Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 24 peyam
whatsapp - tirşik
whatsapp
(12) (4) (9)
di mijarê de bigere

58. Sepana ku li gor gotûbêjan taybetiya dinivîse, çalak û çalakbûna dawî rakirine. Mirov çalak e, yan dinivîse-nanivîse xuya nake.

Bi ya min xweş nebûye. Ferqa sepanê ji mesengerê nemaye. Zikobeg ji vî xeletî vegere! *

Edît: dibe ku pirsgirêkek çêbû be. WhatsApp niha wek berê dişuxile.



19.06.2020 21:22 ~2020.06.20 01:35 | kajav

59. Piştî vebizava dîsa hat serast kirin. Bi min nûjena nû jixwe tiştekê elo tewşo bû.



19.06.2020 22:58 ~22:59 | yûsiv

60. sepana ku îro serê sibehê li ser me girtiye û bi çavên xew peymaneke bi me da ye qebûl kirin.
li gorî vê peymanê êdî whatsapp agahiyên di derheqê me de dikarê bi facebookê parve bike.ev agahî:
-peyamên me
-agahiyên hesab
-rewşa whatsappê
-lînk
-lokasyon
-telefona ku em bikartînin
-....


heya 8ê vê mehê divê hemû bikarhêner vê peymanê qebûl bikin, yên ku qebûl nekin êdî ji 8ê mehê pê de nikarin bi kar bînin.
Here lînkê



07.01.2021 17:36 ~17:37 | merwano

61. sepana ku hejmarekî mezin yê bikarhêneran dev jê berdaye. gelek kes derbasî telegram an signalê bûn.



07.01.2021 23:59 | hueyn

62. min bê ilimê xwe qebul kir.karên min Whatsapp ê tine bana min zude jê bira.



08.01.2021 00:40 | dilreş

63. aniha hemû çapemeniya tirka dibên whatsappê berdin û bipa turkcellê daxin :D ez dikarim vegerim whatsappê lê dîsa qirşikê va jî bi kar nayênim.



10.01.2021 20:20 | hueyn

64. sepana ku ji xwe agahiyên me bi facebook û paltformên din re parve dikir lê piştî ku xwest vê yekê bi awayek legal çêke, bû hedefa êrişan. ya mereq dikim çima qebûlkirina paymanê ji ewropayê re şert nîn e lê welatên din re şert e?



10.01.2021 23:00 | xelîl

65. bernameya ku rêbaza nihînîtiyê (privacy policy) welatên Yekîtiya Ewropa nahewîne. ji ber ku li ewropayê saziyên parastina daneyê hene û li şûna yekîtiya ewropayê bazariya dikin. yanî whatsapp newêriya van rêbazan bi welatên ewropayê bide qebûlkirin.



11.01.2021 00:05 | hueyn

66. nexweş e.



10.02.2021 22:19 | hueyn

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol