Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    28 mijar û 39 peyam
    dengbêj - tirşik
    dengbêj
    (5) (2) (20)
    di mijarê de bigere

    2. nobedarên zimên û çanda bi kurmancî.



    2013.07.10-11:23 | sîsîfos

    3. belavkar û berhevkarê zimanê kurdî, nobedar û xizmetkarê çanda kurdî.



    2013.07.10-17:26 | azadixwaz

    4. berevajiya texmîn û zanîna gelek kesan peyva deng ya di peyva dengbêjê de ne ew deng e ku ji devê me mirovan bi rêya têlên bêhnvedanê derdikeve .. dengê di peyva dengbêjê de tê wateya nûçe û mesele û hewal û hewadîsan.. piraniya pîr û kalan hê jî ji bo nûçeyan dibêjin deng û behs heta di zaraveyê soranî de jî ji bo nûçeyan dengûbas tê gotin.. ji xwe dema mirov bala xwe dide kilamên ku dengbêj distirên piraniya wan ji destanên ku behsa bûyer û rûdanên di çaxên xwe de qewimîn dikin..
    yanî ew teza fantastîk ku dibêje dengbêj yê ku bi 'deng'ê xwe dibêje û distire -ez ne xelet bim Mehmet Uzun jî di pirtûka xwe ya bi navê dengbêjlerim de vê şaşiyê dike, Xwudê zane belkî çavî û kaniya vê tezê ew bi xwe be jî- xelet e. Dengbêj ew kes in ku dengûbehsan, nûçe û hewadîsên kevn bi miqam û qeyde dibêjin. Wek çîrokbêj.



    2013.07.10-17:38 ~2017.05.06 23:51]| endazer

    5. kesên ku ez dibêjim axxx xwezi min jî bikarîya wek wan bistira in.bi saxîya wan iro kurdî winda nebuye.hezar sipas ji wan re.ez gelek hez stranên dengbejan dikim ,xwedê emrek direj bide wan.



    2013.07.10-09:46 | feqiyêteyran

    6. kurdî xistini dawa xwe û nehiştini bi erdê heri



    2013.07.26-03:57 | serhed7

    7. dengbêjê min huseynê mûşî ye.



    2013.07.26-15:34 | arami

    8. şemdin bi salan bernameyên tv yê yê li ser dengbêjan çêdike..



    2013.07.26-17:07 | arami

    9. dengbêjê yekemîn ê em dizanin: (bnr: heredotos)ê yewnanî ye.



    dengbêje yekemîn ê kurd: (bnr: evdalê zeynikê) ye.



    dengbêjê ez ji wan hez dikim: (bnr: dengbêj reso) (bnr: şakiro) , (bnr: mihemed arifê cizîrî) , (bnr: salihê qûbînî)



    2013.07.26-17:16 | seydayê_peyvan

    10. bi giranî li gundan dema ku mirovên pîr û qal dicivîyan yek ji nav wan derdiket û destpê dikir: lê lê lê lê lê lê lê, ev lê lê niv saetê berdewam dike, peyre lo lo destpê dike. di navbera stranan jî dengbêj dibêje: ji kerema xwe re qedehek av bîn



    2013.08.06-03:38 | firat

    11. kê gotiye kengî gotiye nizanim lê..



    ''..taximê sing û berê te defter e/

    w'ez ê mîna hafizqur'anekî, hafizqur'anê welîcamiya diyarbekrê

    ji êvara 'eyda qurbanê, hetanî destê sibê dixwînim li ezber e

    xwedêyo, rebiyo sibhan ji dana te re

    çiqas xuyabû deqa navbêna cotê memikên vê karîxezalê, navê elah û ekber li ser e!..''



    2013.12.17-04:41 | endazer

    12. (bnr: zîryab)



    2013.12.17-10:15 | nazim tolhildan

    13. hinek ji wan bi simbélén xwe distirén ( bnr: hozan aydın)



    2013.12.18-01:28 | doktorodi

    14. Dengbêj ev e ; (bnr: evdalê zeynikê)



    2013.12.18-01:34 | ceso

    15. (bnr: medamed21)



    2014.03.02-01:13 | bablisork

    17. Bernameyeke trt kurdî ye. Ji bo min bernameyên hemû Trt Kurdî aliyekî ev aliyekî ve.
    Bi amûrên mûzîkê re terzeke nû afirandin bi awayekî profesyonel bi Standarda cîhanê vê îşê dikin. Asta dengbêjiyê bilindkirin.

    Pêşkêşvanî û dengbêjiyê Metin barlık gelek serkeftî ye, kilamên tê gotin li ser wan de disekine û derheqa hikayeta wan bi firehî agahî dide.

    (bnr: metin barlık)
    (bnr: mihemed agirî)



    2017.05.06-22:19 ~22:24]| mîr

    18. ez jî tevlî vê peyamê dibim: dengbêj/2448

    li gor gelek kesan di peyva dengbêjê de deng sewt e ango bi tirkî "ses" e. em bala xwe bidin li ser peyva deng yê ku di nav xelkê de ji xeynî me'neya xwe ya ewilîn bi çi awayî tê emilandin. em gelek caran seh dikin ku dibêjin deng û behs; gelo çi têkiliya wan heye?

    di zimanê kurdî de cotepeyv hin caran bi peyvek kurdî û erebî an jî bi zimanekî din ê biyanî tê çêkirin ku her du jî di heman wateyê de ne. wek; şert û merc, eşq û evîn hwd. di cotepeyva deng û behs de jî her du peyv heman tişt in. ango wateyeke din a deng jî behs e.

    loma dengbêj ew kes e ku behsan dibêje ango behsbêj e. di soranî de jî “dengo” tê wateya “rîwayet”ê. mînakek jî ji romana heciyê cindî ya bi navê “hewarî”yê: “wan çaxan deng belav bû, got...” (çavkanî: mazlûm doxan, tirkîfîkasyona xwemalî)



    2020.03.24-19:12 | tizbîkêş

    19. Bi xwendina pdf'a hejmara taybet ji bo dengbêjan a kovara Esmer'ê ez hîn bûm ku piraniya wan di nava feqîrî, belengazî û bê xwedîtiyê de jiyane.



    2020.03.30-18:32 | xabûrî

    20. xemxurên gelê kurd in, van rojên dawî omer gunes û ibrahim sahin ji kilamên dengbêj şakiro û dengbêj reso du antolojiyên hêja amade kirin e. pêwîste her kurd peyda bike û li ser van antolojiyan hûr bibe.



    2020.03.31-02:30 | mansûr

    21. Dîrokên zindî ne lê belê em qîmet nadin wan tiştan. Mînak (bnr: seyîdxan boyaxçî) dengbêjekî hêja ye lê niha birçî û nexweş e û gotiye "dema ku ez mirim bila kes neyê li ser gora min" ji ber ku piraniya me hevalên demên baş in, mixabin.



    2020.03.31-02:36 | roz

    22. Helbet dengbêjên hêja gelek in lê dema mirov bêje dengbêj berî herkesî Şakiro tê bîra min. Min dixwest ku zanistên Swêdî kilamên Şakiro veguherandina serumê û ji damarên berdana bedena min.



    2020.03.31-19:09 | bedirxan

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    aferîn [1]
    Peyveke Kurdî ye. Ev peyv hem tê wateya pesindarî ye û hem jî tê wat...
    tiştên ku tirkan li mirovahiyê zêde kirine [3]
    gelekin , bi sedan textorên tirk ê navdar henin . û gelek endezyarên ...
    sedemên nexweşikbûna xortên kurd [2]
    bila kes dilê xwe negire ger nebêjim ezê biteqim..
    du tişt hene...
    kêmasiyên alfabeya kurdî [5]
    Kêmasiyên ku tên bilêv kirin ne kêmasiyên alfabeya kurdî ne ,kêmasiyên...
    tiştên ku tirkan li mirovahiyê zêde kirine [1]
    Bi saetan difikirim lê tu tişt nayê hişê min. Na Na hovîtî belê hovîtî...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » dengbêj gazin

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman zimanpeyv
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî