Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

1278. pdfa pirtûka mem u zin(bi kurmancîya niha) li cem we heye?



02.01.2022 23:18 | heval.js

1279. @heval.js,

tirşik forûm/138559,

Algorîtma-1) yên din> danegeh> pirtûk> ehmede-xani> memozin.

Stokholm-2004
Stenbol-1968


Lêzêdekirin: @heval.js te çi fêm nekir? Ger tu bi kombersê ketibî tirşikê li jor vebijêrka "yên din" heye. Ha te wêya dît? Temam algorîtma-1ê bişopîne. Na tu bi mobîlê ketiyî tirşikê? Li milê rast û jor sê çixêz li ser hev hene. Li wêya bitikîne û dayê jêr. Li wir "yên din" heye. Te wê dît? Temam li wira bitikîne û algorîtma-1ê bişopîne. Ku te dîsa fêm nekir were dm ezê te bişînim cem zana farqînî.



03.01.2022 01:45 ~02:55 | tîrêj zana 21

1280. min qe fehm nekir. disa sipas.



03.01.2022 02:01 | heval.js

1281. @xabûrî peyvên kurdî yên ku li hemberî modernîteyê têk çûne/138632 gidîno law ji po peyva 'sûzgecê' li ba me 3 varyasyon/gûhertok heye. Çawa mero li xwe datîne ku ji dêlava yek ji wan a Tirkan bikar bîne:(

safok
moxil
parzûnk



08.01.2022 11:51 | pîroz

1282. Bi xera hevalekî kedir bilind min tirşik forûm naskir bi rastî jî me hewcetîya forumeke hebû spas tirşik.com



08.01.2022 19:30 | aşvan

1283. yae di rupela vekirina mijarê de wisa nivisandibûm, "The Lord of the Rings: The Rings of Power". lê fîlmekî wisa tomar bû:
Here lînkê



19.01.2022 22:22 ~22:22 | heval.js

1284. @heval.js hate serrastkirin. sebeba wê baş nizanim. lê heke te vpn bi kar anîbe, belkî lewma almaniya wê jixweber hatibe. carinan li min jî tê.



19.01.2022 23:06 | biruya hayao miyazaki

1285. şevbaş, ez çend roj berê hevaleke re pêşnîyarî tirşikê kiribûm. paşê ji mi re mesajekî şand û got nikarim bibim endam. belê rûpela "bibeendam.php" bi rastî venabe.



23.01.2022 23:11 | heval.js

1286. Silav hevalno, ji bo sepanên me yên nû di wergerên soranî û zazakî de alîkarî lazim e. gelo kes dikare alîkarî bike? ji ber wergeran ez niha nikarim sepanan biweşînim. plîîs *

ji vê lînkê mirov dikare dîrekt wergeran bike: Here lînkê (google docs)



06.02.2022 16:59 | mergehez

1287. Tirşikvanên hêja ev îlan hên jî çalak e ji kerema xwe li derûdora xwe belav bikin: tirşik îlan/138815



26.02.2022 15:03 | ezcan

1288. @simurg56 Bişkoka bibe endam nexebite.



06.03.2022 22:32 | pênûsa westiyayî

1289. "başa gelen çekilir"

versiyona vê gotinê a Kurmancî çi ye ?



03.04.2022 15:00 | bûtîmar

1290. tirşik forûm/139305 @bûtîmar,

(bnr: av da serê ha li navê ha li çogê)



04.04.2022 01:02 | tîrêj zana 21

1291. spas @tîrêj zana 21



05.04.2022 13:41 | bûtîmar

1292. Mijara qazî mihemed du heb tê xuya kirin. Li cem we jî wisa ye gelo? Hevalê wulfila heman peyamê du caran nivîsandiye lê wek du mijarên cuda xuya dike.



05.04.2022 17:42 | xabûrî

1293. hevalno,

caps û karîkatûrên di tirşikê de gelek şaşiyên rastnivîsînê di nav xwe de dihewinin. texmîn dikim xelk ji vir kopya dikin, li ciheke din par ve dikin. bi awayekî din ez bibêjim, wêneyên bi nivîseke xerab tê de, ji vir berbelav dibin.

bo kemilandina caps û karîkatûrên tirşikê, endamên tirşikê gelo dikarin çend ji wan ên bi rewşa herî xirab serast bikin û wan ji nû ve biweşînin?

nivîsîna bi kurmancî pêl pêl zêde dibe di nav kurdan de. ji ber standardbûna zimanê kurmancî, her ku diçe qaîdeyên nivîsînê di nav xelkê de hêdî hêdî berbelav dibin. em, tirsik.net, bila nebin sebeba şaşiyan.

û ji vir şûnde caps û karîkatûrên şaşnivîs neyên pejirandin. koleksîyona caps û karîkatûrên tirşikê bila hindik bin bila rindik bin!



06.04.2022 21:42 | mirovekirind

1294. Li bin mijara şimayê (bnr: şima) peyamên nivîskaran bûne dubare, sêbare û heta qiyametbare. Serastkirin please!



21.04.2022 13:41 | mirovekirind

1295. Helbesteke melayê cizîrî da gotineke wisa derbaz dibû : "...qet negot qetl û xeta ye." Ew kêjan şiîra wî bû gelo yaw ez dikim nakim nayê bîra min



22.04.2022 01:54 ~02:02 | bûtîmar

1296. Temam min dî *
Helbesta muhbetê mîhnet di zor in da derbas dibe.

Perdeya xelwê ko hilda
Yengiyek min dî di mil da
Gezmeya jehrî li dil da
Qet nego qetl û xeta ye



22.04.2022 02:07 | bûtîmar

1297. silav. ez dixwazim kurdîya xwe bi zaraweyekî din fireh bikim, bi soranîyê re. bi alî xeberdan û nivîsandinê re helbet. Çawa dikarim? heger pirtukek bo çavkanî lazim be ew kîjan be? dikarim bêhtir çi bikim? sipas.



10.05.2022 21:45 ~21:45 | ciwanzêr

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşika bacana
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî