1. Cixareya ku nav û dengê wê ji kurdistanê heya stenbolê hatiye û li van deran jî pirr belav e. Hetta hinek havalên min ên ji sûrî gotin ev nav li suriyeyê jî belav e. |
|
16.12.2013 21:29 |
ceso
|
2. Navê straneke hunermendê kurdê binavûdeng ê heftgurçik ciwan haco ye. Stran bi rastî jî serkeftî ye û pirr xweş e. |
|
16.12.2013 21:38 |
ceso
|
3. strana ciwan haco ye ku gotinên wê aîdê qedrîcan e. |
|
16.12.2013 21:45 |
simurg56
|
4. Weke mem û zînê, Evîndareke mezin e kû dema mirov çav lê dike kezeba yekî pê dișewitê. Ev çend rojin ji kul û derdê Gulasor xew neketiye çavên min. Gelo Çima ev evînên mezin bextewar nabin. Çimaaaa! |
|
03.04.2017 02:05 ~02:09 |
gumgumok
|
6. cixareya ku li midyadê ji bêperetiyê min kirîBû, lê kêfa min gelekî jê re hat, çaxê vegerînê min bi xwe re paketek zêde anî Mosko lê xwezî min bi xwe re koliyek anîba. Piştî vexwarinê devê mirov ziwa dike lê xweş e haa. |
|
10.05.2018 18:30 |
gulêê
|
7. Albûma ciwan hacoyî ye ku nîvî stranên wê şaheser in. evîndara vê albûmê me. |
|
16.07.2019 19:16 ~19:15 |
mirovekirind
|
8. favorî cixara min a. |
|
17.07.2019 10:15 |
gulêê
|
9. ez kesekî nas dikim. ez kîjan wext jê dibînim ev stran di hişê min de lê dixe. |
|
10.10.2021 00:45 ~00:45 |
heval.js
|
10. (bnr: gauloises) |
|
10.10.2021 12:47 ~12:48 |
xwelî li ser
|
11. Kaseta ciwan ya yekem e. Stranên wî yên herî xweş di nav vê albûmê de cih girtine. Di nav kaseta wî de strana herî xweş jî gula sor e. Nizanim çima lê ev çar rojên min in ku ez tenê vê stranê guhdar dikim. Belkî jî sûcê we be nizanim. Dibêjim ka ez straneke din vekim lê çê nabe. Destê min tenê diçe vê stranê. |
|
19 roj berê 14:10 ~14:11 |
horhorik
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |