Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
zêrê zer, ava reş - tirşik
zêrê zer, ava reş
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. " Herêma Efrînê bi zeytûnên xwe pir navdar e. ji ber vê yekê pêdiviya herêmê bi fabrîkayên zeytê heye. Li herêma Efrînê 300 fabrîkeyên zeytê hene. Li aliyê din bermahiyên van fabrîkeyan eger bi awayekî durist û baş neyên bikaranîn pirsgirêkeke ekolojîk derdixin. Ev pirsgirêka sereke ya herêma Efrînê ye.



Bêtirî 2 meh in welatiyên herêma Efrînê dest bi jêkirina zeytûnan kirine. Jêkirina zeytûnan dê heta destpêka meha bê berdewam bike. Mirov gelek sûdên tenduristî ji zeytûnan digre. Li aliyê din ji bermahiyên fabrîkeyên zeytê pirsgirêkên ekolojîk derdidevin.



Zeytûn bi gelek cureyan tên çêkirin û amadekirin wekî "zeytûnên şikandî, zeytûnên mikeles, zeytûnên bi gûz, Etûn (zeytûnên reş) û hin cureyên din" her wiha li 300 fabrîkeyên zeytê, zeyt ji zeytûnan çê dibe. Ji bermahiyên van fabrîkeyan çopa zeytûnan e ku jêre 'bêrîn' tê gotin. Ev bêrîn ji bo fabrîkeyên bêrînê tê şandin û jê zeyta sabûnê tê çêkirin. Li Efrînê 15 fabrîkeyên bêrînê hene. Ji bermahiyên fabrîkeyên bêrînê jî komir tê çêkirin.



Ji van fabrîkeyên bêrînê madeyek oksîd bi rengekî reş derdikeve ku ava reş jêre tê gotin. Rijeya vê madê jî ji sedî 40 ji zeytûnan e. rijandina vê madeyê bi awayekî nezan bandoreke neyînî li hemû zindiyan "mirov, ajal û nebat." dike.



Piraniyan van fabrîkeyan vê madeya oksîdê dirijînin newalan û hin ji wan jî dirijînin kanalîzasiyona bajêr. Gelek pirsgirêkên ekolojîk ji rijandina bi nezanebûn ji vê madeyê derdikevin. Ev tişt salane welatiyên herêma Efrînê di vê demê de rastî vê pirsgirêkê tên.



Li gorî lêkolînên zanistî diyar e ku ji guvaştina 100 kg ji zeytûnan, 45 kes ji welatiyan bandoreke neyînî ji bermahiyên wan dibînin û ji her mitrek çarkoşe (13) ji vê madeya oksîdê 5003 ava ji aliyê biyolojîkî ve qirêj dike. Her wiha bondorên wê yên madeyên jehrî.



Li gorî van lêkolînên hatine kirin jî ku ev madeya oksîdê ya kîmyawî ziyanê digihîne mirovan û bandorê li hêza mirov, damar, dil, gurçik, zik dike. Her wiha ji sedemên sereke ya nexweşiya penceşêr ye.



Ji madeyên jehrî ku di vê ava oksîdê de ye, madeya fênol e. ev made wekî parçeyên camê ye bê reng e û bihin nerm û xweş e, carinan wekî bihna nexweşxaneyan tê destnîşankirin. Ev made wekî madeya benzînê tê naskirin. Ev made laş dikolîne, ji ber vê pêwîst e, mirov jê haydar be û cilên xwe dûrî vê madeyê bike ji ber ku gelekî metirsîdar e û dibe sedema şewatên giran.



Komîteya Ekolojîk ya girêdayî Saziya Civaka Sivîl li ser van fabrîkeyan geriya û çavdêriya wan kir. Her wiha derbarê mijarê de hin biryar girtin û belav kirin. Komîteyê diyar kir ku eger xwediyên van fabrîkeyan vê madeyê birêjin nava zeviyan dê rastî lêpirsîn û cezayê werin û eger kesek ji wan dubare bike, dê fabrîkeya wî were girtin. Lê mixabin heta niha ev biryar bi awayekî piratîkî nehat pêk anîn.



Li aliyê din berpirsiyar û têklîdarî mijarê diyar kirin ku xwediyên fabrîkeyan ji bo buhabûna avêtina vê madeyê giliyên xwe dikin û girtina fabrîkeyên xwe li ser çareserkirina vê pirsgirêkê dipejirînin ji ber ku buhaya çareserkirina vê ji bo wan gelekî bilind e.vê yekê jî tevlihevî di helwesta Saziya Civaka Sivîl de derxist. Her wiha divê çareyek ji vê girêkê re were dîtin.



Lêkolînên zanistî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ev xal diyar kirin:



1- Îlaca fîziya-kîmyawî bi rêya vexwarin û mêtina bi hin alavên taybet



2- Ji bo ziwakirina xuzayî kort werin çêkirin, lê divê ev kort lêkolîn li ser werin kirin ji bo ku ava wê bi bin erdê de neçe.



3- Divê di van kortan de ava paqij li gorî rijeya wê tevlî madeya oksîdê bikin



4- Devê stasyonên îlackirinê werin avakirin.



5- Divê ev made li fabrîkeyan were îlackirin û piştre bi hin madeyên kîmyawî were paqijkirin



6- Li dawiyê divê ev made di navbera 50 heta 80 mitre çarkoşe li ser hiktareke erd salê carekê were rijandin. Her wiha divê di çareserkirinê de hemû gav di bin çavdêriyê de bin."

http://www.hawarnews.com/kurdi/index.php?option=com_content&view=article&id=6654:zere-zer-ava-re&catid=39:manet



18.12.2013 21:23 | newenda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zêrê zer, ava reş
» avatara tivirloismail
» reşik

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî