Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

1238. keçên ermenî/17392:

Vê peyama efsane ya xurufî a ku 14 çepik stendiye gelo ji aliyê kî ve hatiye sabotekirin? Çima bi peyamê hatiye lîstin û ji nîvî bêhtir hatiye jêbirin? Gelo nivîskar bixwe weha kiriye an moderatorek weha kiriye? Ger moderator kiribe li gor kîjan pîvanê kiriye? Ger moderator vê peyamê xistibe vî halî bi kê re şêwiriye? Vê payamê kîjan rêzika formatê îhlal kiriye? Peyama 14 çepik stendiye û di raya giştî û di dîroka tirşikê de bûye peyamek navdar çawa bi dizîka û nehênî tê guhertin?


(bnr: heydê simurg56 vê meseleyê jî rave bike)



08.12.2021 13:59 ~14:01 | tîrêj zana 21

1239. @tîrêj zana 21, ne moderetorek û ne jî edîtorek dikare bi peyama kesekî bileyize, berê dikarîbûn(bi qasî dizamim) lê îro nikarin.

dema moderetorek bixwaze peyama kesekî sererast bike, hişyarek derdikevê pêşiya wî û dibêje: mafê te tune. moderetorek tenê dikare peyamê jê bibe. her wiha mafên edîtoran ji yê moderetoran kêmtir in.



08.12.2021 14:08 ~14:11 | merwano

1240. @ Merwano, mixabin bêgûman moderatorek weha kiriye. Lewra nivîskar herî dawî 15.12.2019 an têketinê li tirşikê kiriye. Ez di dîroka 31.12.2019an de bûme nivîskarê tirşikê. Yanî piştî têketina wî ya herî dawî. Min çendîn caran vê peyama wî ya bi halên dirêj ya ku bi çi awayî keçika ermenî nas kiriye xwendibû. Lê bi tesadufî îro ev peyam ket ber min û min dît ku ji nîvî bêhtir peyamê qut kirine. Ger nivîskar vê yekê nekiribe, nexwe moderator kirine. Û meraq neke moderator karin peyaman jê bibin an edît bikin û biguherînin û berovajî jî bikin.



08.12.2021 14:14 | tîrêj zana 21

1241. @tîrêz zana 21, min jî peyamên nivîskar gelek caran xwendine û vê peyama wî jî baş dizanim, belê hatiye guhartin, lê ne ji aliyê moderetorekî. ez wek moderetorekî nikarim bi peyama kesekî bilîzim, tenê dikarim jê bibim.

welhasil ya baş simurg56 dizane, kî çi kiribe di danegehê de xuya dike...



08.12.2021 14:21 ~14:23 | merwano

1242. ti moderator nikarin destê xwe bidin peyama nivîskarekî, ez bawer im simurg jî neguherandiye.
lê bi qasî ku tê bîra min peyam nehatiye guherandin. min belkî penç şeş sal berê jî peyama hanê xwendibû wê demê jî peyam wisa bû. dibe ku baş nayê bîra min.
jixwe eger peyamek were guherandin di dîroka nivîsandina peyamê de roj û saeta guherandinê jî xuya dibe lê em dibînin ku kesî guherandinek nekiriye.



08.12.2021 14:51 ~14:52 | ferhenga şikestî

1243. Hebe hebe heval.js vê fihêla kiriye * ew di warê nivîsbariyê de xwe hinekî pêş xistiye. Neka dizane piştî guhertinê dîrok û demjimêrê wek berê bihêle jî *

Henek li aliyekî tiştê ku tê bîra min ev peyam pir dirêj bû. Yan ew peyamek din bû em tevlihev dikin gelo?



08.12.2021 21:08 | xabûrî

1244. (bila her kes lê binêre: mandela effect)



08.12.2021 21:21 | heval.js

1245. @tîrêj zana 21 şaş bîr dine. Bi peyameka din a xurufî re tevlihev dike. mesele dişibin hew. lê jûda ne. tew peyam ji aliyê kesekê nehatine gûhertin.
peyama dirêj ew e: baptîst/19122

belkî jî keçika baptist û keçika ermenî yek in.
bila xurufi wegere ji tirşikvanan re bersivek bide.



09.12.2021 05:10 ~05:13 | cinorek

1246. @cinorek xwendevaniya hin nivîskarên tirşikê mîna sê stêrkên michelinê dibiriqe maşala!



09.12.2021 14:14 | mirovekirind

1247. tirşik forûm/138140,

Ger ev peyam çewt tê bîra min, lêborîna xwe ji moderatoran dixwazim. Nizanim çima lê hîn jî ev peyam ji min re wekî ku kêm e tê. Yanê nikarim bi xwe bidim bawerkirin ku orjînala peyamê bi vî rengî be.



09.12.2021 19:10 | tîrêj zana 21

1248. @ferhenga şikestî xwezî te rave bikiraya çima 'qaşo' ye jî ez jî tê bigehiştama



09.12.2021 22:33 | keyomerd

1249. @keyomerd ?



09.12.2021 22:37 | ferhenga şikestî

1250. moderasyona tirşikê/138183 mebesta min dîsa kiriye wek berê.



09.12.2021 22:39 | navîgiranmezelîwêran

1251. Min di vir de îzah kiriye heta serê min diêşê bila carekê pozê min biêşê/138167



09.12.2021 22:42 ~22:42 | ferhenga şikestî

1252. ji ber ku min dîsa li peyamê nenerîbû min nedîtibû. ji bilî avêtinê ew mînakane giş bi e' yê (e-ya ji qirikê) dest pê dikin, lêkerên wisa bi- û di-'yê diparêzin. ji bilî wan avêtin, anîn hwd bi- û di-'yê dikin b- û d-. eger ne wisa bûya me dê bigotaya diînim ne tînim (meseleya veguherîna t'yê meseleyeka din e.). herwa davêjim, dêşim, dalêsim hwd. lê dizanim eve arîşeyeka nîqaşbar e û yên ku ya te dibêjin jî gelek in loma jî ez bi ya te qebûl im. lê te ê'ya dawiya diêşê'yê rave nekiriye. rayeka dema niha ya êşînê -êş- e û qertafa kesê sêyem ê yekjimar jî "e" ye loma tewanga dema niha dibe dêşe (an jî bi ya te diêşe)



09.12.2021 23:21 | keyomerd

1253. @Keyomerd

(bnr: zekeriya abdullah ha gule) ji kerema xwe



12.12.2021 14:52 | tîrêj zana 21

1254. Xwedê ji moderetor razî be lê fêhm nakim, kîjan kurd dibêje cixarê cigare?
Ev 24 salê min e ku li vê rûyê erdê me min bixwe nebihîstiye, ger hûn bêjin devok mevok, aniha li ferhengê binivîsin, herdû peyv jî tê de hene. Lê çima tu diguhere?

(bnr: terikandina cigareyê)

nîşe: aniha ez ê navê wê biguherînim, û ji kerema xwe re dest nedine.



15.12.2021 01:06 ~01:53 | merwano

1255. :d cigare çîye kuro hahaha



15.12.2021 01:45 ~01:45 | doesntmatter

1256. xeylek wext e nabêjim.
(bnr: bila moderator endazer were guhertin)



15.12.2021 06:13 | cinorek

1257. @merwano li badînan dibêjin cigare û wîkîferhengê cigare standard hesibandîye. dema tu dikevî çixare û cixareyê dibêje guhertoyeke cigareyê ye. go cixare be jî dîsa jî sernivîs çewt e. hingê divê terikandina cixareyê be. yanî madem wun ji ya xwe danakevin balê bila terikandina cixareyê be ma ez çi bikim :D



15.12.2021 08:50 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik translate
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî