Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mêvanperwerî - tirşik
mêvanperwerî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi rastî, baştirîn taybetmendîyek kurdan e. carna dibînim, bavê min ketîye milê zilamek, anîye malê. li nexweşxanê rastê wî hatîye, ji filan gundê ye, bdpyîye... xelas.



exleb, ev mêvan başin, carna ji nav wan, yên berredayî jî derdikevin, lê belê gelek caran me zilamên pirr hêja nas kirîye.



her kîjan nivîskarê tirşikê were enqerê ez dikarim wan bikim mêvanên xwe.

(wisa dikim ku ew jî bêjin "birako ku tu jî hatî istenbolê bibe mêvanê me. çer hebe kes nayê enqerê asdhasd)



16.12.2013 21:04 | xurufi

2. xislet û taybetmendiya ku tu kes nikare di vî warê de avê li destê bavê min bike..

ji ber ku êdî otêl zêde bûne, rê vebûne û çûnûhatina erebeyan ya di nav gund û bajaran de zêdetir bûye, trafîka mêvanan ya di nav mala me de wekê berê ne boş û zêde ye.. lê dîsa jî hefteyê du sê caran mal ji mêvanan xalî nabe..

berê dema yek ji bo karekî çûbûya derekî û eger li wê derê nas an xweyîyekî wî tunebûya diçû li mizgeftê dima, bavê min jî heta ez xwe zanim hemû nimêjên xwe li mizgeftekê dike û pêşiya melê diçe û piştî melê tê.. axirê piştî nimêja eşayê dima heta ku kes ji nav cemaetê nemÎne, paşê heçî kesî li dû cemaetê mayî jî wekê fareli köyün kavalcısı dida pey xwe û dianî malê.. tabî bêyî ku kevaniya malê yanî diya min ji van mêvanan xeberdar bike..

diya min jî feqîra xwudê piştî wê seetê nû xwe di ber çêkirina şîveke nû re dikir û çay û fêkî filan..

lê belesebeb negotine mêvan bi bereketa xwe re têne, bi rastî jî hê jî ji gundên derdorê bigire heta ji bajarên dûr gelek tişt wek diyarî bi ser navê bavê min têne malê..



16.12.2013 22:12 | endazer

3. dibêjin carek ji caran, zilamek çûye gundekî û li malekê bûye mêvan. di toreya kurdî de jî, heta sê rojên mêvanan neqedin, kes ji wan napirse ka ji kû ye, hatiye çi, wê bi kû ve here û karê wî çi ye.

xwediyê malê jî bi mêvanê xwe re maye, xwarina wî, vexwarina wî, pêdiviyên wî pêkanîne. ha wisa sê roj bihurîne, çar roj, pênc roj, na bêje heftiyek, du heftî û sê heftî derbas bûne, ne mêvan gotiye him û gum, ne jî xwediyê malê tiştekî jê pirsiye. xwediyê malê jî her bi mêvanê xwe re maye, ne karekî xwe kiriye û her pê ve lipikiye, kebaniya malê jî her xwarina wî çêkiriye, xwarinên xweş ji mêvanê xwe re çêkiriye.

rojek ji rojan, xwediyê malê gotiye mêvanê xwe:
– bira ev demeke dirêj e ku tu mêvanê min î. hêjî me te nasnekiriye ku tu ji kû yî, çi kesî û hatî çi.

mêvan gotiye xwediyê malê:
– ez xwarziyê xwedê me…

hema xwediyê malê xwe avêtiye ser nigên wî û gotiye:
– wey ez qurbana te bim. gelo xwedê çewan e? em li bîra wî ne, yanena?

mêvan gotiye:
– xalê min li her derê hazir û nazir e, her kesî dibîne, niha min û te jî dibîne û li halê her kesî jî dipirse.

xwediyê malê gotiye:
– ez qurban, ji îro pêştir mala min axura hespê te ye. çi dema tu derkevî derva jî, divê tu li qoqlîka min siwar bibî…

ji wê rojê û şûnde çi dema mêvan derketiye derva, xwediyê malê ew li qoqlîka xwe siwar kiriye û biriye, aniye û piştre jî li ber wî sernig maye heta ku şîv xwariye û raketiye.

bi wî hawayî çend meh çûne, rojekê jina xwediyê malê gotiye wî:
– mêrik, di malê de tewaş nemaye, qelî qediyaye, mirîşkên me jî ji hêkan biryane. çêleka kandew jî êdî stewr bûye. ew mêvan dibêje ku ew xwarziyê xwedê ye. ne wê salê melê me digot, kesekî xwedê tune û ew bi tena serê xwe ye. ev mêvan çewa bûye xwarziyê xwedê?

piştî vê gotina jinikê, xwediyê malê mêvanê xwe derxistiye derva û dîsa li qoqlîka xwe siwar kiriye û wî rast biriye ber deriyê mizgeftê, daniye erdê û gotiyê:
– ha va mala xalê te ev e, îcar bibe mêvanê xalê xwe…



25.08.2020 21:55 ~21:55 | ezcan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mêvanperwerî

Kategoriyên mijarê:: jiyan cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî