Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 47 peyam
whatsapp - tirşik
whatsapp
(12) (4) (9)
di mijarê de bigere

1. bernameyeke telefonên biaqil e ku mirov bi vê bernameyê dikare -bi riya înternetê- belaş peyam, vîdyo, wêne bişîne telefona hevalê xwe.

bername serkeftî ye lê piştî bikaranîna salekê êdî bi peretî ye.

piştî sala we ya belaş qediya mirov dikare derbasî viber bibe. ji ber ku heman tiştan viber jî dike û hertim belaş e. ji aliyê din ve bi viberê mirov dikare axaftina belaş jî bike.



22.06.2013 19:52 | simurg56

2. bernameyekî pir kêrhatî ye .

hema bêje di telefonên hemû kesên ku xwediyê telefonên biaqil in de heye.

erka xwe gelek baş tîne cih û ji ber vê jî bi milyonan kes bikartîne . min vê bernameyê demekê rakiribû, paşê beriya 2 rojan min dîsa li telefona xwe saz kir. ew peyamên ku dema bername di telefona min de tunebûn hatine şandîn jî derxist hemberê min. û di nav wan de wêne felan jî hebûn. min got welle helal be ji we re.



05.08.2013 00:54 | brusk56

3. bernameya buye belaya serê min e. ji ber vê bernameyê bi zorê tê xwestin ku telefonek li min bidine kirîn. wey xwedêyo min ji van kesan rizgar bike.



06.08.2013 02:04 | azadixwaz

4. bernameya ku ger tune be, êdî tu kes bi te re nabe hezkirî . pêşîn ev tê pirsîn. ew qas giring e *



06.08.2013 02:05 | brusk56

5. nexwe bernameya "wey li min, wey li min" e.



06.08.2013 02:09 | azadixwaz

6. mijara medyaya sosyal ya îro ye.

derbarê programê de peyameke xapîner li hawirdor digere û herkesî dixapîne. peyamê de tê gotin ku "whatsapp serasala xwe ya 10. pîroz dike. ger hûn vê peyamê ji 10 kesan re bişînin, wê whatsappa we bibe belaş. ger hûn bawer nekin, li malpera whatsappê / www.whatsapp.comê binêrin."



tu kes li malperê nanêre û cîda pê bawer dike û ji hev û din re dişîne. peyamek ji min re jî hat, lê ez navê camêrî nadim. nivîskareke tirşikê ye *

berî her tiştî, berî 10 salan ne whatsapp hebû ne jî telefonên biaqil.

ya duyemîn, malpera ku hatî dayîn de jî tu nûçeyek wisa tune.

ya sêyemîn jî, yaw jixwe whatsapp sala pêşîn belaş e, paşê jî salwexta wê 1 dolar e, ma dihêje??



11.09.2013 10:13 | simurg56

7. bÊHTIR DI NAV CIWANAN DE TÊ BIKARANÎN. TÊ GOTIN KU faCEBoOKÊ WahTASAPP BI 16 MILYON DOLARA KIRIYE.



20.02.2014 02:37 | seydayê_peyvan

8. bnr ; http://www.chip.com.tr/haber/gecenin-bombasi-whatsapp-artik-facebook-un_45521.html



20.02.2014 09:44 | hemokrates

9. bi reqemeka wusa hatiye firotin ku nivÎskarÊ mamoste hÊ şaş kiriye. tÊ gotin ku facebookÊ ew bi 16 bilyon (mÎlyar) dolara kiriye. ne 16 milyon. bila bi xÊr be.



20.02.2014 11:47 | cinorek

10. (bnr: kakaotalk)



20.02.2014 11:48 | cinorek

11. Facebookê bi 16 mîlyar dolaran wê kirîtiye. Bi rastî ji messengera Facebookê kêrhatîtir e û xweştir e. Lê belê, dîsa jî, meriv messengera Facebookê zaftir bi kar tîne.



20.02.2014 11:56 | tolazek

13. bernameya ku min gellek caran li telefona xwe bar kiriye û paşê ji ber ku jê aciz bûme min jê biriye.



20.02.2014 16:17 | oxir

14. bERNAMEYA KU BI TAYBETMENDIYA XWE YE ''DÎROKA HERÎ DAWÎ A HATÎ DÎTINÊ'' (SON GÖRÜLME) DIKARÊ SERÊ HINEKAN BI ÊŞÊNE. dEMA MIROV BI YEKÎ RE DERENGÊ ŞEVÊ BI RÊYA WHATSAPPÊ SOHBET BIKÊ EW DÎROK Û SEETA KU BI KESÊ KU AXAFTIN KIRÎ RE EŞKERE DIBÊ..kESÊ KU BIBÎNÊ MIROV BI HINEKAN RE SEET 3YÊ, 4Ê ŞEVÊ AXAFTIN KIRIYE BIVÊ NEVÊ MIROV GUMANA DIKÊ...



20.02.2014 19:38 | nan û av

15. bernameyek kêrhatî ye. ez bixwe taybetî ji bo şandin û standina wêneyan bi kar tînim. eslê xwe de gelek alternatîfên wê yên ji wê çêtir jî hene, lê ji ber ku ev ji hemûyan zêdetir populer bû, êdî herkes mecbûr dimîne ku wê bi kar bîne.

normalê de, divê piştî salekê mirov ji bo salekê 1 dolar pere bide lê heta niha ji min nexwestiye. (ev du sal in bi kar tînim)

vê navberê de, bi bûhayek gelekî baş hatiye firotin. tê de zêde reklam jî tune bû çawa hêjate evqas pereyan nizanim...



20.02.2014 22:02 | simurg56

16. bernameya ku vaye 3-4 saet e naşixule.

beriya 2-3 rojan facebookê kirî vî bernameyî înşallah tu têkiliya vê yekê bi vê rewşê re tune be.

di vê navberê de, dibêjin hackerên kurd hack kirine.



23.02.2014 00:02 | brusk56

17. ez hêvîdarim ku vê neşixuliya vê ziqqimê ne elameta tiştekî nuh û beredayî ye. NUHA DIVÊ EZ BI YEKê RE FLORT BIKIRAM. XWEDÊ zANE JI SERÊ wî ÇI TIŞTAN DERBAS DIBE nuha. ax marko ma gû hebû TU WHATSAPPÊ KIRÎ... ÇAVBIRÇIYA MIROVÊN MODERN XELAS NABE; NA YABO balo dest me nekin.



pênas: bernameya ku HETA çar-pênç seat berê gelek kêRhatî BÛ; LÊ NUHA MIN GELEK ACIZ DIKE.



23.02.2014 00:41 | biruya hayao miyazaki

18. bernameyeke ku em dikarin di kombersê xwe de jî têkevin. pir hêsan e. ji vê lînkê bernameya bluestacks daxin: http://www.bluestacks.com/bstk-download-success-2.htm

dûvre di bluestacksê de ji google playê whatsappê daxin û qediya. lê çend kêmasiyên wê heye.

1- hew tîpên îngîlîzî dikarin bê bikaranîn.

2- ketin û derketin pir dilebikînin.

3- peyamên ku hûn ji cÎhazekê dişînin Û distînin di cîhaza din de nayê dîtin.



01.03.2014 13:52 | mergehez

19. bernameya ku çima versiyona komputeran dernaxe, nizanim. belkî ji ber tunebûna nimroya telefonê ya komputeran be.. lê ez bawer in ev ne problemek mezin e.

ev program bi 19 milyar dolaran hat firotin. ger whatsapp ya erdogan bûya, belkî wê demê evqas pere nediziya û tirkiye neketa vî halî. carina bernameyek 4-5 mb dikare welatekê/hikumetekê rizxgar bike. tew...



01.03.2014 13:56 | simurg56

20. sepana ku taybetiya wê ya grup'ê gelek kêrhatî ye.

mirov weke mînak ji hevalên xwe yên kevin yên malê komek ava dike û dema peyamek bişîne vê komê, peyam diçe ji wan hemû hevalan re. bikaranîna wê hêsan e fonksiyonel e.



24.05.2014 10:51 | simurg56

21. sepana komên wê yên endamên wan zêde de pir peyam tên avêtin û dibe sedem ku hema tim û tim bibe vîtevîta telefonê.



24.05.2014 12:11 | azadixwaz

22. (bnr: sedema kirîna telefoneke biaqil)



05.07.2014 09:49 | azadixwaz

23. cireke min ê ne xweş heye ku ez her dixwazim ji tiştên popûler dûr bim. ji loma bernameya ku min li telefûna xwe bar nekiriye û bar nakim jî *



05.07.2014 23:06 | oxir

24. bernameya ne ji ber populerbuna wê lê ji ber sedemên meslekî hatî daxistin.



05.07.2014 23:15 | azadixwaz

25. Bernameya ku êdî şûna wê (bnr: viber) ê bikar tînim.



24.11.2014 03:04 | xendekî

26. Sepana buyî parçeyeke jiyanê. Edî bêyî wê jiyan aloztir e.



01.02.2015 21:18 | azadixwaz

27. di nav kurdan de piranî weke whatşap jî tê gotin.



24.02.2015 22:12 | simurg56

28. Bernameya herî ewle ya jîrfonan e. Ji ber ç?

Ji ber ku ev bername qeydên xwe, peyamên bikarhênerên xwe nade dewletan. Gelek dewlet ji ber vê dixwaze whatsappê asteng bike. Herî dawî serokê inglîstanê digot terorîstên bûyerên xirab dikin bi vê bernameyê dixebitin, ji ber wê ji whatsappê hin tişt xwestibûn lê whatsappê nedabû.



niha 700 mîlyon bikarhênerên wê yên çalak (aktîv) hene. ev hemû jî ji ber vê taybetiya wê ye.



24.02.2015 23:57 | xendekî

29. taybetmediyeke kêrhatî ya telefonan e, niha jî hewl didin ku vê bernameyê li gorî kombersê jî dîzayn bikin û li ser kombersê jî bixebite..

ji xeynî şandina peyaman bi kêrî tiştên din jî tê, mariv pê wê dikare mûzîk, wêne, video bişîne û dengê xwe qeyd bike bişîne.

piştî vê bernameyê mal li sms'ê şewitî û qurretiya ipone'yê ya ku ji telefonan mûzik û wêne falan nedigirt jî hilweşiya

piştî vê bernameyê tu girîngiya bluetooth'ê jî nema, mariv pê wêya hêsantir dikare tiştina bişîne



04.03.2015 00:10 | ferhenga şikestî

30. di serdemên modern de, di navbera kesan de, piranî jî cotan de, alava têkilyê.



04.03.2015 00:53 | diclefirat

31. Bi taybetî taybetiya komê ya vê bernameyê gelek kêrhatî ye. êdî her kes ji xee re kom vedikin û axaftinên xwe li wir çêdikin an jî bangewaziyên xwe ji wir dikin.bi vî awayî bi peyamekî haya herkesî ji meseleyê çêdibe..



04.03.2015 07:58 | brusk56

32. sepana niha êdî bi wê axaftina bideng jî dikare bê kirin e. hema li ser ekranê wextê tiştek tê nivîsandin pêl li işareta telefonê kirin bes e, yekcar derbasî axaftina bideng dibe, pir kêrhatiye wileh.



31.03.2015 21:59 | azadixwaz

33. (bnr: mala xwedê ava)

sepana ku herî dawî taybetiya lêgerînê anî. heta niha tenê ji bo peyam nihêrtinê sepana herî xurt bû, niha îcar mirov dikare lihev jî bigere. Va salek bû behsê dikirin dawiya dawî hat. Bixêr hat.



31.03.2015 23:14 | xendekî

34. xweş bername ye lê êdî êdî dibe bela. yaw bi taybetî piştî ev komên di whatsapp ê de ev qas berbelav bûn êdî serê xulekekê peyamek tê. mirov nikare nîv saetan telefona xwe dane erdê.

weke mînak di whatsapp a min de ji bo maçên halisahayê komek, komek ji bo hevalên me yên intern, komek ji bo koma me ya stajê, komek ji bo pismam û dotmaman, komek ji bo hevalên nêzik ..



eslê xwe de derfetek zêde zêde xweş e. hemû kom jî gelek kêrhatî ne û karê mirov gelekî kurt dikin. lê ev derfet bi xwe re peyamên vala jî tîne ku ew jî wextê mirov distîne..



31.03.2015 23:28 | brusk56


36. nizanim ev çi ye



01.04.2015 14:34 | bijêrvan

37. bernameya ku tê gotin wê dimek zû de taybetiya axaftina bidîmen jî biweşîne.

agahiyek fermî tune, çavkaniya nûçeyan jî ev malepra bi elmanî ye: Here lînkê



ger ne di demek nêz de be jî, wê rojekê bêguman ev taybetî jî were. jixwe di gelek bernameyên din de heye.



24.12.2015 22:18 | simurg56

38. bernameya ew yek tirşik dido navê şarjê bi meriva nahêlin, bernameya jî rîyê wêda çend deqê carkî ji sîstema tirşikê têm avêtin, sepana dema lazim dibe bardikim wekî din dibêjim rave! rav ! çevê min bite nekebe.. nahêlim deqekî li ser telefonê bimîne.



24.12.2015 23:45 | shorbevan

39. (bnr: web.whatsapp.com)



28.12.2015 20:18 | simurg56

40. Tango hezar carî lé çétire.



29.12.2015 13:28 | medovskî

41. di nava bernameyên peyaman de hê jî herî populer ev e..

di serê salê de ji bela xirecira peymanên serê salÊ, ji eyar de ketibû, hilweşiyabû loma jî me bala xwe dabû viber, tango, line falan û bêvan..

bi ya min bernameyên dî ji vê xweştir in, di vÊ bernameyÊ de gerîn heye lê gerîna bi dîmen hê jî tune ye di yÊn dî de hene lê hê jî ev populer e û zêde tê karanîn...



03.01.2016 13:31 | ferhenga şikestî

43. bernameya ku ev çend roj in îmana min jê çû. ji ber ku nehatiye rojane kirin venedibû. paşê min jî bi temamî ji têlefonê rakir da ku ji nû ve bar bikim. lê niha jî nikarim bar bikim.



15.10.2016 13:25 | nazim tolhildan

44. sepana ku bi ligel hebûna înternetê jî naxebite. piştî 04.10.2016 binçavkirina parlamenterên hdpê li bakur û tirkiyê înternet hat sînorkirin. ji ber wê jî whatsapp niha naxebite



04.11.2016 14:48 | mergehez

45. li cem min jî nedixebitî, dema dixebitî jî baş nedixebitî carinan qut dibû.



04.11.2016 21:51 | xwedêda

46. hê jî naxebite..



05.11.2016 11:41 | bûtîmar

47. yek ji sepanên kêrhatî ye; dewletê li gor gotina binali yildirim ji ber ewlehîyê sekinandiye, hinekî jî kêm kirine. li gor sazîya dewleta tirk jî ji ber lawazîya înternetê ya giştî ye. lê mesele wek serokwezîrê wa gotî ji ber ku parlementerên hdpê hatin girtin hemû ev e.

lê çareserîya wê he ye: vpn
di appstoreê de jî, di play stroeê de jî heta te bivê vpn he ne, yekî bar bike û veke; malpera tu dixwazî wê vebe û whatsappê de jî ti arîşe dernakeve.
hotspot shiel vpn hem appstore hem play stroeê de he ye, gelek baş e.
ez nija zenmateya playstroeê bikar tînim



05.11.2016 13:32 | xendekî

48. ev çiye yahû?

Tu ne endamek kevin î! Agahî: Tenê nivîskarên tirşikê yên kevin û hinek peyam nivîsandî, dikarin peyamên siyasî yên di tirşikê de bibînin.
Ger te problemek hebe binivîse vir: simurg56@gmail.com
(Ger te têketinê nekiribe jî here têketinê bike)
J'xwe re têkeve



05.11.2016 17:22 | xwedêda


51. ji me ser xêrê be, whatsappê dest bi vîdyoyê jî kir. Bi xatire skypeyê



17.11.2016 09:37 | kerboran

52. bernameya ku wê di darbeya bê ya tirkiyê de, şûna facetime'ê bigire û tirkiyê ji darbeyê xelas bike.



17.11.2016 09:49 | simurg56

53. Hatiye rojanekirin. Ferqa wê û snapchat ê nemaye. Hew ev ji me kêm bû.



24.02.2017 02:51 ~02:52 | biaqila malê

54. guheriye lê bi ya min ne problemeke ewqas mezin e, ger li hesabê we neyêt hûn ne mecbur in li wÊneyên ku hatine parvekirin binêrin.



24.02.2017 15:53 | ferhenga şikestî

55. Sepana ku kirasê instagram û snapchat 'ê li xee kiriye. Ji binî Ne hewcebû. Ida ji Armanca xwe bihûrî û wê xwîna (wextê) mirov bimije.



25.02.2017 02:22 | gumgumok

56. Guyê xwe li whatsapp ê jî kirin ser xêrê be!



25.02.2017 18:08 | xwelî li ser

57. Di malpera wergerê de zimanê kurdî nîna.
Here lînkê



14.04.2017 21:44 ~21:45 | cûndûllah el-kurdî

58. Topa ûris lê keve . Xêrên wê xirabiyên wê kêmtir in.



26.09.2017 23:33 | robar cilo

59. mixabin kurdan dipişivîne (asîmîle dike), kurdên ku her dem bi hev ra bi kurdî xeber didin, gava tê ser whatsappê ji hev ra bi tirkî dinivisînin, ji ber vê yekê çêtir e mirov peyama dengî bişîne.



26.03.2020 07:35 | afa

60. App'a ku min jê birîye. Ser ê min rehet bu. Her gav min dixistin koma. Rewşa kesikî jî nama dibinim. Instgram jî jê birim. Pêşnîyarî we dikim hûn jî jê bibin.



02.04.2020 00:56 | dilreş

61. Sepana ku li gor gotûbêjan taybetiya dinivîse, çalak û çalakbûna dawî rakirine. Mirov çalak e, yan dinivîse-nanivîse xuya nake.

Bi ya min xweş nebûye. Ferqa sepanê ji mesengerê nemaye. Zikobeg ji vî xeletî vegere! *

Edît: dibe ku pirsgirêkek çêbû be. WhatsApp niha wek berê dişuxile.



19.06.2020 21:22 ~2020.06.20 01:35 | kajav

62. Piştî vebizava dîsa hat serast kirin. Bi min nûjena nû jixwe tiştekê elo tewşo bû.



19.06.2020 22:58 ~22:59 | yûsiv

63. sepana ku îro serê sibehê li ser me girtiye û bi çavên xew peymaneke bi me da ye qebûl kirin.
li gorî vê peymanê êdî whatsapp agahiyên di derheqê me de dikarê bi facebookê parve bike.ev agahî:
-peyamên me
-agahiyên hesab
-rewşa whatsappê
-lînk
-lokasyon
-telefona ku em bikartînin
-....


heya 8ê vê mehê divê hemû bikarhêner vê peymanê qebûl bikin, yên ku qebûl nekin êdî ji 8ê mehê pê de nikarin bi kar bînin.
Here lînkê



07.01.2021 17:36 ~17:37 | merwano

65. sepana ku hejmarekî mezin yê bikarhêneran dev jê berdaye. gelek kes derbasî telegram an signalê bûn.



07.01.2021 23:59 | hueyn

66. min bê ilimê xwe qebul kir.karên min Whatsapp ê tine bana min zude jê bira.



08.01.2021 00:40 | dilreş

67. aniha hemû çapemeniya tirka dibên whatsappê berdin û bipa turkcellê daxin :D ez dikarim vegerim whatsappê lê dîsa qirşikê va jî bi kar nayênim.



10.01.2021 20:20 | hueyn

68. sepana ku ji xwe agahiyên me bi facebook û paltformên din re parve dikir lê piştî ku xwest vê yekê bi awayek legal çêke, bû hedefa êrişan. ya mereq dikim çima qebûlkirina paymanê ji ewropayê re şert nîn e lê welatên din re şert e?



10.01.2021 23:00 | xelîl

69. bernameya ku rêbaza nihînîtiyê (privacy policy) welatên Yekîtiya Ewropa nahewîne. ji ber ku li ewropayê saziyên parastina daneyê hene û li şûna yekîtiya ewropayê bazariya dikin. yanî whatsapp newêriya van rêbazan bi welatên ewropayê bide qebûlkirin.



11.01.2021 00:05 | hueyn

70. nexweş e.



10.02.2021 22:19 | hueyn

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol