Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kund - tirşik
kund
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yan jî bûm.



di lîteratûra zerdeştiyê de kund çûkeke pîroz û biyom e û hafizê kitêba avestayê ye anku avestayê jiber kiriye û kund bi xwendana xwe ya avestayê re tirs û xofeke dijwar berdide dilê hemû şeytanan.



sebeba ku kund afirindeyeke bêyom hatiye nîşandan û zanîn ev e:



Dema ku dêw û hefrîdan lawê keyûmers pêşeng li çiyayê demawendê kuştin hayê wî jê tunebû lê dilê wî diqilqilî û ditengijî, ji bo ku saloxekê ji lawê xwe pêşengî bîne dide rê û berê xwe dide çiyayê demawendê, li ser riya xwe pêrgî kundekî tê, kund çend caran dixwÎne û difire. bi xwendina kund re keyûmers gumana dibe ser tiştên qewimî û dema digihêje çiyayê demawendê dibîne lawê wî pêşengî hatiye kuştin û kuştina lawê xwe bi xwendina kund re girêdide û nifirên negotî li kund dike û ew roj ev roj e navê bêyomiyê dikeve histûyê kundî.



17.12.2013 08:52 | aryâspa

2. Li hin deveran weke kundê kor jî tê gotin. Çavê wî bi qasî serê wî ne lê nizanim çima jê re dibêjin kundê kor.



17.12.2013 11:02 | ceso

3. kundê reben, tê çi zaniba ev mirovên xwediyê nefsê ku hêla şeytên tê îdare kirin, te bike bêyom. ne heyfa te ye kundê reben... *de bixwîne heval, bixwîne ji bo min jî * heta ka were em pevde bixwînin lê ji niha ji te re bibêjim dengê min ne wek dengê te ya pîroz e. dawiyê nifira ji bo min neke ha. dijmin yek e. *



17.12.2013 13:41 | biruya hayao miyazaki

4. li gorî dapîra min teyrikeke xayîn e û li çolan digere.



15.07.2014 16:37 | kurê xelkê

5. bûm, kundê kor







Here lînkê



12.12.2015 23:54 | shorbevan

6. Kesên tima, çikûs re jî tê gotin.
- kurê wî xwas e lê dil nade jê re pêlavek bikire.
- berê evqas ne kund bû nizanim çi jê hatiye.



14.03.2017 02:12 ~02:18 | nestêle

7. Çîrokek di der barê kundê da heye: mîr û kund. Çîrokeka xweş e.

Dibê,

"Di zemanekî de mîrekî cizîrê hebû. Gellekî zorker û dilhişk bû. Xelk nema dikaribûn zilma wî bikşînin. Ji welatê xwe derketin çûn.

...
...
...

Wextê mirî ev xeber bihîst, gellek ber halê xwe ket û poşman bû. Ji wê rojê ve xwe ediland û êdî zilm nekir. Ligel xelkê xwe dilovan û qenc bû.

Xelkê ev yek bihîst. Vegeriyan hatin cihên xwe û cizîra botan ji nû ava û şên bû.
"

(serê şevê Çîrokek, r. 60)



20.08.2019 23:41 | mirovekirind

8. Balindeyek deng neyînî têt nirxandin.

“..Bi dengê qaz, quling, kew, qîqî, teyrê şivanan, reşîle, mirişkên avê, kotir, pepûk, kûresol û bi sedan teyrên din yên xweşik ku şahiniya biharê girtîbûn, dengê kundan li ser kulavê zivistanê bi tundî rûniştîbû û bi dengê xwe yê nexweş bersîva wan dida û digot: “ dê rojek bihara we jî kavil be û dê zivistan bi ser de bê, xwe evqas mezin nekin” dihat. Bi van gotinan tevan bêdeng dikir.. r.59 (pêşmerge- rahîme qazî)



24.05.2023 00:26 | çomo

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kundirokî

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî