Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
letîfa - tirşik
letîfa
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ez ê bêjim eger ne naveke bi kurdî be jî naveke ku kurd li keçên xwe dikin e lê mîratê êdî tu kes vî navî li keçên xwe nake tenê wek navê dayik û pîrikên me ez dikarim pênase bikim..

naveke bi erebî ye tabî û eger ne şaş bim koka l-t-f tê wateyên wek nermî û zerafetê..

lê mijar ne wek nimûne navek ji navên dayikên kurd, navê letîfayê ye..

vê pêlêê dema ku ez li ser youtubeê digeriyam liqayî straneka bi vî navî hatim.. kifş e ku stran ji aliyê stranbêjeke êlihî ve tê gotin lê navê wî çi ye nizanim ji ber ku di nav sernavê vîdeoya youtubeê de gelek navên wek renas miran, ft. melek, da mayniacz & dalila hene û ji nav hilbijêrkan ez şikê bêtir ji navê ft. melek dibim lê bi qasê ku ez dizanim navê melek jî naveke jinan e..

rênas mîran ji xwe wekê ku herkes dizane productureke navdar î kurd e û bereketa xwudê lê be heta qidqida mirîşkên kurdistanê jî mix kiriye anku aranje kiriye..

straneke xweş û serkeftî ye, çi bi gotinên xwe yên erotîk, çi bi meqamê xwe yê ku dilê kal û kokimên diran di dêv de nemayî jî radike pêdarê û çi bi manken û modêlên ku di vîdeo-klîbê de qûna xwe beş dikin..

jê nemînin:



18.12.2013 02:32 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» letîfa

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî