayî tiştekî dî ye.
Di rêziknameya prensîbên tirşikê de xala 'nivîsandina peyam û mijarên berredayî qedexe ye' tune ye...

Li gorî min futbol tiştekî berredayî ye li gorî yekî dî em bêjin sînema berredayî ye, li gorî yekê dî polîtîka berredayî ye falan û bêvan. Heqîqeta rastîn çi ye? Baş çi ye xirab çi ye? Çep çi ye rast çi ye? Ewana giş fikr û ramanên şexsî ne.

Heqeret û dijûn zelal in lê tiştên ku nivîskarên tirşikê ji xwe dikin derd û kul û xem, ew êdî aîdê wan in
Welhasil ji kerema xwe re helwest û sekn û felsefeya xelkê bi elega xwe nepîvin.



10.10.2021 14:09 | ferhenga şikestî

1164. hevalno digerim nagerim navê vê stranê venadozim alîkarî tika ye




11.10.2021 21:36 ~22:36 | keyomerd

1165. @keyomerd
Çar Newa - Quling



11.10.2021 21:58 | giyanstêr

1166. tirşik forûm/137158

di rewşên wisa de lêgerîna berfireh a gotinên stranan ecêb bi kêr tê. mesela di stranê de "difirim dibazim" derbas dibe. ez li van du peyvan geriyam û "koma çar newa - quling" hat.

Binere: Here lînkê



11.10.2021 22:21 | mergehez

1167. sebr dikim, sebr dikim lê êdî aciz dibim. wa 6 meh e her ku têketinê dikim û tiştek dinivîsim qey zora hinekan diçe belasebeb tên reşikan didin min. ger peyama min ne pênasekirî û tenê û temamî ji ramanên min pêk hatibe li serçava. lê çima tu radibî reşik didî nivîseke ku saetan pê re mijûl bûme û pênasekirî. ma tu bêfam î?

Ger tu reşik bidî vê peyama min ez deng dernaxim, ji ber ku min fikrên xwe gotine. ahmet kaya/137228

lê ger tu reşikan bidî van peyaman tu ne mirovekî têgihîştî yî.
kûsî jî dikarin bifirin/137247
spîritualîzm/137229

Ji kerema xwe re mirovan ji hin tiştan sar nekin.



15.10.2021 22:37 | yûsiv

1168. Tiştê heman li ser min de ye jî. Wek ev peyamana:

kerkûk/137194 iburamin cold/136948
bi xwedê gelek in min xwe re nedît hemû peyamên belasebeb hatiye reş kirin bibînim. lê yê min cudahiyek heye ez dizanim kî reşikan dide min bes pê dikenim jiber gelekî pêkenok e *



15.10.2021 23:00 ~23:40 | navîgiranmezelîwêran

1169. Yaw heqet jî reşikdana peyamên objektîf û ked lê hatiye dayîn ne etîk û li gor nirxên tirşikê ye. Ew kesê ku vê emelê ji xwere kiriye edet an rik, ji kerema xwe bila dev ji van tevgera berde. Spas



15.10.2021 23:12 | tîrêj zana 21

1170. nivîskar mafdarin, mirov dikare ku fikrê neecibîne û reşşik bide lê peyamên ku bo agahî û zanînê hatine nivîsandin çima reşşik hildidin nizam, ecêb e.
(bnr: oh shit here we go again)



15.10.2021 23:34 | doesntmatter

1171. Wey li min. Em xelkê kurd ji ber reşşikê jî dikarin bikevin nav hev û pev biçin. Ji kerema xwe wan tiştan ev qas ji xwe re xem nekin. Dibe ku yekî êrîşkar dizwaze hûn bikevin nav hev. Tevgerên we bihestiyarî nebe.



16.10.2021 09:58 | kajav

1172. Reşikdanê trollekê çima ji xwe re ewqas xem dikin.



16.10.2021 10:30 | cinorek

1173. bi rastî min ji xwe re nekiriye xem lê dema bi awayekî sîstematîk çêdibe mirov piştî cihekî aciz dibe. helbet xem nake. ew hevalê ku çepik daye hemû peyamên min ên dawî jî ez gelek xemgîn kirim. ji ber ku min ne ji bo bila çepik û mepikan bidin min van tiştan gotin. Nizanim çima ewqas dirêj jî bû. em dev ji van tiştên pûç berdin û enerjîya xwe bi tiştên din re xerc bikin. bi silametî...



16.10.2021 10:43 ~10:45 | yûsiv

1174. ji kerema xwe bela edîtorek navê vê mijarê (bila plakayên tirkan ji ber navê tirşikvana bên rakirin) bike (bila plakayên tirkan ji ber navê tirşikvanan bên jêbirin)



16.10.2021 12:51 | keyomerd

1175. ne tişteke veşartî ye. bo tirşikvanên herî zêde reşik dane peyaman, herin Li îstatîstikan binêrin! Du sê endamên ji nifşên nû hene, ji hedê xwe zêde deng dane peyaman. di serî de endamê beredayî hevaljs û çend hevalîşkoyên din in. ewqas.

gelek nivîskarên kevin hene, qat bi qat ji wan zêdetin nivîsandine lê ewqas deng nedane. hevalîşko çi bikin, ew jî, nivîskarî ji wan nahê, dengdarî dikin ji xwe re. dengdarî ji aliyê lijneya tirsik.netê ve hîna ne hatiye qedexekirin, loma serbest in.

kerem 'kin hevalîşko, deng bidin! bo we nivîsîn ne hewce ye, dengdarî besê we ye û ji serê we jî zêde ye.



16.10.2021 18:10 ~18:11 | mirovekirind

1176. Ez di kasetek hevala xwe de pêrgî strana rotînda hatim, lê min kir nekir li cihekê derneket. Xêra dê û bavê xwe dest bavêjin vê barê giran*

Di têketina stranê de dengbêjek kurt heye jê şûn de muzîkek nerm û strana nûwaze, gotinên serî wisa ye:

Dereng e roj çû ava
Ez mam hîn tik û tenê li ber deran

Kezeba min peritî
Bi hesreta te me
...
Mizgînî!!

Min dît:




19.10.2021 19:50 ~22:07 | rizgarm

1177. Çima pêborîn (passwords) nayê tomarkirin gelo? her ku ez ê têkevim tirşik divê ez password bi destan binivîsinim



21.10.2021 19:05 | cyaxares

1178. @cyaxares,
gava mirov di cara yekem de passwordê dinivîse browser dipirse "gelo password were tomarkirin?".
dibe ku te gotîyî "na". tu dikarî ji eyarên browserê lê biguherînî.



21.10.2021 23:27 ~23:32 | heval.js

1179. @heval.js Tenê tirşik tomar nake nizam çima nêzî 50 password tomarkirî hene, lê tirşik cuda ye tomar nabe



22.10.2021 01:22 | cyaxares

dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [1]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşika nava nên
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî