Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    20 mijar û 33 peyam
    mihemed pêxember - tirşik
    mihemed pêxember
    (31) (28) (21)
    di mijarê de bigere

    1. mihemed, di sala 571 de li mekkê ya erebîstanê hatiye dinê û di sala 632 de li medînê xatirê xwe ji dinyayê xwestiye. avakerê dînê îslamê ye û li gor bawermendên misilman pêxemberê xwedê yê herî dawî ye.



    xwedê di sureya qelem de pêxember bi me wiha dide naskirin.



    Bi navê xwedayê ku rehman û rehîm e

    1- nun, bi qelemê û bi ya ku rêz bi rêz tê nivisîn

    2- bi qenciya ku xwedayê te li te kiriye tu ne dîn î

    3- bêguman perûyeke bêqedîn û bêqûtbûn ji te re heye

    4- û tu li ser exlaq û rêwiştekî pirr mezin î

    5- tu ê bibînî û ew ê jî bibînin

    6- ka kî ji we dîn e

    7- xwedayê te çêtir dizane kî ji rê derketiye û kî di rêya rast de ye

    8- vêca tu bi gotina derewkeran meke

    ...

    15- dema ayetên me jê re dihatin xwendin digot ew çîrok û çîvanokên berê ne

    16- em ê mohrekî li ser pozê wî bixin

    ...



    3- dev ji wan berde bila bixwin vexwin û kêf bikin û bila li pey hêviyên xwe herin, jixwe rojek ew ê bizanin

    ...



    35- ma ew ji tu tiştî çêbûne, an jî wan xwe çêkiriye

    36- ma erd û esman wan çêkiriye, na! a rast ew naxwazin bawer bikin.

    ...



    2013.12.23-00:20 ~2015.06.23 10:56]| ceso

    2. mihemed şarman jî heye.



    2013.12.23-18:32 | zerozero

    3. dûa û slav bibe li ser wî !



    2014.01.08-01:48 | pispor

    4. fîlozofêkî zana yê ereb, ê ku çîrokên di pirtukên din ên filleh û cihuyan û di çanda paganan de daye hev û pirtukakî nû ya ku li serê rojhilata navîn buye bela ava kiriye. gelek îbadet û esasên bawerîye yên di ola wî ya nû de ji çand û olên din ên derdora nivgirava ereb ve hatine berhev kirin. bi teybetî li adetên şaristana misrê meyzênin, hûne tişten gelekî nas bibînin.



    not: ev peyam ji alîyê şeytên ve hatiye nivîsandin. ji ber selametîya bawerîya xwe piştî ku te peyam xwend komputera xwe bişewiTîne.



    2014.01.08-17:02 | saladin

    5. derbarê wî û aligirên wş yê vê serdemê gelek dikare were rexnekirin.

    lê jê were bawerkirin jî neyê bawerkirin jî;

    şoreşgerek e. him jî belkî şoreşgerê herî mezin yê dîrokê be.

    ne paşverû ye; tu kes nikare bêje ku civaka xwe paş ve biriye. berevajî, gelek waran de civaka xwe pêş de biriye.



    ji ber van sedeman were bawerkirin jî neyê bawerkirin jî yek ji şexsiyetên dîrokî ye ku heta dawiyê rêzgirtinê heq dike.



    niha hûn dikarin bawermendên wî bi kêfa dilê xwe rexne bikin...



    2014.01.09-22:42 | simurg56

    6. Sax bana bi gota '' umetê min çi halî de ye''



    2020.04.10-22:38 | dilreş

    7. muhammad the messenger of god çi fîlmek şêrîn e yaw. faris ji sînemayê, nivîsandina honakan û vegotina lehengan fêm dikin.



    2020.04.10-23:21 | biruya hayao miyazaki

    8. Mêrê sêzdeh jin û gelek cêrîyan e (cêrî jinên xulam)

    Jina wî ya pêşîn jinebîyeke dewlemend e, û bi emrê xwe ji Mihemed gelek mezintir bûye, Mihemed karkerê wê bû

    Mihemed, jina nevîsîyê (bi Tirkî evlatlik) xwe jê distîne û pê re dizewice, çiqas şermeka mezin!

    Yek ji jinên Mihemed hê neh salî bûye, navê wê aîşe

    Pirtûka wî Quran, gelek sal piştî mirina Mihemed hatiye nivîsandin

    Ji ber ku dînê wî gelek xesarê daye Kurdan ez qet jê hez nakim. Dewletên ku zilm û zordestiyê li Kurdan dikin tev jî li ser navê dîn wisa dikin, dibêjin dev ji kurdayetiyê berdin, em tev bira nin, lê derewe, ew hişk bi çand û zimanê xwe digrin, tê dora me divên em tev bisilmanin, bawerim ji ber vî awayî ye her diçe ol ji nava me radibe û pir baş jî dibe.



    2020.04.11-01:27 | afa

    9. Mihemed pêxember çar jinan zewicî ye lê zarokên wî jin kê tennê çêbû ye.
    Dînê Mihamed xisarê bida kurda gelo em bigêya wê çaxê? Gelo kurd hebûya? Dinê islamê ronahîya kurda ye. Heger îslam tinne ba em ti farqa me mirovê Afrîka tinne ba.Dinê islamê me 100 sal pêş xist. Heger îslam tinne ba, çawa înglîzî û fransî Afrîkayê dagir kirin, dinê Hristiyantiyê ji van qebul kirin, eynî ji mer jî çêbû ba. Belkî zimanê tinne ba, em li dinyayê bi hatina jê birin.



    2020.04.11-02:07 ~02:08]| dilreş

    10. dîneke ne hevpar jî hebûn e wek çawa (bnr: ziman hebûn e).



    2020.04.11-02:17 | brzn

    11. Gellek cara min diye ku mirov dibêjin, Mihemed şoreşgerekî mezine Û wî civaka xwe pêş de biriye.

    Em ji ku zanin vî tiştî?
    -Ji dîroka alîgirên Mihemed nivîsandiye.

    Dîroka komara Tirkiyeyê ya ji aliyên kemalîstan hatiye nivîsandin çiqasî rast be ev jî hequsî raste.



    2020.04.11-13:27 | f

    12. Ku bê bawer kirin jî û neyê bawer kirin jî, heta neka jî bi sed milyonan şopgerên wî hene. Ev jî serkeftineke pir mezin e. Lê di nava Misilmanan da ehmeq û bêedalet, faşîst û zalim jî gelek in mixabin, vê yekê jî dizanim. Bi taybetî jî kurdên misilman divê hişyar bin û weke miletên dora xwe, giringîyê bidin neteweya xwe.



    2020.04.11-13:42 ~13:43]| xabûrî

    13. li cem éreba keçik pişti kamil dibûn émrê wan dihat jimartin (gava cehaletê)

    émrê kamil bûnê li cîhê germ kêm e 13/14 ye.
    em 14 bijmêrin .
    14+9 =23 temenê jina mihemmed ya herî biçûk e .
    (lê vê jinê kengî anî ye nizanim kani 25 be kani 55 be jî . )

    zarokê mihemmed ji du jina ye !
    hz.eyşe û hz.hatîce
    hz.hatîce bîst salan jê mezintir e , an gelekî spehî ye anjî pêximber hejî milfa dikir .
    mihemmed helbet şoreşgerek mezin e .
    heta niha şoreşa wî dijî
    zêdetirî 1.5 milliar bawermendê wî hene ma ne bes ?

    bi min ew rast e , erê carîna ez bê bawerim jî .



    2020.04.11-15:02 ~15:06]| shwinsherm

    14. Wê derê hemî bê bawer kom bû ye. Kî çi bawer dike min eleqadar nake lê 1,5 milyar bawermendê wî hene. Lê mirovek wusa baqil û jîr nehatiye dinyayê. Heger tiştên hûn dibêjin raste gelo çava quranê nivîsandin? Zimanekî edebî kesik wek wî ne nivîsandinî ye wê çaxê. Gelo wîya ne pêxemberê xwedê be çîye? Gelo gerdûnê hatîye ew tiştên zan e û du xwe hazar mirov qane kirî ye.



    2020.04.11-15:32 ~15:35]| dilreş

    15. Mîjarên ku dibe sedema kêmbûna hejmara tirşikvanan
    Jixwe li tirşikê hejmara me ne zêde ye. De dev ji xwedê û mihemed pêxember berdin da ku bawermendên me nexeyidin û neçin
    nîşe: bila çewt neyê fehm kirin , min got bila tirşikvan li ser xwedê û mihemed pêxember bes êdî binvîsin.



    2020.04.11-16:12 | brzn

    16. Damezrînerê ola îslamiyetê ye. Baş ne diyar be jî li gor hin kesan di sala 571 an de ji dê û bavek ereb hatiye gerdûnê. Di ciwaniya xwe de digel mamê xwe bi karwana bazirganî kiriye. Ji ber karê xwe li gelek bajaran geriya ye û gelek ol, nijad, mirov , çand dîtiye û nas kiriye.
    Bavê 7 zaroka ye, 3 keç û 4 kur. Lê zarokên wî zû mirine lipey wî hew keçikek wî bi navê fatima maye. Berî 40 saliya xwe piranî demên xwe di şikefta hîra bihurandiye. Di şikeftê de çi kiriye ez jî nizanim. Lê li gor zanayên îslamê di wir de xwe kişandibû înzîvayê û difikirî. Li gor bêbaweran wê demê amadekriya ola ku dê biaferîne dikir. Di 40 saliya xwe de li mekkeyê peymbertiya xwe ji gel re eşkere kiriye. Cara pêşî ji aliyê mamê xweebû leheb ve hatiye red kirin. Li gor çavkaniyên bisilmana 23 sala peyambertî kiriye. Hemû agahiyên di derbarê wî tê zanîn ji aliyê bisilmana hatine nivîsîn. Ew jî piştî mirina wî hatine nivîsîn. hin qûnçavkanî gotine 1.5 milyar bawermendê ola wî hene.



    2020.04.11-17:38 | tîrêj zana 21

    17. fexra kaînatê, roniya çava, mirovek ku êdî hew dibe nav li serê pêxembere pêxemberê pêxemberan, derê xeybê di 40 saliya wîde li serpiştê bûye jêre do, pêr îro, û sibehê tev dîtiye wê çi bibe çi bi qewime û çi qewimiye zanibûye jiber sirên îmtihanê veşartiye gotiye "tiştên ez zanim û ez dibînim we bi dîta weyê bixwede birîta we êdî ken li ser lêvên xwe nedidît.." ji alemêre rihmet bûye mirova hişyar kiriye gotiye xwe zexm bigrin li ber bayê şeytan neçin, bawer bikin, sebirbikin sebra xweda, û gotiye emê bihevre bîbînin..

    hemû çewtiyên tevrat, încîl, zebûr ê di serîde bi alîkariya xweda dûre bi sedemkirina hz. elî û cefer bi ilmê cefer cifr(ebced) rastkiriye qedera mirova ji nûde sererast dike di qurana hekîmde, nivîsandiye serketin teqez a xweda û hebîbên wîne.

    hz. Muhamed kar û tevgerên wî bi hîkmete deh zewac kiriye sed zewac kiriye ev xwedê destûr dayê nûra xweda pêrebûye ji tevgerên xwe ne berpirsiyare ev nûr bi kîrebe wisaye wekî xocê xizir tevgerên wî aqlê însana nagire heta neyê ravekirin.

    dixwazin îdrak bikin dixwazî etrakî bikin qurana hekîm kodên jiyanêye, an kasetê jiyanêye, hemû qeder lê nivîsandiye. "li erdê û li asîman ti tişt nemaye lê nehatibe nivîsandin". roja wî were wê xwedê rawe bike ayetên xwe ev wehdê wî ehedê wahîde..

    Herwiha ne ew be serkeftina xweda wê gelek zehmet bûya ew bi saya xweda hebûye xweda jî bi saya wî cardin ji hebûna nebûnê dibe hebûn hev di afirînin carê yek nûrê digre xwedê adem di sûretê xwede di afirîne nûra xwe didê, ev nûr ji adem teslîmî pêxemberên din dibe heta ku digihîje muhammed ahmed mistefa ji pêxemberê me jî ev nûr tê hz. mêdî, hz mêdî jî nûra xweda teslîmî allah dike û allah wê zihûr bibe nûra xwe temam bike hakimiyet ew roj ya allahe.. Ev nûr nûre ke wisaye; nûr li ser nûrê, nûr dinav nûrêdeye..

    Hebîbê xwedaye gelek qedir girane wê xwedê gelek însana bide xatirê wî hebîbê xweyî şefî'
    Wê roj were wê rastî derê holê wê mirov tev mehçûb bin

    Dostê dostên xwedaye û dijminê dijmênên xwedaye
    Her ku nas dikim bêhtir rêz nîşan didim
    Selat û selam li te ya hêbîbê xweda



    2020.04.11-23:29 | telebê hz mêdî

    18. (bnr: allahume selli ela seyidina mihemmed)

    li gor piraniya alimên bisilmanan mihemmed pêxember xwendin û nvîsandinê nizan e. ahaa vir de xeterek heye, beje çawa. wisa; camêr li malbatek rêzdar xwedê daye û ji ber kû dê û bavê xwe zû wenda kiriye çuye li ba eqrebayên xwe jiyaye. Hadî em bejin di wan deran de çi û çi nedît heta 25 saliya xwe nezan ma ê paşî? xetîce; jineke dewlemend , bazirgan û 15 salan jî ji mihemmed mezintir pê re zewicî û kir berpirsyarê karwan û filan bêvanên xwe. hisab bikin îro zanîngeh çibin wê demê kare tucarî jî wisa bû. pir tişt, pir kes, pir ol hwd wan deran pitir dihatin dîtin û zanîn.
    yanî dixwazim bejim ku wahiy hatî mihemmed cahil be tiştek ecêb e.

    şivan heyvê carekê leşkerên tirk dibinin fêrî tirki dibin êca hisab bikin mirov 15 salan tucar be di wî wextî de...



    2020.04.12-00:53 | de facto hozan

    19. tiştên rast hinek talin
    dînê wî qet nebe sed perçe ye
    tu dewêleka li ser dînê wî pêşketî nîn e
    hemû bisilmanan dane pey nebisilmanan, ku bi destê wan dikeve dev ji welatên xwe û her tiştên xwe berdidin û diçin nav "gawira"
    hevkuştinên herî zêde di van bisilmanan de çêdibin

    lê mijareka girîng ew e ku çend jinên mihemmed çêbûne, jimar gelekin, ji neha heta sîyî, lê keremkin ezê hinekî çavkaniyan bidim;

    sêzde jinên wî hebûne
    Here lînkê

    wikiislam dibêje nozdeh jinê wî hebûne
    Here lînkê

    muftisays dibêje yazdeh jin, çavkaniyan jî daye
    Here lînkê

    gelek malperên din jî henin, piraniya wan îslamî nin,
    Here lînkê

    û yeka din
    Here lînkê

    û yek din
    Here lînkê

    tiştekî xeydê tuneye
    armanc ne zemkirin (pîskirin) e
    çi be divê meriv rastiya tiştan dizanibe û binivîse
    û hewce ye tiştek ku meriv nivîsand, bê çavkanî ne be.



    2020.04.12-06:10 | afa