1. radyoya ku weşana xwe di sala 1955an di ji êrîvanê dest pê kir bi ked û xebata çend kesên wek heciyê cindî, emînê evdal, xelîl muradov û xelîl muradov . |
|
17.12.2013 01:01 |
dijber
![]() |
2. RADYOYA KÛ ME DI SALÊN 90AN DE GUHDARÎ DIKIR E. DEMA SEETA NÛÇE Û STRANÊN KURDÎ DIHATE (EZ NE XELET BIM SEET 7Ê ÊVARÊ DEST PÊ DIKIR) BAVÊ MIN DIGOTE ME BÊDENG BIN Û ME HEMIYA XWE DIDO DORA RADYOYÊ Û WEKE AYÎNEK PÎROZ ME GUHDARÎ DIKIR..HETA DEMÊ NÛÇE Û STRANÊN KURDÎ DERBAS DIBÛN TI KESÎ MALÊ DE TI ÎŞ NEDIKIR. kARÊ ME YÊ WÊ SEETÊ GUHDARKIRINA RADYOYA ÊRÎVANÊ BÛ... |
|
17.12.2013 01:09 |
nan û av
![]() |
3. fersendea guhdarîkirinê nebûye para min lê bi qasê ku min ji devê yên guhdarî kirîn seh kiriye weşanên vê radyoyê wiha destpê dikir : vira dengê radyoya erîvanê ye, erîvan xeber dide guhdarên ezîz! |
|
17.12.2013 01:12 |
endazer
![]() |
4. radyoya ku li ser ziman û muzîka kurdî li ser çand û hunera kurdî kedekî, xizmetekî gelek mezin daye ye. gelek dengbêj û sranbêjên kurd li dora wê rodayoyê kom bûne. gelek stranên kurdî hatine tomarkirin. bi vî awayî gelek stran ji windabûnê xilas bûye û li seranserê dinyê belav bûye. (bnr: hunermêndên radyoya êrîvanê) |
|
22.04.2020 00:12 ~00:14 |
kajav
![]() |
5. Radyoya ku heya ji stewra mêrdînê jî dihat guhdarkirin e. Li gor gotinên dê û bavê min, wê demê teyîbek kalê min yê philips hebûye. Kalê min jî nexweşê dengbêja bûye. Li gund teyîbê xwe datîne nava civatê, antêna teyîb li serê xanî diçikêne û têne dixe têketina teyîb. Paşê li ber teyîb rûdinê û hêdîka burxuyê teyîb badide heya frekansa radyoya êrîvanê zevt bike. Paşê dengê karapetê xaço yê tije xem û keder li nava jûra civatê de olan dide û her kes ji kêfa dike ku bifire. Tev bi heman awazî bang dikin " law ev teyîb bi kurmancî jî dibêje!?" belê wê demê kurdî qedexe bû. Hewandina pirtûk, nivîs, peyam an qasetên kurdî qedexe bûn. Tenê dikaribûn bi awayekî qorsan li radyoya êrîvanê guhdarî bikin. |
|
17.12.2020 22:05 |
tîrêj zana 21
![]() |
![]() |
hak-par [1] |
![]() |
şeyh bedrettin [1] |
![]() |
dengê ajalan [5] |
![]() |
kurdgpt [1] |
![]() |
kesrewan [2] |