Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 39 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; greva nenivîsandine
peyamên çepikkirî

21357. greveke bêwate ye ji ber dişibe tiştekî wisa ji ber ku xwedê jiyaneke baş nedaye te tu jî êdî najî, an ji ber ku xwarin nexweş e tu jî nema dixwî, an ji ber ku rojekê ezmûneke te nebaş bû tu jî nema dixwînî an jî ji ber tirşikvanekî çêr û dijûn dan tu nema dinivîsî.

(bnr: gefxwarin ne çare ye)



09.06.2013 07:28 | brusk56

21547. grevek neserketî ye û di roja sêyemîn de ji bo ricaya konseya rêveber ya tirşikê hatiye qedandin. Ez her tim serkeftinê ji gelê me re,biteybetî ciwanên me û rewşenbîrên mere dixazim.Dema ez dibînim ku ew rewşenbîr û zanayên me ji ber hesûdî ,daxwza mezinatî ye ,diktatorî û îdeolojîyen pûç û betal nîqaş, dijûn û heqaretan dikin ez gelleki pê aciz dibim.Ez ji vir bang û hêvî dikim kesen ku dixwaze dijûn û heqaretan bike bila here di ekşî yê de dile xwe rehet bike û bizivirê were di tirşikê de weke camêrekî binivîse.Ji ber ku sa û çeqelên di ekşî ye de her roj herî hindik mijarek hemberî kurdan de vedikin û dile xwe yên pîs û bêhnpêketî di wêderê rehet dikin.(bnr: Şûna em xwe bi xwe bixwûn emê herin wan bixwûn)



09.06.2013 15:19 | brusk56

134337. Ne grev e, grev ji pêvajoyeke protestoyê ye lê rewşa ku tirşik aniha têde ye ne ji ber tevger û helwesteke qestî ya nivîskaran dihê pê.
Normal e yanî carûbaran ez jî bi mehan nayêm. Kar û halê dinyayê ye mirov her wext bi xwe re nabîne were û bi saetan tiştan binivîse.
Xalîbûn bi giştî problemeke kronîk ya li ser xebatên kurdî ye. Potansîyela heyî ev e heyran.



08.06.2013 14:50 | simurg56