Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
occo mahabad - tirşik
occo mahabad
(27) (1) (4)
di mijarê de bigere

16. ê ku bi awayekî ecêv, xwediyê gelek hezkirî û heyranan e .

facebookê de, li ser wêneyên tewşomewşo, helbest an jî hevokên heta binî jirêzê dinivîse û bin re jî navê xwe dinivîse. lê tu lê dinêrî 200 kes ecibandiye. 50 ji van hesaba wî bi xwe be, 150ê din ji ku hatin ? mirov dimîne ecêv mayî.



20.11.2013 23:15 | brusk56

17. şairê gewre, di tirşikê de jî di nav şairên kurd de piştî arjen arî û rênas jiyan, şairê herî popÛler e.. hema bêje her şev li ser facebookê ez dibînim ku hevalek di kartpostalekî ku li ser helbesteka occo heye tê etîketkirin.. bi qewlê çapemeniya tirk îşte ew helbest:



''li ser bedena min

bêhn û xwêdana memikên te mane

her şev

gilî û gazinan dikin

her şev

nifiran dikin

dîsa were-dîsa dîsa..''



24.12.2013 01:16 | endazer

18. îro occoya min pir bilind bûye...

Nîşe: occo= qabiliyeta kelevajîbûnê



05.01.2014 21:20 | maro

19. helbestvanê ku bi rastî gelek meraq dikim navê wî çawa tê bilêv kirin. okko ? occo ? kîjan ?



06.01.2014 00:06 | brusk56

20. helbestvanê ku navê wî wek "occo" tê bilêvkirin.

lê ez car car jê re dibêjim "kek baran" ;)



06.01.2014 15:28 | borazboz

21. ev çi occo occoya we ye tênegehiştim



06.01.2014 16:44 | bagurdan

22. ji devê ocoo mahabad: ''Occo Mahabad ezilen,sömürülen,direnen halk kitlelerinin sesidir.Yeri gelir gösteride öldürülen çocuktur,yeri gelir tankların önünde namaz kılan annedir,yeri gelir çok kötü çalışma koşullarıyla 20 saat çalışan işçidir,yeri gelir uluslararası tekellerinden kıskacında sefalete sürüklenen köylüdür,yeri gelir linçlenen travestidir,yeri gelir dışlanan aşağılanan eşcinseldir,yeri gelir ucuz işgücü bile olamayan işsizdir,yeri gelir Brakuji-kardeş katlidir,yeri gelir dağda özgürlük mücadelesi veren gerilladır,yeri gelir işkence gören candır…

Occo Mahabad sömürülen,acılar çeken,direnen halkın şiir işçisidir…''



ji bo temamê hevpeyvînê: http://goo.gl/xWsrFQ



deepnot: xêra xwe bila camêrek vê metna li jor wergerîne kurmancî, ez b xwe re nabînim..



07.01.2014 06:34 | endazer

23. bi xwedê ji min re wisa tê ku hemû helbestê xwe dema hevşabûnê dinivîsîne.



07.01.2014 16:54 | xewnname

24. piraniya helbestên wî li ser evîn,evîndarî,hezkirin û dilketinê ye.



07.01.2014 19:37 | azad zagros

25. helbestvanê ku aniha derbarê wî de, ji ehmedê huseynî û rênas jiyan derbas bûye. hindik maye bigihe arjen arî.



07.01.2014 20:07 | simurg56

26. Ka Guhdarî Bike:





08.01.2014 11:43 | borazboz

27. şairê ku bi awirek şiîrek, bi ramûsanek du şiîr û bihevşabûnek pirtûkek şiîr dikare binivîse.



09.01.2014 02:06 | ceso

28. carna difikirim dibêjim gelo yekî çek berra serê occoyû dayiye û bi zorê darê jê re dibêje helbest binivîse?



24.01.2014 17:00 | ferhenga şikestî

29. camêrê ku navê wî ji helbestên wî balkêştir e..

yên ku wateya occoyê dizanin bila xêra xwe me jî jê agahdar bikin..



24.01.2014 18:21 | endazer

30. (bnr: dûzan'a occam)



24.01.2014 20:48 | xurufi

31. occo di zimanê aborjîniyan de tê wateya jiderguşketî..



24.01.2014 23:07 | ferhenga şikestî

32. helbestek wÎ:



herkes tiştekî dixwest

min destên te yên biçûk dixwest

destên te

rûyê min

dilê min

bedena min germ dikir

di destên te de

tîna tenêtiya min dihat şikandin

di destên te de

min derdên xwe ji bîr dikir

di destên te de

ji nû ve dihatim afirandin…







haho guciyano birevin, birevin û li paş xwe nenerin... ev çi bÛ bavo!!



06.04.2014 22:15 | mergehez

33. Tu dibê jê qey cemal surreya bi kurdî masturbasyonê dike. Evîn,azwerî,xilik û gilik ser çava lê hinek jî estetîk û kurahî hevhevalê tinto-can...



08.04.2014 00:11 | birho_fîlo

34. ji vir çend sal berê min jî nêt kir û min got ez jî gere helbest binivîsim û min bi qasî deh heb jî nivîsand jixwe heta çend meh berê jî li cem min bûn paşê min got ez bi objektivî bixwînim helbestên xwe, ez li xwe mikur hatim ku helbestên min pênç qirûş jî nake û min xwe bi xwe got; ''serhado! bargirano, helbest ne karê te ye xwe di dinê elem de belasebeb rezîl neke dev jê berde." min dev jî nivîsandina helbestan berda lê ez dikarin sond bixwim ku helbesta min a herî xerap jî ji helbestên occo'yî yên herî xweş jî xweştir û geştir û maqultir bû. hûn dixwazin bawer bikin dixwazin nekin...



08.04.2014 00:59 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» occo mahabad ji min re nameyekê binivîse
» mahabad

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî