Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
diltengî - tirşik
diltengî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. straneka xweş ya hanî xanimê..



nav diltengî ye lê ji dermanê tengiya dil e..



gotinên stranê:



ده‌شت ئوو کێوی گرتش ته‌می هه‌ناسه‌م

گڕی تێی به‌ربووش دلی پڕ تاسه‌م



سه‌وداسه‌ری تومش بۆ تو ئه‌خوێنم

بۆ تو ئه‌نالێش دلی پڕ خوێنم

لۆ لۆی. . لۆ لۆی. .



گه‌ر چ ئاسمانی خوربه‌تم تاره‌

مات ئوو به‌رنگه‌ش وه‌کو ئێواره‌



مه‌لی جوان په‌رستش چوون مالی ده‌بێ

به‌ ژۆری تارکش چوون ڕازی ده‌بێ

لۆ لۆی. . لۆ لۆی. .



من بۆ ئه‌وینیش ئازادی ئه‌فرم

ڕێگای ژیانیش تازه‌تر ئه‌بڕم



مه‌لێکم ئاشقش ئه‌فڕم شار ئوو شار

هه‌تا ولاتیش هه‌میشه‌ به‌هار

لۆ لۆی. . لۆ لۆی. .



an;



http://lyricstranslate.com

Deşt û kêwî girtş temî henasem

Girrî têy berbûş dilî pirr tasem



Sewdaserî tumş bo tu exwênim

Bo tu enalêş dilî pirr xwênim

Lo Loy.. Lo Loy..



Ger çi asmanî xurbetim tare

Mat û Berngeş weku êware



Melî ciwan peristş çûn malî debê

Be jorî tarikş çûn razî debê

Lo Loy.. Lo Loy..



Min bo ewînîş azadî efirim

Rêgay jiyanîş tazetir ebirrim



Melêkim aşiqş efirrim şar û şar

Heta wilatîş hemîşe behar

Lo Loy.. Lo Loy..







23.12.2013 23:28 | endazer

2. quzilqurtek e..



23.04.2014 02:26 | mergehez

3. Navê çîroka anton çexovî ye. ev çîrok di hejmara 1em ya kovara kurdeçîrokê de bi kurmancî hatiye Weşandin. Wergêr jî, dibêm qey, tirşikvana me gulêê ye.

Çîrokeke biyanî ye û kurmanciya wê ewqas xurt û biçejn bûye, mirov pê şaş û mat dimîne. Çawa çê bû nizanim lê tama zimanê wê hema “mm-hmm!” bi qewlê baqî abê. Erê willeh.

Do bişev bi xwendina çîrokeke ewçend baş ez pir kêfxweş bûm. Û Min di dilê xwe de got, Ev werger li ku, baxçeyê vîşne ya anton çexovî ya ku firat cewerî wergerandibû li ku. Bravo gulêê.



05.08.2021 11:08 ~2021.12.21 22:20 | mirovekirind

4. Dêruniya ku mirov xwe wek serlehengekî romana Ûrisan de hîs dike; wisa bê hêvî, bê kêf...



08.08.2021 23:03 ~23:06 | merwano

5. Eksa dil firehî ye...

Gelekî betilîm ferhenga delal gelo ê kengî qiyamet rabe?! Hêvîya îna vê heftê me, kî zani belkî Xwedê li me bê rehmetê û em ji xwe û ji van pevçûnên belasebeb xilas bibin.
Hem wê çaxê ê herkes bimire û kes nikari bikeve taya veşartina mirîyên xwe...



09.08.2021 18:55 | pîroz

6. rewş, kêlî û pêvajoyeke carcaran dikeve rihê meriv û ji her tiştê sar dike, bê qudûm dihêle û xîreta heyî jî dike pûç û vala.

û bi pirranî bi guherînên biçûk ên jiyana rojane an jî bi dîtina hevalekê ji nişka ve winda dibe an jî xwe li koşeyekê xef dike û dimîne li hêviya careke din. yên tenê serê xwe dijîn piştî demekê hînê vê rewşa binavber dibin lê yên tenetiyê tahm nekirine ji diltengiyê zêde ditirsin û xwe dixin depresyonê. jê netirsin hevalno, jiyana we çiqas bextewar jî be diltengî rastiyeke jiyanê ye mixabin û li koşê sekiniye li hêviya we ye.



09.08.2021 21:17 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» diltengî

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî