1. logoya ku aniha hat guhertin û li gorî daxwazên tirşikhezan dikare dîsa biguhere. |
|
22.06.2013 15:51 |
simurg56
![]() |
2. ji bo destpêkê logoyek baş e lê mirov dikare hinekî din lê bişixule û tiştekî spehîtir û estetîktir çêke.. berê her tiştî mirov ne mecbûr e xwe bi hêma û motîfên tirşikê û tiştên di nêv tirşikê de ve girê bide.. yanî em ne mecbûr in logoya tirşikê ji bacanê reş an bacanê sor an ji hîçharan çêkin.. dema mirov li sembolekî an logoyekî ji bo tiştekî dihizire divê pêşiyê kar û karînên wê tiştê bide ber aqil û fikra xwe.. yanî ev ferheng bi çi armancî derketiye û dixwaze çi bike.. li gorî bersiva pirsên wihareng mirov dikare logoyeke spehîtir û levhatîtir çêke.. |
|
22.06.2013 16:32 |
endazer
![]() |
3. logoya ku min gava din dît. |
|
28.06.2013 14:16 |
brusk56
![]() |
4. bi raya min bacana ku di logoyê de pal daye û zik berdaye erdê ne li gorî urf û edetên me kurdan e.. bacanên ku em di dehl û baxçeyên xwe de diçînin û dihewtînin biçûk û teşabet in lê tamxweş in jî lê evê bacana di logoyê de tê bêjî qey şûşeya hormonan bi ser xwe de kiriye.. ûr li milkî ve çûye û qûnik li aliyekî ve! * |
|
29.06.2013 02:59 |
endazer
![]() |
5. ji xwe re bacanên bêhormon digere. |
|
29.06.2013 12:11 |
simurg56
![]() |
6. beriya bîstekî ji bo logoya tirşikê fikrek bi min re hasil bû.. |
|
05.07.2013 13:38 |
endazer
![]() |
7. nimûneyan te ez naecibinim tiştek din bila bibe |
|
06.07.2013 02:10 |
xewn
![]() |
8. ev çi bacan e pîvaz bûya wê çêtir bûya. |
|
06.07.2013 23:58 |
savar
![]() |
9. logoyek zêde amator e.. xwezî xweyîxêrekî logoyek baştir li ber bejna tirşikê fesilandibûya.. |
|
24.10.2013 22:42 |
endazer
![]() |
10. aniha ev e: https://www.tirsik.net/logo.png |
|
27.10.2013 00:19 |
simurg56
![]() |
11. rasterast di malperê de newê nîşandan jî dema lînkeka tirşikê di malpereka din de tê parvekirin ev logo jî di binê wê lînkê de dixweye.. ji ber vê logoyê tenê ez şerm dikin ku lînkeka tirşikê li ser hesabê xwe yê facebookê parve bikim.. an dema reklama tirşikê di derekî de were kirin wê ev logo derkeve pêş.. |
|
27.10.2013 00:25 |
endazer
![]() |
13. tenê ji bo ku fikir bide dikare li wêneyên li jêr jî were nêrîn: |
|
27.10.2013 01:00 |
simurg56
![]() |
14. ji ber ko ew ferheng e; di ferhengan de peyv giring in. lowma dive herfÊn wÊ peşanÎ bibin, ne şekleka din... |
|
27.10.2013 07:20 |
cinorek
![]() |
15. hinek alternatîfên nû ku dikarin werin sererastkirin; |
|
27.10.2013 15:55 |
simurg56
![]() |
16. logoya ku divêt wisa be. |
|
05.08.2014 13:58 |
karmatî
![]() |
17. logoya ku êdî nûmûneyekê jê, êdî li malperê bi cî bûye. destên karmatî sax bin, wî çêkiriye. |
|
08.08.2014 09:49 |
simurg56
![]() |
18. Logoya ku piçekî bi ecemîtî hatiye çêkirin * lê fikr xweş e, spas ji bo kesê ku çêkiriye. |
|
08.08.2014 09:54 |
gernasnenas
![]() |
19. logoya ku ne min çekiriye lê min tenê peşnşiyarkir ku logoyeke wisa bibe logoya tirşike. * |
|
08.08.2014 10:53 |
karmatî
![]() |
20. logoya dê qismetê tirşikê zêde bike, înşileh. |
|
08.08.2014 11:11 |
azadixwaz
![]() |
21. logoya ku ez ne xelet bim bayesar çêkiribû. spehî çêbûye lê bi min renga backgroundê zer bûya wê baştir bûya. |
|
08.08.2014 11:13 |
brusk56
![]() |
22. Logoya ku min jê zêde hez nekirìye ye. Dìsa jì destê we sax be. |
|
08.08.2014 14:22 |
gelawej
![]() |
23. bi font û tavê xwe ve hinek dişibe logoya kovarê tîrojê re. |
|
10.08.2014 12:46 |
ervah.azad
![]() |
26. heta vî emrî min logoyek dî wekê vê logoyê bêteşe, bêwate û bêmerês nedîtibû.. spas tirşik! |
|
17.08.2014 16:21 |
endazer
![]() |
27. logoya ku bi tirşikê neketiye. paşdîzayn cuda logoya nû cuda qet li hev nayên. meriv dibê qey logo ji 1980yaN wan maye lê dîzayna tirşikê hinekî nûjen e. bi kurt û kurmancî min logoya nû neecibande û hinekî amator e çî ye? |
|
18.08.2014 01:02 |
ceso
![]() |
28. logoyeke hêsan e û diyarê ku ji destê ecemîyekî derketiye. |
|
18.08.2014 09:42 |
nazim tolhildan
![]() |
29. logoya ku bûye sebeb pirraniya nivîskarên tirşikê xweziya xwe bi logoya berê ya tirşikê bînin.. |
|
22.08.2014 22:56 |
endazer
![]() |
30. logoya ku biwêja ''rehmet li kefendizê berê" tînê bîra mirov. bi rastî logoya berê gellek xweşiktir û ciddîtir bû. tê bêjê qey hema zarokekî ji ber xwe de çêkiriye.. |
|
22.08.2014 23:10 |
nan û av
![]() |
31. logoya ku xwazîka min çênekirîbûya. |
|
22.08.2014 23:18 |
bayesar
![]() |
32. wekê sêva gezkirî ya appleê çima logoya tirşikê jî ne pÎvazeke gezkirî be? |
|
14.12.2014 18:13 |
uciezkvidyêvp
![]() |
33. bi rastî jî dikare pîvazek gezkirî be lê divê xêrxwazek ji me re yeke baş xêz bike. |
|
14.12.2014 18:16 |
simurg56
![]() |
35. tişteke wiha? lê divê xetên gezkirinê hilûstir bin û belkî rengê pîvazê jî wekê sêva appleê metalÎk ve wê çêtir be. |
|
14.12.2014 18:20 |
uciezkvidyêvp
![]() |
36. (bnr: me her tişt safî kir vêca dora logoyê ye) |
|
14.12.2014 18:28 |
oxir
![]() |
37. dikare tiştek wisa be: |
|
14.12.2014 18:47 |
simurg56
![]() |
38. bi destên min ve hatiye afirandin. |
|
19.03.2015 01:34 ~01:38 |
remlavêj
![]() |
39. logoya nû logoya tirşikê/61638 ya ku ji aliyê remlavêj ve hatiye amedekirin tişteke hêja ye, bi dîzayn û rengê xwe bi awayeke nûjen hatîye çêkirin lê bacan ne çiklandî û dirêjkirî bûya û nivîsa " tirşik" jî li jor bacanê -dîsa bi awayekî nujen- nivîsadî bûya temam dibû. wekî nivîsê tenê "tirşik" bes e bi min |
|
19.03.2015 09:05 ~09:06 |
ceso
![]() |
40. vêga logoya ku remlavêj çêkiriye, ye. em binêrin ka vê carêw ê tirşikvan biecibînin. |
|
19.03.2015 19:25 |
simurg56
![]() |
41. logoya qasî logoya min watedar nîne lê ji ewa min nûjentir û pratîktir e.bi ser xêrê be. |
|
19.03.2015 19:49 ~19:53 |
bayesar
![]() |
43. Logoya hinekî amator e, bawerim dikare bibe mijarek ji bo duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê. ser xêrê be |
|
19.03.2015 21:39 |
azadixwaz
![]() |
45. li gor daxwazên we ji nû ve sêwirandim. |
|
20.03.2015 15:11 |
remlavêj
![]() |
46. Heta yeka xweşiktir neyê çêkirin a herî xweşik ev e. Destê te sax be remlavêj |
|
20.03.2015 15:33 |
mergehez
![]() |
47. gerek şamik, îsot û bacan pevre be. bes bi bacan tirşik çênabe û çênebûye jî. heke ku çêbûbe ji mir bÊjin. qey ez xelet zanim ha? |
|
20.03.2015 17:49 |
şexgarê delam
![]() |
49. zebzeya tirşikê tirş dike bacansor e, lewma dê bacansor pitir li ferhengê bêt. ya duyem jî bacanreş nêre, dişibe tiştekî, bacansor jî mê ye, xweşe... ji bo temsîlîyet û dîdarek çêtir ez bacansor pêşniyarî konseya rêveber dikim. ger bêjin me j' mêj ve bacanreş girtye û em qet bernadin, ji bo ferhenga demoqratîk û azadîya zayendan dikarin logoyek rengorengo çêbikin ku tê de bacanên sor û reş li hev dibişirin. |
|
14.04.2020 16:40 |
hespêsor
![]() |
50. Pêşniyara min jî ev e |
|
14.04.2020 19:19 |
brzn
![]() |
51. Logoya Bacana sor û îsot jê kêm e. Herdu jî hebin dê tam bibe tirşikek xweş. İmm. |
|
14.04.2020 19:36 ~20:08 |
xabûrî
![]() |
52. logoya ku tirşikvan bo wî zerzevatan pêşniyar kirin e. |
|
14.04.2020 20:15 |
brzn
![]() |
53. wek png ango backgrounda wê vala: Here lînkê |
|
26.04.2021 14:56 |
asîmanê sêwî
![]() |
54. pewiste ku ji nû de werê dizayn kirin, |
|
26.04.2021 15:45 |
merwano
![]() |
55. erê wille tenê bi bacanekê binefşî çênabe, divê hebek jê xweştir were dizaynkirin. |
|
26.04.2021 15:54 |
ezcan
|
56. Alternatîfek |
|
03.10.2023 14:53 |
horhorik
![]() |
57. (bnr: https://tirsik.net/index.php?peyam=143171) baş e ku te demarên wê xêz nekiriye * lê ceribandinek xweş bûye |
|
03.10.2023 20:51 |
kurê xelkê
|
![]() |
mirin [3] |
![]() |
zerde [2] |
![]() |
mey dost [3] |
mey dost [5] |
|
![]() |
mey dost [5] |