Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 12 peyam
cureyên dengbêjan - tirşik
cureyên dengbêjan
(8) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. 3 cure dengbêj hene:

1- dengbêjên gel:

Ev cure dengbêj, di nava gel de ne, ango ne dengbêjên dîwana mîr, beg û paşayan in. Bûyerên ku di herêman de derbas dibin distrên, gelek caran kilaman diafirînin. Kilamên dengbêjên gelî ji kilamên dengbêjên dîwana mîr û began dîdaktîktir in.

Hişê wan ji bajar û bajarvaniyê diçe; lew di kilamên xwe de dema behsa bajarek bikin rengdêrên neyînî bi kar tînin. Bo nimûne: “...Ez ê çûme Diyarbekira şewitî...” “Dêrsima xopan...” Ji ber ku xweza di bajaran de tune, ew jî bêyî xwezaya çem û çiyayan nikarin deqeyek jî biqedînin.

Gava ku dengbêjê gel ji dêrî ve xuya dike û dikeve hundir, wê gavê bêdengiyek li civatê dipêçe, hemû li bendê ne ku dengbêj an jî “gula cimaetê” kilama xwe bistire. Devera ku dengbêj here li wê divê tu pevçûn û nîqaş nebûyan, ev jî dide xuyakirin ku dengbêjên gel di nava civakê de xwedînirx in û bêrêzî divê qet li wan nebûya.

Hinek dengbêjên vê cureyê ev in: Şakiro, m. arif cizrawî, hiseynê mûşî, meyremxan, kawîs axa, cemîl horo, ayşe Şan, salihê qubînî...

2- dengbêjên dîwanan:

Ev cure dengbêj bêtir di koşk û seray û dîwana mîr û began de distirên. Dengbêjên dîwanan li anegora dengbêjên din di warê ilmî de zanatir in, gelek ji wan xwendin û nivîsandinê jî dizanin. Xwarin, vexwarin û debara wan tev ji dîwanê ye; ango wekî dengbêjên din ji bo debara xwe kilaman îcad nakin.

Di kilamên xwe de bêtir pesnê mîr, beg û eşîrên xwe didin. Lê ev nayê wê wateyê ku dengbejên mîr û began pabûsê mîr û begên xwe ne. Dibe ku carina ew di kilamên xwe de mîr an jî beg rexne bikin. Bo nimûne, evdalê zeynikê dengbêjê dîwana surmelî mehmet paşa bû, dema Osmanî ji bo sekinandina serhildana Kozanogluyan alîkarî ji Surmelî Mehmet Paşa dixwaze, Evdalê Zeynikê naxwaze Surmelî Mehmet Paşa ji bo Roma Reş serê leşkeran bide jêkirin. Lê Surmelî Mehmet Paşa bi ya xwe dike, wê hingê dengbêjê Kozanogluyan jî Dadaloglu bû. Piştî şerekî gele dijwar bi alîkariya Surmelî Mehmet Paşa û çend mîrektiyên din Osmanî ser dikevin û Kozanoglu têk diçin, serê wan tê jêkirin. Piştî vê bûyerê Evdalê Zeynikê dev ji pesinandina Surmelî Mehmet Paşa berdide û di hin kilamên xwe de mîrê dîwanê rexne dike.

Hinek dengbêjên vê cureyê: evdalê zeynikê (yê Surmelî Mehmet Paşa), izerê mico (yê mîr bedirxan), karapetê xaço (yê filîtê quto), ehmedê fermanê kikî (yê Mîr Celadet A. Bedirxan) û hwd.

3- Mitirbên Gerok:

Ev cure dengbêj ji ber ku rewşa wan aborî zêde ne baş e di demên çinîna dexil û fêkiyan de gund bi gund digerin, stran û kilamên xwe di civatan de distrên; paşê re malavan genim, arvan, şekir, nan û hwd. têxe di tûrikê dengbêj de.

Lê piştî bajarvaniyê teknîka vê cureyê guherî û enstrûmana “ribab”ê kete di dewrê de. Bêtir li herêma Torê (Kerboran, Kercews, Nisêbîn...) ev cure kilambêj hene Bo nimûne, mirado (miradê kinê) weke “Mîrê Ribabê” tê hesibandin.



2013.12.23-06:00 | zero

2. li gorÎ erdnÎgariyÊ du cure dengbÊjÎ hene. yek ji wan dengbÊjiya serhedÊ, yan di jÎ dengbÊjiya deştê ye.

taybetmendiyên wan dengbêjana jÎ ji hev cuda ne. wek mÎnak taybetmendiyÊn dengb3ejÊn serhedÊ ev in;

-vegotin xÛrt Û dirÊj e,

-nÊzÎ epÎkÊ ye,

-rasterast destpÊdikin,

-enstrUman tÛneye an jÎ kÊm in.

- sewta serÎ heye( dengÊ mejÎ)

taybetmendiyÊn dengbÊjÊn deştÎ jÎ ev in;

-vegotin nerm Û kurt e,

-rasterast dest bi stranê nakin, serÎ de bi kurtê çÎrokÊ vedibÊjin,

-enstruman gelek in,

-nÊzÎ lÎrÎkÊ ye,

- pÊ qirikÊ distrin, ji bo vÊ jÎ hÊ zÛ dengÊ wana dikeve



2013.12.23-10:15 | xelîlêzer

3. li gor erdnîgarî sê cure dengbêjî heye. dengbêjîya serhedê, ya deştê, ya çiyayî. dengê serhedê zîz e, bilez tê gotin, behnvedan kurtin, stran bi heman form û fonetîk dewam dike. di dengbêjîya deştê (amed, mêrdîn, riha) de deng stûr e lê miqam dîsa di xetek rast de diçe. dengbêjîya çiyayî ji her dû cureyên jor cudatir e ku ev cure dengbêjî li sêgoşeya botan-hekarî-behdînan tê îcra kirin. weke erdnîgarîya xwe deng bilind dibe nizm dibe, wek di gelîyek de biqêrî olan dide, behnvedan teşe didin stranê, ji miqamek derbasbûna miqamek dî zêde ye, qasî gotinê fonetîk û melodî muhîm e.



2020.02.28-18:08 | hespêsor

dengdanên dawîn (Yên Din..)
the kid [1]
fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya (v...
koma wergera fîlman ya tirşikê [1]
vê heftîyê 3 fîlm weşandin. hejmara fîlmên wergerandî bû 115. 1-...
întegral [1]
Qada ku di bin munhaniya fonksiyonekê de dimîne, jê re întegral tê got...
bedel boselî [1]
Li gor gotina wî sê meh e ser ev vîdeo xebitiye. Kedeke mezin heye; (y...
kajav [1]
Bi têbinî û pênaseyên di bin nivîsê xwe de gelek bala min kişandiye û ...
belki ev jî bala te bikişînin
» cureyên tirşikê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî