Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 14 peyam
kurdê ku di zarokatiya xwe de li teştê serê wî nehatiye şûştin - tirşik
kurdê ku di zarokatiya xwe de li teştê serê wî nehatiye şûştin
(2) (0) (10)
di mijarê de bigere

1. ji sedî sed Û yek nîvkurd e bi zimanê xwe nizane. heke ku ava şûştinê li nav gumgumê li ser tifikê hatibe germkirin rêjeya kurdbûnê jî zêdetir dibe.

(bnr: wek kirîtereke kurdbûnê serşûştina li teştê)



2013.12.22-17:48 | oxir

2. qaşokurd e.

kurdê ku ger diya wî carina tasik li serî nexistibe, divê nebêje kurd im.



2013.12.22-17:56 | simurg56

3. bi xwedê ne ez im. û bi telaq jî.



2014.12.13-23:45 | diyako47

4. Bi gelemperî ji aliyê dê tê şuştin lê dibe ku ji aliyê xwehan jî hatibe şuştin..

min herdu jî dîtin û tasik jî li serê min ketiye*



2014.12.14-06:09 | mergehez

5. (bnr: kurd êdî ne kurdê do ne)

*



2014.12.14-10:57 | simurg56

6. nîfşa 2. û 3. kurdên ewrûpayê ne.



2014.12.14-17:48 | nazim tolhildan

7. (bnr: tiştekî wisa heye?) *



2016.09.16-13:12 | hozan serhad

8. ez ne di nav wandeme, ku hebin kurdên vê dema paşîne an yê di dema wande hê teşt derneketiye, yê we tê bîra we nizanim tê bîra min ku li hindir sobeyê dadidan serê min têde dişûştin , bi tasika hecê û sabûna ereb, min nizanibû çavê xwe bigrim sabûn diket çavê min ewro îro rihê min ji ser şûştinê diçû hetanî 13 saliya xwe, carna teşt qelaştîbûya di teşta hevîrde lê timî bi zorê serê min di şûştin *



2016.09.16-17:15 | shorbevan

9. Tiştên wisa nabin kekecan, her kes ji ber sobê di teştê de bi sawûna ereban avê xwe dike, bi qûna tasikê derban hildide nav serê xwe.



2018.03.24-00:41 | jifêzagorda

10. (bnr: 404 not found)



2018.03.24-00:58 | mindal

11. Tenê ên di hişê min de maye. An av gelek kel an jî gelek sar bû. Û bi girî re li ser serê min şeqşeqa şerbika ....



2018.03.24-18:11 | roberz

dengdanên dawîn (Yên Din..)
selim temo [1]
her carê bilind difire. vê carê jî bi îddiayeke qerase bûye rojeva kur...
bedel boselî [2]
Ji gundê bosela ser zaxo ye, sindî ye. Xebatên wî yên ser dîroka kurda...
tiştên mirov lê ecêbmayî dimîne [1]
ji apo hezkirine. îro min di twitterê de dît çend apocî digotin emê ji...
çîrokên kurdî [1]
Go, zelamek Goyî rez hebû, peyîzê tirhê rezê xwe çinî, tirî bir maslê ...
tirşik forum [1]
(bnr: ji bo navên zarokan pêşnîyarên nîvîskarên tirşîkê)...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên ji kurdîtîyê hatine avêtin
» xwer nedîtin
» şerê navbera jöh-pöh
» wiktionary

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî