Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; occo mahabad
peyamên çepikkirî

7146. min li fuara amedê occo dîtibû wîîî çiqa qeşenq bû ax occo tu mi nastînî nakî helbestek,şairê herî dînik herî cuda.occo occo çiqa te ji hez dikim wîîî wîîî mala minn axx occo ez sewa va helbestê dimrim bila kesên hesûd re were Qaçax…

li ser sînga min

şopên destên te

kor û lal û kerr…

li ser zimanê min

germahiya devê te

kesk û sor û zer…

li ber laşê min

çavên te qaçax qaçax dikenin

tu qaçax qaçax şa dibî

evîn qaçax

qêrîn qaçax

tu qaçax…

li ser laşê te qaçaxek

qaçax qaçax xwe dide te

qaçax qaçax di erdên te de xwe vedişêre

awirên te qaçax

hezkirin qaçax

ez qaçax…occo mahabad



02.06.2013 23:36 | simurg56

16541. piştî lokman polat duyemîn nivîskarê kurd e ku bûye wek têgehekê. Navê vê têgehê 'occo' ya jî 'occokî' ye. mîsal em bibêjin helbestek bişibe yê lîseyiyan, meriv dibêje 'çi helbestek occokî ye vêya', an jî asta sohbetekê pir ketî be, meriv dibêje 'çi sohbetek occokî bû yaw'. di occoîzmê de nivîskar bi kêmastiya xwe nizane, xwe di asteke baş de dibîne û bi ser de jî birrek murîdên wî hene ku ji ber çepikên wan nivîskar nikare li xwe guhdar bike û bi vê yekê asta wî ya occoyê bilind dibe.



06.06.2013 19:21 | brusk56

16543. pexşaneke loqmankî birayê helbesteke occokî ye *



06.06.2013 19:21 | brusk56

33831. Tu dibê jê qey cemal surreya bi kurdî masturbasyonê dike. Evîn,azwerî,xilik û gilik ser çava lê hinek jî estetîk û kurahî hevhevalê tinto-can...



17.06.2013 00:01 | endazer

99566. îro di ezmûna min a dersa alfabeyên kurdî de qaşohelbesteke wî bi tîpên kurdî yên kîrîlî wek pirseke hatibû pirsîn da ku diviya min biziviranda tîpên kurdî yên latînî. mixabin rewşa aqademiya kurdî ew e ku kesekî wek occo mahabad ji aliyê qaşomamosteyan ve tê ecibandin û qaşohelbesta wî di ezmûnê de derdikeve pêşberî me, xwendevanan.

nîşe: ev bûyer li zanîngeha mûşê di beşa ziman û wêjeya kurdî de rû da.



26.10.2013 15:08 | tariq