Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
gauloises - tirşik
gauloises
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. markeya çixareyeke frensî ye ku li pirraniya kurdistanê bi navê gula sor tê nasîn.

ew jî ji ber navê wê yê bi tîpa "g" dest pê dike û rengê wê yê sor

lê ew bi xwe rengin şîn û zer jî jê hene lê ya li kurdistanê belav bûye ya sor e.



16.12.2013 21:44 | dijber

2. di sehneyek fîlmê amelie de derbas dibe. jinek tê kafeyê û gula sor dixwaze.

di vê derê de hûn dikarin bibînin (1:40) http://www.hdfilmizlebe.com/amelie-turkce-altyazili-izle.html/2



04.02.2014 22:31 | mergehez

3. cixareya ku ji prestige jî xiraptir û gemartir e.. jixwe xwendekarên kurd ên belengaz 3 cure cixare dikşînin, yek mm yek prestige yek jî ev belqitiyo ye dîsa tehma mm ji wan baştir e pêşniyar dikim



04.02.2014 22:37 | ferhenga şikestî

4. bihaya qartona wê li kurdÎstana bakur 12-15 lîre ye. tenê pakêta wÊ jî di navbera 1.5 lîre û 3 lîreyî de diguhere. lê heya digihêje îzmîr'Ê mixabin dibe herî kêm 3.5 lîre.



ku qartona wê bi 12 lîreyî bê firotin, pakêta wê dibe 1.2 lîre. ên qartonê difiroşin niha herî pir bi 9 lîreyî dikire û pakêta wê tê 0.9 lîreyî. ka gelo ên cixarê dihilberînin bi çiqasî difiroşin Û çi jê kar dikin. ez her tim vê mijarÊ difikirim. divê belkî jî ez nefikirim.



04.02.2014 23:10 | mergehez

5. xwandina wê gulûwaz e. bnr: http://youtu.be/-O9Gji_qkkA



07.02.2014 13:42 | mergehez

6. ciwan haco li ser wê stranek derxistiye : http://youtu.be/einxYSHJ7wI *



26.02.2014 01:57 | mergehez

7. ekserIyeta Kurdan weke gula sor dIxwînIn.



28.10.2014 17:08 | seydayê_peyvan

8. Cixareya rêdûr xelîl e *

Rojnameyeke bi navê die welt ya almanî bi rêdûrê ji me nedûr re hevpeyvînekê kirine. mixabin ku min kurdî ango tirkiya wê hevpeyvînê nedît. neyse di wê hevpeyvînê de fotografeke fermandar xelîl hatiye kişandin û weşandin. li wê wêneyê tê dîtin ku rêdûr efendî jî gula sor dikşîne.



http://www.welt.de/politik/ausland/article134561777/Das-Schicksal-des-IS-haengt-an-Kobani.html?utm_content=buffer6b2e9&utm_medium=social&utm_source=twitter.com&utm_campaign=buffer



21.11.2014 21:25 | oxir

9. cixareya ku piştî buhayê firî û bû 4 mîlyon êdî popûlerîteya wê jî hêdî hêdî kêm dibe, ser xêrê. belkî hin heval ji ber wê dîsa vegerin (bnr: prestige)'yê.



07.05.2015 03:43 | xendekî

10. Cixareyek ê gerîlla ye.

Nav YPG û YPJ jî tê vexwartin.



07.05.2015 16:03 | zergahemzaerdaldilbirîn

11. (bnr: malboroya feqîr û hêsîra.) ji lêgerînê bawerkirin



07.05.2015 16:14 | shorbevan

12. Cixareya ku ji malboro, lark, murattı, camel, viceroy û cixareyên qaçax ên din xweştir e.*

Wexta em çûbûn swîsreyê min bi mecburî marlboro dikişand lewre bûka me marlboro dikişîne. Ez mehekê bi hesreta wê li ewropayê geriyam. Rojeke em ji bo danûstandinê çûbûn elmanyayê, bêyî ku haya kekên min jê çêbe, min ji bûka me re got xêra xwe gulasorekê bikire û gulasoreke 26 hebî û yek a 20 hebî kirîn. Niha ya 26 hebî li mala min a li îzmîrê di pirtûkdanka min de ye. Min a 20 hebî kişand ferqa wê ya li vir tune bû yanî milletê me ji ber ku bihaya wê kêm e dibêje ev pîs e cixareya feqîra ye. Qet nabêjin wextekî albert camus, sartre û hevalên wan vê cixareyê dikişandin. Erê yabo em ji ber ku erzan e gula sor dikişînin hûn jî ji ber ku biha ye parliament/marlboro dikişînin.

Neyse xweş cugara ye*



01.09.2015 02:28 | mergehez

13. çixareya min yekem kesê jê hez dike dît. erê wele ez şaş mam *

gauloises/74176



02.09.2015 00:39 ~00:40 | berxweda

14. cixareyê ku yên zirav ji yên qalind gelek xweştir e.. nirxa wî jî niha li amedê 3,5 lire ye..



02.09.2015 11:06 | rûbar payîz

15. Cixareya ku tofanî rakiriye. Bihaya wê niha li amedê 5.5 lîre ye



12.05.2016 14:08 | mergehez

16. cixareya bi evqas axaftina li ser, di tirşikêde li min mereqekê peyda kir. lê ne ji bo kişandinê, ezê niha ji googlê wêneyê wê filan bipirsim.



12.05.2016 14:19 | azadixwaz

17. videoya hestû tv tîne bîra mirov:




10.10.2021 12:51 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» gauloises

Kategoriyên mijarê:: yendin xwarinvexwarin zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî