Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
şerê tirşikvanan - tirşik
şerê tirşikvanan
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. şerê ku ji ber lihevnekirinên ramanî, siyasî, civakî û dînî derdikeve holê.

gelek Mînakên wê hene. lê ez nabêjim.



21.12.2013 00:58 | dijber

2. (bnr: bila moderator endazer were guhertin)



21.12.2013 01:12 | endazer

3. (bnr: devjenîyên tirşikvanan)



21.12.2013 11:48 | karmatî

4. Şerê ku dibe sedema reşkirina tirşikê. Di van rojê danasîn û reklama tirşikê de ji kesên nû tên re dibin cihê nexweşiyê. Law ji xwûdê, yahova, bûda, ahûra mazda, tawisî melek, xweza ji her çi bawer dikin ji wî bitirsin. Ew qas keda duh hatiye dayîn tev vala diçe. Law ma duh 3-4 demjimar bê navber me danasîna tirşikê kir, em hişk bûn, dev ji karê xwe bereda ji bo hûn awha biherimînin? Heyran ev gengeşe bi tu derê ve narevin. Piştî çend roja hûn nekin dê çêtir be lê dîsa jî hûn dikarin bikin. Lê anha ne wextê wê ye. Ji kerema xwe mijarên xweş û dostane vekin û binivîsin, qe ne ji bo xatirê ewqas ked.



02.05.2020 13:54 | tîrêj zana 21

5. Gengeşiyên ku ji herdu aliyan ve jî dilê min li hev dixin û ez naxwazim mîjarên wiha bibînim.Jixwe ev tişt ne li gor formata tirşikê ne.
Kesên ku dixwazin chat/axaftin bikin bila (bnr: tirşik forum) heye ango dikarin bi rêya peyamên taybet ve bi hevre biaxivin û em jî tiştên bêkêr nebînin.



02.05.2020 14:01 | brzn

6. Şerê nivîskaran ne tiştekî xerab e, me dev û pozê hevûdu neşikandine.
Nîqaş û nirxandin û rexne her gav baş e.
Loma xwe ji gengeşî û nîqaş û şerê nivîskaran eciz nekin di nîqaşê de fikr û ramanên cuda derdikevin meydanê û bi vî rengî her kes ji hevûdu îstifade dike



02.05.2020 14:19 | ferhenga şikestî

7. gengeşî hebe lê bila sedema xeyîdandin û koçkirina ji tirşikê nebe.



02.05.2020 14:24 | kajav

8. Tiştekî normal e. Her cîhê însan tê de ye wê şahî jî hebe şer jî * Ji destpêka cîhanê de ev tişt wisa ye ma em ê li tirşikê biguherînin *



02.05.2020 14:25 | biaqila malê

9. Kêmasiya gelên rojhilata navîn bi taybetî jî ya me kurdan herî mezin ev e. Dema çend kes heman tiştî nafikirin an jî munaqeşe dikin wekî pevçûnek an jî şerek tê fam kirin. Lê ji bo pêşketin û xilasîye ev yek lazim e.



02.05.2020 14:59 | kalo

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şerê emu

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî