Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
navên axretî - tirşik
navên axretî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di nav kurdên misilman û sunnî de ji bo navên erebî/îslamî tê gotin..

gelek malbatên kurd yên misilman û sunnî çi ber hesasiyetên xwe yên dînî çi ji ber tesîra wez û nesîhetên şêx û mela û seydayan be bi pirranî dixwazin naveke ku di quranê de derbas dibe li zarokên xwe bikin..

carinan tiştên ecêb jî ji ber vê edetê/bîdeyê derdikevin holê..

wek ku tê zanîn d quranê de tenê ne nav û peyvên xweş lê peyv û navên xirab an yên nelirê Û nepêketî jî hene û tu dibînî ku hinek jê bêyî ku ji kesekî bipirsin an bişêwirin van navên ecêb li zarokên xwe dikin.. vêga wek nimûne ji bo vê tesbîta min tene navê aleyna yê tê bîra min..

li gorî ku baweriya xelkê ku dibêjin pêxember di hedîsa xwe de dibêje navên axretî li zarokên xwe bikin lê dema mirov li hedîsan dinêre îfadeyek wiha nîne, di hedîsan de tenê dibêje navên xweş li zarokên xwe bikin..



21.12.2013 08:20 | endazer

2. heman demê navên erebî.bawerîyek xelet e lê mixabin di nav gelê me de gelek zêde ye.wek li jor hatî gotin ya giring ew e ku mirov navek xweş li zarokên xwe bike.ji alîyek din heke mirov bixwaze navê axretî dane jî ev nayê wê wateyê ku her navê erebî axretî ye.mînak wateya navê hacer çî ye ? hacer tenê tê wateya kuç,kevir.vêca ew axretî ye ? şuna hacer şîlan,dîlan,evîn,mizgîn gelek xweştîr e.



08.01.2014 19:38 | feqiyêteyran

3. dema ez bêjim ev jî rêbazeka pişavtinê ye hevalên min dibêjin hûn yekcar bûne paranoya. lê ez dîsa vê yekê diparêzim. gellek nav di herdû zimanan de jî di heman wateyê de ne çim yek ji yê din çêtir be. wekî din em wateyan gellek navan jî heya dawiya umrê xwe nizanin çend kes hene tu dibêjî wateya navê te çi ye? dibe di quranê de derbas dibe. wekî yemliha, makselîna, aleyna, şûheda hwd. carinan jî ji bo ku li guh xweş tê van navan li zarokên xwe dikin



15.05.2014 12:32 | renas

4. tişteke bêbingeh e. di dîn de jî tişteke wilê nîn e. min ji gellek melayan pirsî wan jî got tiştek wilê nîn e, dîn dibêje navên xweş û baş li zarokên xwe bikin, yanî nabêje navên erebl li wan bikin. jixwe ne li cem farisa ne li cem tirka ne jî li cem ereba tiştek bi vî navî tiştek wek vê nîn e. ev tişt ji bo ku kurdî hîn bêhtir bê bişaftin hatiye derxistin. virek e, derewek e, bêbextiyek e. vêca di van salan de hêdî hêdî ev tişt ji holê radibe lê ji wê xirabtir êdî tu kes kurdî nîşanî zarokên xwe nake. wan bi zimanên din mezin dikin. yanî her malxirabî ye.

(bnr: nifşên nû yên ku navê wan bi kurdî lê kurdî nizanin)



19.07.2014 17:56 | xendekî

5. navê min e. lê weke li jor hatî gotin baweriya min jî pê nayê.



19.07.2014 20:03 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» navên dirêj

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî