Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 86 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(410) (68) (124)
di mijarê de bigere

1394. bi lînka imdbyê biceribîne û fragman û kurteya fîlmî jî lê zêde bike divê çê bibe



13.02.2024 02:09 | keyomerd

1395. Hevalno hûn wî zilamê nas dikin? Li ser înternetê geriyam lê ti tiştî nedîtim.










14.02.2024 20:39 | horhorik

1396. Hevaltirşno! mijarên rêzimanê baş nayêt famkirin gere bibûya "mijarên rêzimanê yên baş nayêt famkirin". Ma ne?



22 roj berê 20:54 | mirovekirind

1399. @mirovekirind mijar hat serastkirin.



20 roj berê 08:54 | cinorek

1400. kurdipedia/144597 derbarê xwe de wilo gotine lê ez bawer im xelet e.

Kurdipedia projeyek e ku armanca wê komkirina hemû zanyariyên derbarê Kurdistanê û neteweya Kurd de ye û hêvî dike ku rojekê bibe mezintirîn platforma Kurdî ku tê de mirov bi hêsanî bizane ku kî kî ye, çi li ku ye û çi çi ye.

divê wilo be ne wilo?




1401. Ji aliyê rêzimanê ve gelek çewtiyên min hene, hinekan dibinim, hin caran rast dikim jî.
Bi min sernivîsa “Mijarên rêzimanê baş nayêt famkirin” ne çewt e.
Daxwazya min “ hin mijarên rêzimanê baş nayêt famkirin” bûbû, ku wîsa bibûya tune dibû tu pirsgirêk.
Dibe ku ya rast weha bibûya“ mijarên rêzimanê yên ku baş ne fam kirin”
Li vir kurtkirin heye. Ne heterker im li ser mijarê, dibe ku çewt bibe li gorî zimanzanan jî lê hewldan ber bi kurtkirinê ve diçe.
Wekî
Pirtûkên wî yên ku min nexwendî gelek in.
Pirtûkên wî min nexwendî gelek in.
Meriv têdigihe û alozî dernekeve.

@mirovekirind gelek spas



16 roj berê 00:10 ~00:34 | çomo

1403. Yaw min bi şaşîtî çû reşşik da peyamekê çawa dikarim jê bibim. Min carek din pêl kir qebûl nekir, venegerand reşşikê



15 roj berê 02:03 | çaya germ

1404. tirşik forûm/144685 here panelê. li wir "reşşikên min dayî" heye.

Here lînkê



15 roj berê 09:31 | horhorik

1405. tirşikvanên li ser tirşikê hevdû nas kirine Û piştre zewicîne hene?




1406. hevalno du pirsên min hene.
yekem:
"hene" çima bi girêdayî tê nivîsandin? ma lazim nîn e wekê "he ne" were nivîsandin?
ew peyva "ne" li şûndeyî navdêran bicîh dibe.
mînak: 'ew hevalan tev zana ne'
ger ku li şûna "zana", lêkerek hebûya, wisa dibû:
' ew hevalan her tiştan dizanin'
wek hûn dibînin, ji ber ku ew lêker e, pêwîstî nema ku "ne" were bikar anîn. loma ji vê mînakê em fehm dikin "ne" ji bo navdêran tê bikar anîn û ji ber vê yekê "he" jî divê wekî navdêr were hesibandin.
vê gavê "hene" dibe çewt.


pirsekî din hebû:
hevalno ji ber êşa dilê, pir betal im. dilê min nahêle ti karan bikim. çawa dikarim li hemberî vê fikiran performansa xwe zêde bikim?

sipas niha ve.



Duh 23:08 ~23:06 | ciwanzêr

1407. çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û biaqila malê zewicîne.

nebê ku te ji min bihîstibe , tiştek were serê min ji te ye ha :0



Duh 23:06 ~23:07 | brzn

1408. nizanim tirşikvan bayê xerbî çima me dişîne spotify ê bo guhdarkirina stranan. Hesabê min spotify nîne û ez dixwazim ji youtube guhdar bikim.

binêre ; Here lînkê



Duh 23:41 | brzn

1409. Heyran nizanim ji bo YouTube'ê lînkê çêkim, çêdikim çênabe, bexşîne. ;ddd



Duh 23:44 | bayê xerbî

1410. Tişt nabe xwe neqeherîne , wiha ye , linka youtube bigre û vir va bike ew ewqas :D , tiştek din neke



Duh 23:57 ~23:57 | brzn


1412. Sipas heyran, ji dil dibêjim ez ronîlenmîş bûm.;)



Îro 00:01 | bayê xerbî

1413. Ne bawer im ka stranek bişîne vir em guhdarkin bo ceribandinê kerema xwe



Îro 00:04 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikbot
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî