Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
gotinên pêşiyan - tirşik
gotinên pêşiyan
(77) (8) (5)
di mijarê de bigere

1. (bnr: gotinên pêşiyan)



22.06.2013 21:48 | simurg56


3. gotinên di demên gelekî pêşiya me de hatine gotin, bi aliyê kê ve hatine gotin ne eşkere ne û wateyek kur di xwe de dihewîne ne.

(bnr: berde bin te de erd e)

tima ji pîstir e

(bnr: tira xwe têxe şalê xelkê de)

(bnr: dinya ne bi zorê ye, bi dorê ye)

(bnr: derdê nezan û neguhdaran zehmet e)

(bnr: roviyê digere ji şêrê razayî çêtir e)



01.07.2013 14:15 ~2015.03.07 15:49 | azadixwaz


15. Dîkê ji mêranî dikeve, dibe qeşmerê mirîşkan

îmana qijalkan ji bilbilan dihere

dengbêjê heywanan bilbil e lê ji gulê pê ve kes lê guhdarî nake

xilt piştî ku dimrin derdikevin ser axê

qeşmerê heywên meymûn in

kulî di xew de bi xwe de namîzin

qure bilind difirin, lê nizm dikevin

ev ji jî min (kêfa çêlekan ji zayîna sezaryanê re nayê)



06.07.2013 14:04 ~2015.03.07 15:13 | xewn

16. zani xêl e lê nizani li ber derîyê kê ye.



06.07.2013 07:00 | feqiyêteyran

18. piştî tiré kezî kuré *



06.07.2013 07:05 | feqiyêteyran

19. heta kurm ne ji darê bê , darê nabirê.



06.07.2013 16:59 | fuad hemedxan

20. se goştê se naxwe.



06.07.2013 19:53 | gêjê

21. 'mal a pîrê sitara pîrê' an jî 'mala pîrê gor pîrê, xweştire ji mala mîrê'



06.07.2013 19:59 | gêjê

22. ev jî gotinê pêşiyaye: Zilamê bitirse, sînga spî nabine *



06.07.2013 21:39 | fuad hemedxan

23. (bnr: destên tirsonek singên gewr nabînin)

(bnr: çê kiro bi xwe kiro xirab kiro bi xwe kiro)

(bnr: heft çîrokên hirçê hene, her heft jî li ser hirmê ne)

(bnr: her kes dibêje “elîf û bê”, kes nabêje “elîf û biçe.)

(bnr: her kes di eyba xwe de kor e)

(bnr: her kezîzerekê simbêlsorekî wê heye)

(bnr: hernê û wernê başqe ne)

(bnr: hespê qule seyê tûle mêrê file çil rojên çille lê nebe ewle)

(bnr: heta bê bîra pîrê nadê ser pira cizîrê)

(bnr: heta hebe şilik û milik dema nema keser û kulik)

(bnr: heta keç e mîr e heta dergisti ye wezîr e piştî mêr kir yexsîr e)

(bnr: heta mirov kêrik xwê bi havalê xwe re nexwe mirov wî nas nake)

(bnr: heta mirov li ser lepê xwe negere qedrê lingê xwe nizane)

(bnr: donê genî nabe rûn; qereçî nabe xatûn)

(bnr: rûvî tu çima xwe dihejînî go li min tê û ji min tê)

(bnr: serî hingî bimîne qûnê ecêban bibîne)

(bnr: serve ellah û binve neûzûbîllah)

(bnr: siha pelkê ye ne li xwe û ne li pelkê ye)

(bnr: sibhan li wî xaliqî dido li hev aliqîn yek kor û yek çavşeliqî)

(bnr: sofiyê remezanê wek kerê nav garanê)

(bnr: se be ji qewmê xwe be)

(bnr: şûrê qetlê li destê te belê rehma xwudê li dilê te)

(bnr: şêx ne batin e belê şixul bi ser de hatine)

(bnr: şam şekir e welat şirîntir e)

(bnr: hê gunikreş li ser xwe re nedîtine)

(bnr: yê ne ji hinava nayê pêş çava)

(bnr: başê wan behdîn e ew jî hîz e diz e û derewîn e)

(bnr: şerê hovan di nav garisê feqîran de ye)

(bnr: gotin qehbê tu çima ber nagirî go heta yek çêdike hezar xirab dikin)

(bnr: teyr bi çengan difire mêr bi mêran dixwire)

(bnr: tir li ku das li ku) *

(bnr: heciyo, neçe hecê, solan neqetîne li rê, hec ew e ku tu lê)

(bnr: kinca ku kete ber pîneyan, serê ku kete ber şîretan, xêr jê nayê)

(bnr: bi qîzan re neçin qîz ter in, bi jinebiyan re neçin zehf digerin, bi dayîkên dergûşan re herin, zû vegerin)

(bnr: çil heramî nikarin rûtekî bişelînin)

(bnr: barê ketî li erdê namîne)



gur got: 'te li pîreka xwe bixista, wê jî li qîza xwe bixista, hinek mû (bend) birista, lingê kerê reş bixista, min jî li van sirtan ew nekuşta. *



got: ‘ziyaretê, min gelek caran bi te derew sond xwar, te tiştek bi min nekir. ’ got: ’min jî gelek caran mala te xera kir, haya te jê tune.



gotin: ‘kul hatiye gund wê ji her malê du kesan bibe. ' hemû kesî li çavên xulam nihêrî. xulam got: 'belê yek ez lê ka yê din? *



06.07.2013 23:20 ~2015.03.07 15:22 | endazer

24. Agir berda kayê û xwe da aliyê bayê.



07.07.2013 13:56 | brusk56

25. tajiyê ku tu bi zorê bişînî nîçirê ji tere tu nîçirê nake



07.07.2013 21:04 | gulê

26. Xwedê mirov şaş neke, şaş kir fahş neke,fahş kir bira di erdê re kaşkaş neke...



07.07.2013 21:50 | tirsikhez

28. Dengê kerê bi kerê xweş tê.



08.07.2013 14:26 | tavrosi

29. Heft sala çû seferê disa hat kerê berê.



10.07.2013 00:20 | freedm4ever

30. behr devê sa naherime



10.07.2013 02:52 | neçirvan

32. çi kiro li xwe kiro çi xerakiro li xwe kiro



10.07.2013 17:19 | freedm4ever

34. divên;pişê gûyê te derman e?

pişê dibê; na huburman e.



15.07.2013 01:21 | gulan

35. ecelê sa tê,diçe nanê şivan dixwe...



14.07.2013 18:25 | feqiyêteyran

36. Ne xwar ne da hevala, genî kir avêt newala..



15.07.2013 23:18 | roj

37. Mêraniya li pişta xelké xweş e..



15.07.2013 23:18 | roj

38. gayina nav kayê, cixara ber bayê...



16.07.2013 01:36 | tivirloismail

39. Tişte çu nede du..



16.07.2013 10:20 | roj

40. kurdê têr, xew jê re xêr



16.07.2013 10:24 | filankes

41. bi bêhna kebab çû, rastê daxa kerê hat



16.07.2013 11:24 | xewnname

42. (bnr: nokên bêxwê dixwe tirrên şor dike) (Ji Gundê Cirzê)

(bnr: pîreka fediyok bi gundekî,zilamê fediyok bi kundekî)

(bnr: berî baranê ba,berî mirinê ta tê)

(bnr: guro nemre buhar hat,kero nemre qîvar hat)

(bnr: dunya gulek e,bêhn bike û bide hevalê xwe)

(bnr: dunya dem e,him petêx e him lem e)

(bnr: qûnê bi min re neyê bêhna gû ji te tê)

(bnr: carinan zor dizane,carinan zêr)

(bnr: ne xwar ne da hevalan;genî kir avêt newalan)

(bnr: ker çû seferê dîsa hat kerê berê)

(bnr: berxê sêwî nabe beran)

(bnr: derew sêwî ye)

(bnr: bêhn tengî ji qûn tengiyê tê)

(bnr: çû heyfa dê,qûna bavê li ser kir)

(bnr: ma aqilê qûnê hebûna tirr dikir?)

(bnr: evîn bê sînor e)



dema rewşa min a aborî baş bû, dost û mervên min ji min re digotin şewketê apê qasim.piştî ku rewşa min hinek xerab ket ez bûm şewkê.nuha kes ji min re nabêje şewkê jî,dibêjin çewkê...şewketê cirzî.



16.07.2013 12:16 ~2015.03.07 16:03 | cirano

51. kevirê leqiya nakeve cî



16.07.2013 14:19 | xewnname

52. şêr şêr e, çi jin e çi mêr e..



16.07.2013 15:22 | qertewîn04

53. barê giran aqilê sivik..



16.07.2013 15:23 | qertewîn04

54. jîna xîrab ne tê berdan ne tê kuştin..



16.07.2013 16:34 | mam selam

55. Bi gurî re goştî dixwe,bi şivên re şînê dikşîne



16.07.2013 18:24 | tirsikhez

67. Tehba gerokan çû ber bablîsokan



19.07.2013 12:00 | elfesya

68. Diza ji dizan dizî; erd û ezman tev lerizî..



19.07.2013 15:07 | roj

69. qûna tazî tembûrê dixwazî



19.07.2013 16:54 | berxêres

70. Dinya mirine; bikene * /Li der dûra şirnexê/



19.07.2013 16:59 | sîyajan_56

71. me hevûdû biha kiriye, em hevûdû erzan nafiroşin.



19.07.2013 09:40 | seydayê_peyvan

73. Kurmê darê ji darê ye.



20.07.2013 05:56 | babedyo

74. bila bejin xençera xaço heye.



20.07.2013 01:47 | felsefeyajiyane

75. mijara go pesîyan tistek ji mere ne hîstîye,



"goste diziye naxwe le pariye xwe di avsore dike" *)

"xwedîyê fisê zû pê dihesê."

"dilêwî bi jinavî ne xweş bû, di go wextê hevîr di kê çima kunaxe di hejînê..."



(bnr: ) twitter.com/felsefeyajiyane



20.07.2013 02:02 | felsefeyajiyane

76. hûr bajo

kûr bajo

û

ga ne êşine



20.07.2013 06:31 | saryaudisasarya

77. sonda bızınê, heta dîtına nêrî ye



20.07.2013 11:37 | saryaudisasarya

91. Darê zorbetiyê zû dişkê



08.08.2013 21:52 | delal

95. aqlê sivik barê giran e...



20.08.2013 15:18 | mamostanısebin

96. bi tajiyê xelkê nêçîr çênabe.



20.08.2013 15:25 | mamostanısebin

97. ez qurbana wî kurî, dims firot pekmez kirrî.



20.08.2013 17:31 | terkexem


104. gotinên ku yek ji wan ê ku ez gelek jê hez dikim ev e ;

(bnr: kuştiyê şêran be lê ne girtiyê roviyan be)



24.08.2013 12:57 | brusk56

105. Li serê neê$andî benik nayê lefandin.



24.08.2013 18:00 | înano lo

106. aqlê sivik barê giran e .



24.08.2013 22:53 | singundiki

107. her biji apo



24.08.2013 23:41 | her biji apo

108. mîr jî dimire êvdalê mîr jî



25.08.2013 10:04 | newenda

109. (bnr: por jê kir got ruto por berda got kuto)

.



25.08.2013 21:53 | bayesar

110. (bnr: biçukê malê kuçikê malê ye)



26.08.2013 23:00 | bayesar

111. go kurmê darê ne ji darê bê dar narizê.

heçîyê nekê haseban wê bibîne aceban.

mirovê kurmanc xwarinê dixwe û pehînekê li sêniya xwe didê.



29.09.2013 02:58 | saladin

112. go meriv dizbe, şevê reşîn zehf in.



29.09.2013 03:03 | seydayê_peyvan


114. xwedê noka dide bêdiranan



29.09.2013 14:06 | takyudin

115. xwedê heqê bizina kol ji bizina qoç ra nahilê



29.09.2013 19:08 | newenda

116. se di irê karwan di rê.



29.09.2013 19:13 | saladin

117. bi kirdkî / zazakî: vateyê verênan



30.09.2013 23:14 | kurdane

118. Bi dinyayê bişewire bi ya xwe bike.



30.09.2013 23:19 | ceso

119. (bnr: bereket berketinê de ye)



min duh ji bavê xwe bihîst. gelek kêfa min jê re hat.

(bnr: ber ketin)

(bnr: ber tiştekî ketin)

(bnr: teserruf kirin)



02.10.2013 13:31 | simurg56

120. hêmam bi tir û fisan germ nabe

kes nakeve gora kesî

rû ji rû fedî dike



02.10.2013 14:57 | newenda


127. Tirro rûreşo; fiso bihnxweşo...



14.11.2013 00:56 | mamoste marûf

128. jin e, stÛna nava kon e.



14.11.2013 09:25 | xelîlêzer


133. gotineke dayikan ji bo lawê xwe gotine "min mezin kir bi çiçikan, bûkê hat bir bi navranan."



30.11.2013 12:43 | nazim tolhildan

134. gava dî li ser têlevîzyoneke kurdî min bihîst: "kes bi pilekê nagehîte ser milekê"



30.11.2013 20:42 | gordereş

135. (bnr: fêda şivanan nihandina keran e)



14.12.2013 22:24 | dijber

136. KERÊN GUH SIST TIRÊN ŞIDANDÎ DIKIN



19.12.2013 01:42 | bobelat

137. KEÇELO NAVÊ MIN NAVÊ TE,KUMÊ MIN LI SERÊ TE



19.12.2013 01:45 | bobelat

138. GOTIN 'PIŞO GÛYÊ TE DERMAN E', PIŞO GOT 'NAVÊ MIN LOQMAN E.'



19.12.2013 01:47 | bobelat

139. JI HEV DIREVIN TEV DIREVIN



19.12.2013 01:48 | bobelat

140. TÊJIKÊN MARAN BÊ JAR NABIN



19.12.2013 01:49 | bobelat

141. xelk nabêje te çi xwar, dibêjin te çi da hev.



19.12.2013 02:02 | oxir

143. (bnr: şêr şêr e çi jin e çi mêr e)



19.12.2013 14:48 | mîrêhekarya

144. (bnr: qûna tazî tembûrê dixwazî)



19.12.2013 16:11 | dijber

146. (bnr: jin derketiye ser serî û dê daye ber derî)

ev gotina ku min ji rêzefilmê can û cegerî bihîst.

belkî xeletî tê de hebe serrast bikin



03.01.2014 04:02 | dijber

147. bila xwedê yar be dinya hemu neyar be



11.01.2014 10:20 | feqiyêteyran

148. ye ku bikeve govendê, dive xwe bihejine.



11.01.2014 20:44 | serhıldan jiyane

149. jin û mêr şer dikin, ehmeq jê bawer dikin. bila ev jî bo rojeva tirkiyê bîtin



11.01.2014 21:38 | bagurdan

150. heçîyê bêjê û bikê mêr e,

heçîyê nebêjê û bikê şer e,

heçîyê bêjê û nekê ker kurê ker e.



14.01.2014 01:21 | saladin

152. diz ji dizan dizî, erd û asîman lerizî..



02.03.2014 22:37 | havka

153. mere pîrsê dîherê Xurs e.



02.03.2014 23:51 | bablisork

154. Zikê têr hay ji yê birçî nîne



Gur ji birçîbûna nikarîbû reva here, digotin: "Mîratî wisa xwariye ku, nikare di bin zikê xwe de reva here



10.03.2014 02:34 | berxweda

156. (bnr: mezin reqisî, piçûk hewisî)

(bnr: ebayê qetiyayî çêtir e ji kûrkê mîr)

(bnr: jana serî ji bo zimên e)

(bnr: ku hewes e carek bes e)

(bnr: kûçik birçî dibe, gûyê xwediyê xwe dixwe)

(bnr: li pey ewran baran e, li pey tengiyan firehî ye)

(bnr: dema masî dikeve torê, aqil tê serî)

(bnr: mirî venagere bi girî)

(bnr: cîranê nêzik çêtir e ji birayê dûr)

(bnr: bila mirov ne biçûkên birayan be, bila çêlikê guran be)

(bnr: bila mirov mêr be, bila rojekê li dinê be)

(bnr: dizê bostanan mikur tên zivistanan)

(bnr: a ku bike nivîs û qelem, nikare bike mertal, şûr û rim)

(bnr: a her kesî pê xweş e)

(bnr: a kasê kasil zane, ya rehlê bivir zane)

(bnr: a ku te nedît nebêje)

(bnr: adar wekî jinan bî ye geh dikene geh digirî)

(bnr: bûka bêxesû wekî rezê bêsinc e)

(bnr: cîran deriyê malê ye)

(bnr: cot bi gayê pîr nabe)

(bnr: çavê dil kor in)

(bnr: çavên mela her li miriyan e)

(bnr: melevanî bi bask û milê xwe)

(bnr: tu herî erş, dîsa tê bikevî erdê reş)

(bnr: malê mazlûman nake xêrê li zaliman)

(bnr: kevirê havînê biavêje kadînê)

(bnr: ji herkesî re edet e ji me re qebhet e)

(bnr: gû bi berfê nayê veşartin)

(bnr: agirê bidû aşkere ye)

(bnr: dilê fireh pîr nabe)

(bnr: mû bi mû dibe rihek)

(bnr: li ba mele bi zimanê xwe li ba şêx bi dilê xwe qane be)

(bnr: dewê ceribandî ji mastê neceribandî çêtir e)

(bnr: li cihên hespan qesp nayên girêdan) - (bnr: qesp)

(bnr: serê xwe li gorî mêrê xwe girêbide)

(bnr: piyê xwe li gorî bera xwe xwe biavêje)

(bnr: min ne bostan çand ne jî zebeş xwar)



18.03.2014 00:18 ~2015.03.07 15:40 | ferhenga şikestî

157. carna mirov ji yarê diya xwe re dibê yabo*



22.03.2014 12:54 | kûçelo

161. dile xweş her lê bihare.



22.03.2014 23:01 | biharxwese

162. mala meriv, gora meriv.



22.03.2014 23:06 | hun çawane heval:)))))))

163. me xÊra mirÎyÊ xwe derxist, pozbilÎkÊ xwe pey xist.



28.03.2014 17:45 | hun çawane heval:)))))))

164. Kurikekî ji semsûrê, derheqê axiretê gotû bû ji mi ra. Nîvî tirkî nîvî jî Kurmancî ye

"amel iyi ye, kuzu kebap bixwe, lê Amel kötü ye kıllı topuz lê xe"



20.04.2014 23:28 | mîr

165. Hûr bajo, kûr bajo, pir bajo, ga jî neêşîne



21.04.2014 09:35 | mîr

166. "Dinya xan e, hinek çûne û hinek jî mane, yên mayîn jî mêvan e"



25.04.2014 10:41 | mîr

167. (bnr: piştî tirrê kezi kûrê)

(bnr: quna tazî tembîlê dixwazî)

(bnr: kuro yên pêşîyên kurdan gellek hanekwarên)

(bnr: serê kolanê virek kir binê kolanê wî bi xwe bawer kir)

(bnr: agir berda kayê xwe da ber bayê)

(bnr: dema aqil bê serî bila bizêrê weke kerî)

(bnr: hiceta na nêmijker a pixasîye)

(bnr: malê naxwaran rizqê zalimaye)

(bnr: dûr be şirîn be)

(bnr: jinê were piştê te bigarinêm dora dinê)

(bnr: derdê faqîran nane derdê axa keyf u dîlane)

(bnr: bike zahmet bixwe ni'met)

(bnr: dema te girt ber ne de dema te berda pay ne keve)

(bnr: hespan ne danin cem mehînan da ne çin hev tir u pehînan)



(bnr: rûvî u seyran hirç u govend) pêş gotinek dewsa (bnr: tir kîdê das kîdê) de ye. lê ev pêş gotin hema rast bi rast bê xwendin tê wateya nadê dive dawîya seyran u govendê bê dirêjkirin bi vî avahîyê bê ser dev.



(bnr: tir kîdê das kîdê) pêş gotinek tê wateya "çi alaqa" ji xeynî herem a botanê min ne bihîstîye



"pişta wê da dîwarî haçe ku min şekir xwarî" bêla ev jî kîs min be ji zarok u nevî u nevîçirçirekên mere *



25.04.2014 10:56 ~2015.03.07 15:55 | birazî

168. "çiqas gû tevdî aqas bîn dide"



25.04.2014 17:54 | gokerr

180. (bnr: format heval)



29.04.2014 16:52 | cinorek

184. ban qul be, binban şil e.



23.05.2014 15:43 | xelîlêzer

185. gotinên ku watêyên pir kûr têde hene..

ji we re du sê minak:



ha cixara ber bayê, ha gayîna nav kayê..

heta mirov dojehê nebîne, bihûşt pê xweş nayê..

kûçik ji kê bitirse bi wi alî dirreye..

rêyên dirêj bi gavên piçûk dest pê dike..



24.05.2014 00:16 | rûbar payîz

187. heta nîveka destî reş nebît tama devî xweş nabît.



06.06.2014 16:08 | ciwanpiroz

188. eyarÊ bÊnamusan fireh e.



06.06.2014 16:46 | xelîlêzer

198. (bnr: miriye lê nanê saxan dixwe)



01.07.2014 22:25 | simurg56

200. par birdî, pêrar birdî, nûka îsal dikî şildî bildî



02.07.2014 11:30 | xendekî

201. tendûr bi tir û fisa germ nabe



07.09.2014 23:49 | firatal

207. (Bnr:/59670)



24.02.2015 23:58 | xendekî



214. (bnr: bext u bawerîya turka tuneye)



27.02.2015 20:26 | sedrik

215. piştê tirrê kezî kurrê.



27.02.2015 21:35 | robar cilo


220. (bnr: mala bavê meydanê mala mêrik zindanê)



28.02.2015 17:30 | maryam

221. (bnr: elimî ji cehimî xirabtir e)



01.03.2015 12:06 | xendekî

237. (bnr: kird masî yo, kirdas boçikê masî yo)



04.03.2015 01:23 | endazyar

238. Bedewiya mirov fam û feraseta mirov e.

Roj bi bêjîngê nayê veşartin.

Pêşî bibe dîk, piştre bang bide.



04.03.2015 09:52 | zergahemzaerdaldilbirîn




261. min ji pîrika xwe seh kir.malê têr a kevanekî wek şêr a. ji alîye meletî.





07.03.2015 22:10 | cemilcanbegî


263. mezinan ji me re hin gotinên wisa hîştine ku di wan de wateyên kûr û dûr hene. mînak vê gotina estetîk û ji estetîkbûnê jî zêdetir xwediyê wateyek kûr:



''dest destan dişo, vedigere rûyan dişo.''



belê, di nava salekê de belkû min vê gotinê bi dehan carê li ser rûpelên facebookê dît û cihê xemgîniyê ye ku her carê jî wateya vê gotina bedew û kûr tenê bi tifaqê re hatiye-dihêt sînordarkirin. nizanim em çima wisa mêldar in ku li dora tiştên hêsan bigerin û her "li wir" bimînin? bi vê "gotinê" re wateyek ji ya "tifaqê" wêdatir û kûrtir he ye, ango temam destek tenê nedikare xwe "bişo", jê re destek dîsa divê ku ew jî hebûna destê din e. lê piştî hevûdu şûştinê, ber bi "rû" vegerîna van destan û di encama de jî " paqijiya rû"? ango ez dibêjim li vir remza "paqijiya rû" destnîşankirinek e ji bo "abûr, prestîj, serbilindî, anor û rûmet" a ku di encama tifaqê de derdikeve holê.



19.03.2015 21:41 | remlavêj

264. (bnr: ser tilî hirve, pişt pehnî wirve)



07.04.2015 02:21 | xendekî


266. kê bada bira ew birîse



12.04.2015 11:02 | shorbevan

269. ne bixwun ne birîn



21.04.2015 15:08 | shorbevan

270. "Ji xelkê re yar in, Ji hev re gûr û mar in"



Tu dibêjî qey ji bo rêxistin û siyasetmedarên kurdan gotine.



05.07.2015 15:21 | mîr

271. Yên ku dilomînin bila bitehmînin. Ji herêma dêrika çiyayê mazî.



05.07.2015 18:19 | hêvî

272. ji qûnê da tir nasekine=agzında bakla ıslanmıyor



05.07.2015 18:30 ~18:33 | hesen bira

273. tira dîya xwe venaşêre=agzında bakla ıslanmıyor



05.07.2015 18:32 | hesen bira

274. ji mirûzê wî gû dibare= karadenizde gemileri batmak



05.07.2015 18:32 | hesen bira

275. Carina mirov ji mecbûrî goştê kewan jî dixwe



05.07.2015 20:28 | shorbevan

276. (bnr: zan zan e, ma nezan çi zan e)



19.07.2015 10:58 | xendekî

277. (bnr: ker nebû afir çêdikir)



12.09.2015 00:21 | xendekî


279. Dikina mariyon didina bar dariyon.

mariyon/merivan bar dari/ber derî

herem :Meletiyê



13.09.2015 20:37 | cemilcanbegî

280. (bnr: bi zimanê xweş, mar ji qulê derdikeve)



15.09.2015 12:19 | dijber

281. (bnr: mêr û zilam derew e, jin qelew e)



15.09.2015 12:20 ~12:21 | mergehez


283. Gotinekî kalkêminê rehmetî bû, rehmetî xwedê rehma xwe lê ke mêrikek wekî feylezofek bû...



"pereyê meriv hebe, hêlikê xwe re jî zingil dixe"



26.09.2015 22:50 ~22:54 | mîr

284. Hemû çêlek tên dotin, hemû gotin nayên gotin.



26.09.2015 22:58 | behdînan



287. (bnr: ji pelî velî, ji velî pelî derdikeve) yanî; zarokên kesên xerab, dikare bibe kesên baş, zarokên kesên baş jî dikare bibe kesên xerab.



24.10.2015 17:52 | xwedaparêz



290. (bnr: dê û dota şer kir bêaqila bawer kir.)



26.10.2015 15:30 | dijber

291. (bnr: dê bibîn û dotê werîn)



26.10.2015 15:43 | dijber

292. "ne di dîna(ne) bi)nin nejî qûna xwe bidin dîna"



26.10.2015 16:30 ~16:30 | shorbevan

295. gotinên di sernivîsa gotinên pêşîyande gelekin.



06.11.2015 14:51 | shorbevan

296. "malê axa diçe canê xulam diêşê"



06.11.2015 14:56 | shorbevan



299. ava bin kayê deng jê nayê



09.11.2015 00:37 | dijber


301. (bnr: an naçe aşê an diçe aşvan dikuje)



14.11.2015 22:14 | shorbevan

302. tîr bikî dan diçe rohn bikî av/nan diçe.



16.11.2015 11:29 | shorbevan

305. Mêrê qels du cara şer dixwaze.



16.11.2015 15:33 | keyakser

306. gotinên kû aniha dîya min mînakeke ji wan ji bo birayê min bi kar aniye ne :ez dibêjim nêr e,tu dibêjî bidoş e.



17.11.2015 18:37 | karxezal



309. aşê dîna bê av digere



24.11.2015 17:36 | shorbevan


311. te tirşik dî bixwe, te tirşik dî binûse.



28.11.2015 22:50 | diclefirat

312. Mar ji pûngê aciz e. Pûng diçe li ber qula mar de şîn dibe.



05.01.2016 16:16 | binevşa narîn

313. Ji xelkê re jîr e, ji xwe re kwîr e.

Bila zik têr be, bila ji qaşilê dêr be.

Berxê nêr bona kêr.

Ga dikeve kêr pirr dibe.



24.03.2016 19:45 | hêvî

314. Gava hinek meriv ji jînbavan gazinan dikin ji bona zarokén héwéyen wé pîrek wî gotinî dibéjin; panîa min li ser wan ne buye xwîn, ez li ser wan nakim gîrîn û şîn.



25.03.2016 16:56 | tîrejên rojê

315. Jin bavê! Jin bavê! Ez birçî me ber dolabê.



Meseleya vê gotinê aha ye: Dibêjin keçikek hebuye dayîka wê dîçe ber rehma xwedê keçik dimine li ber destê jin bav ê.

Keçik birçî dibe dibêje

-Jin bavê jin bavê ez birçîme ber dolabê

Lê jin bav keçikê dixapîne dibêje:

-bavê te çuye genim bavêje erdê. Bila were ezê nan bidime te.



Çend roj derbas dibe keçik hê birçîye û disa dibêje:

-Jin bavê jin bavê ez birçîme li ber dolabê

Jin bav: Bavê te çuye gîha bidiru bila gîha bidu bine emê biherine aş bihêrin bînin têxine ar; ar jî têxine nan û buxin.

Lê qîzik disekine û disekine bavê wê nayê dîsa dibêje:

- Jin bavê jin bavê ez birçîme ber dolabê

Jin bav: Bavê te rêdane tê.

-Jin bavê jin bavê ez birçîme ber dolabê

-...

...

Dawîyê da keçik jî birçîna diçe ber rehma xwedê.



Bi vê hîkayetê da gere em xwe ra mesajeke civakî û ferdî derxînin:

Ku heqê mirov hebe gere mirov stûyê xwe ber bê bexta xwar neke. Gere mirov heqê xwe here bi xwe hilde. Ku meriv xwe bavêje ber bextê bê bexta; merivê zehv belengazî bikişîne.

Qusurê mêze nekin hinekî dirêj bu *)

Beyanî baş..



26.03.2016 15:43 ~15:45 | bûtîmar

316. (bnr: paşîpenîya min zikê te be)

Ku du mirov hev ra dikevîne munaqaşayê yek yekî tehdît bike yê/ya din jî dibêje:
De bike em te bibînin. paşî penîya min zikê te be.



26.03.2016 15:58 ~2016.12.07 20:18 | bûtîmar


318. "Dê û bava hezar tillê dikevin"
Maneya "tilîyê desta hemu ne yekin" eynî ye.


An jî: Memed Uzun jî nivîskarê Kurd e û Muhsîn Kizilkaya jî.
êê pîr û kalên me zehv xwaş gotîne.



26.03.2016 16:09 ~2020.10.25 21:19 | bûtîmar

319. "-ez bum gur min malê dinê xwar; min çîyê te xwar?."



26.03.2016 16:11 | bûtîmar

320. -Şêr şêr e çi mê çi nêr.



-kuçik kuçikê me ye lê diçe li ber derê xelqê diewîte.



-jin jin gotî mêr mêr gotî

(ev gotin her çiqas jî xaşa hinek hevala neçe jî gotineke aha li ba me heye (serhed))



26.03.2016 16:18 | bûtîmar

321. tûtika meye di koxika xelkêde/cîranade hêk dike.



27.03.2016 00:14 | shorbevan

322. (bnr: kitik ne li male , mişk evdirehman e)



27.03.2016 05:10 | gumgumok


324. Bi qûnekê li du hespan nayê siwarbûn.



27.03.2016 17:28 | cwamêr

325. Kerê barê te ne li ser be nebêje "çoo" *



31.03.2016 14:26 | biaqila malê


327. (bnr: ava xwestî naçe hestî)

Hefteyek ewil hevalekî min ê xelqê xîzana bedlîsê hînê min kir.
Dibê ku yekî av xwestîbe, bi formalîteyê dirêjê merivê civakê dike. Ahan wira da yek jê re bêje "ava xwestî naçe hestî."
ew gotina, li ser qenepeya xwe dirêj dike û kefa xwe dinhêre *

Yanî dikeve şuna "afiyet be bavo, te xastîye, tê vexwî"



31.03.2016 14:53 ~2020.05.20 15:29 | bûtîmar

328. "Birçîbûna axa mirovî, ji têrbûna axa xerîbîyê çêtire.". Ez vê gotinê heta xewnên xwe heta ew wêneyên ku me di dibistana seratayî de çêkirî hîs dikim. Erê willah le'net bît vê devleta ku me ji gûndê me ji evînêt me ji çanda me dûr kirî.



31.03.2016 16:08 | azad30

329. (bnr: kerê nemire heta qîfar çêbe)



31.03.2016 20:32 | gumgumok

330. (bnr: malika pîrê stara pîrê)



31.03.2016 20:36 | gumgumok

331. (bnr: ji nefsê kete hepsê)



Ji bo insanên çilorîk, çavberçî tê gotin.



31.03.2016 21:16 | gumgumok


333. gotinên yek ji wan jî eve dibe biwêja pêşîyan bejî *

ji azana mele bawernake ji zirîna kerê bawerdike



01.04.2016 02:30 | shorbevan

334. (bnr: xûyê şîrî heta pîrî ye)



01.04.2016 12:32 | simurg56

335. Her çîlek tê dotin her gotin naye gotin



06.04.2016 01:45 | ronahî

336. (bnr: mirî tira nakin)



06.04.2016 01:47 | gumgumok

337. Newroza Sultanî

Darê gopalê xwe hilanî

Bihar û zivistan ji hev deranî



14.04.2016 23:21 | bûtîmar

338. roj bi rîtinê naçê ava.



17.04.2016 15:20 | xwelî li ser

339. Kerê digot dahşikek min çêbibe wê barê min sivik bibe lê yêm lê kêm bû. (bnr: gotinên ca min)



21.04.2016 18:57 ~18:58 | biaqila malê

340. ez kor tu kor icar wê kî here jor?,

tu nekî ez nekim îcar wê kî bike?,

ez axa tu axa wê kî çêlekan bibe baxan?



25.04.2016 21:23 | quşxaneli

341. (bnr: şûna şêra kundê kor e)



16.05.2016 22:43 | bûtîmar

342. 'Bi gotegot meriv naçe cot '



17.05.2016 11:45 | biviraraskolnikovyatûj


344. (bnr: kurmê darê ji darê ye)



21.05.2016 14:19 | bûtîmar

345. Aqilê sivik barê girane.

Vî gotin a hatî gotin rast nabînim ji bo ku aqil sivik bi zîrek an jî tûj in.



22.05.2016 01:10 | dizek

346. (bnr: nefs hemû kes, lê libas ne herkes)



08.07.2016 09:29 | xendekî

347. Jûji têjikên xwe timar dikir û got: ez qurbana pûrtika we ya evrîşim bim



09.07.2016 00:22 | havka

348. (bnr: gava mirtib birçî dibin dawata tînin bîra xwe)



09.07.2016 23:26 | havka

349. (bnr: piştî kemalê re zewal e)



31.07.2016 18:45 | simurg56


351. bira meriv ne piçûkê birabe bira meriv kûçikê ber deri(ya be)yê heft dewalên ecnebiya be



07.09.2016 22:42 | shorbevan

352. (bnr: piçûkê malê kûçikê malê ye) *



08.09.2016 11:35 | bûtîmar

353. (bnr: Çavê xwêyan li biraye çavên bira li çiyaye) Versiyonek din jî heye lê ez nebêjim wê çêtir be *



15.09.2016 15:33 | biaqila malê

354. (bnr: zengîn dikire dibêjin ser xêrê bi , feqîr dikire dibêjin te ji ku anî)

Gotinek pêşiyan e ku bi tecrube hatiye peyitandin *



15.09.2016 15:40 | biaqila malê



358. (bnr: destek destek e du dest dawetek e)



23.12.2016 22:37 ~2020.04.05 18:43 | bûtîmar

359. (bnr: piranî mêraniyê dikuje)



23.12.2016 22:44 | biaqila malê

360. (bnr: berfa hûr avêt ranê stûr)
(an jî Berfa hûr, xwe davê rana sitûr)



23.12.2016 22:50 ~2017.01.22 17:00 | simurg56


362. (bnr: mirî bixêr be mirîşo bixwe tê)

(bnr: mirîşo)



28.12.2016 18:22 ~18:22 | bûtîmar

363. (bnr: axrî aqûbet heta devê gorê)



01.01.2017 14:49 | bûtîmar

364. (bnr: xelk ji te re malê nake)



01.01.2017 19:19 | elaziz izzetpasa camii

365. Çiyayê millan zozan e. Lê derdê mihan şivan e. Ha şivan e.



02.01.2017 11:20 | elaziz izzetpasa camii

366. Tirs bavê gur e.



02.01.2017 15:38 | komara parîsê

367. (bnr: dê weledan şer kir, bêaqilan bawer kir)
(bnr: heçî xurtî biçe mazî nanêre ervazî)



15.01.2017 23:11 ~2018.04.07 12:43 | xendekî

368. Tu min bixwerînî ez ê te bialîsim!



26.01.2017 09:49 | xwelî li ser

369. (bnr: ferqa biwêj û gotinên pêşiyan)
not: entrya jor biwêj jî nîn e, de neyse...



26.01.2017 13:45 | ferhenga şikestî

370. (bnr: xuyê şîrê heya pîrê)



26.01.2017 18:30 | ferhenga şikestî


372. (bnr: heke li we xweş e li me bîst û şeş e)



26.03.2017 22:25 | xendekî


374. (bnr: pÎrê nemire bihar tê ,kero nemire qîvar tê.)



17.05.2017 22:23 ~22:24 | karxezal


376. Gava ku nêçîra min tê, gûyê tajîya min tê.



26.06.2017 20:52 | apê mihyedîn


378. 'Xwarin xwarina Gurcî ye
Nav navê Hecî ye.'
Dema ku yek bi ser navê yekî tiştekî ji yekî dixwaze mirov dikare vê gotinê ji qulebaz re bêje



27.06.2017 16:09 | ejder

379. (bnr: birîna li hevala tîra li kendala)



06.01.2018 10:18 | bûtîmar

381. (bnr: nan û jajî kes pê najî)



08.01.2018 19:13 | simurg56

382. (bnr: tişt zêr e xwedî pê re)



16.01.2018 23:28 | simurg56


384. Bê xwedê dibe, bê xwedî nabe.



21.03.2018 01:01 | hêvî

385. (bnr: şahidê rovî dêla rovî ye)



23.03.2018 11:20 | bûtîmar

386. Heft kurê pîrê hebûn, ya herî baş qûna xwe dida.



16.04.2018 11:10 | xwelî li ser


388. (bnr: kerên sist tirê şidiyayî dikin)



19.04.2018 02:06 ~2020.05.20 15:28 | bûtîmar

389. tenur bi tir û fisan germ nabe



20.04.2018 01:45 ~01:46 | rûbar

390. Çavê li derî xwelî li serî



20.04.2018 01:46 | rûbar

391. minê minê, êdî naçe berê jinê



26.06.2018 03:07 | nestêle

392. (bnr: siba xweş di sibê de xweş e)



27.10.2018 00:19 | bûtîmar

393. (bnr: hesp dibeze sîyar pesnê xwe dide)



27.10.2018 23:13 | bûtîmar

394. Ku hebe barê ker e, ku tune be xirê ker e.



03.01.2020 23:42 | xwelî li ser

395. gure hevdune, kuçikê xelkêne.



09.01.2020 22:38 | golikvan

396. (bnr: mehr şîrîn e)



09.01.2020 22:43 | xendekî

397. ku poşmana gû xwariba, gû di tiwaleta de nedima.



11.01.2020 22:24 | xwelî li ser

398. Heke ne mêre
Kerê nêre
Berde bila biçêre



12.01.2020 00:21 | tîrêj zana 21

399. Çavê kor, hêstirek jî jê bê baş e.



12.01.2020 03:11 | lehî baranyan

400. Kevirê havînê bavê binê kadînê

Şalê min li xweke tir û fisa pêde neke

Heft sala çû seferê hate dîsa kerê berê

Dîkê çê di hêkê de bang dike

Me xwedî kir bi gûhana ji me sitendin bi navrana



06.02.2020 01:49 | tîrêj zana 21

401. xwidê kazonon dit bê didonon



05.03.2020 23:05 | hespêsor

402. tu kuçik biqusînî jî nabe tajî



06.03.2020 01:00 | serfiraz hêvî

403. Têgeha ku min gelek mînakên wê bihîstine lê yek jî di bîra min de nemaye. Ez pirr aciz dibim ji ber ku di bîra min de namînin.



06.03.2020 22:28 ~2021.11.20 18:30 | xabûrî

404. Gava mirtib birçî dibin dawata tînin bîra xwe.



07.03.2020 01:25 | çomo

405. xelkê ra masî girin ji xwe ra kûsî girin



07.03.2020 12:19 | quşxaneli

406. bila diz hebin şevereş gelek in.
bila mirov karekî bixwaze çebikê, dem pir e. dil hebe her tişt tê holê û her pirsgirêk çareser dibe



29.03.2020 00:00 | quşxaneli

407. ku dehşikên meriv hebin barê meriv li erdê namîne (li ser zaroka hatiye gotin, kesê zarokên wan hebin karê wan diqede, çêdibe, tenêbûn ne baş e)



29.03.2020 22:32 | afa

408. Hebekî zayendperestî filan tê de heye lê tê bîra min hevalê min digot: " tu beranî lê heyfa te mîya qoçê te şikandine."



28.04.2020 01:26 | rizgarm

409. Destê ret li ser dilê rihet.

Ret yan jî raet, westandî, westayî, yorgun.

Ku meriv biweste, westandî be, wî destê meriv ret be lê wê dilê meriv rihet be, ji ber ku meriv karê xwe kiriye.



28.04.2020 22:22 | afa

410. Ji bo mirovên dinyanedîtî "nedît nedît di xwe de rît"



28.04.2020 23:04 | alamutkalesi72

411. (bnr: agir berda kayê, xwe da ber bayê)*



29.04.2020 00:10 | xelîl

412. Di strana (bnr: kazo) de derbas dibe belam haya min jê nîne ku gotinên pêşiyan e an gotinê kazo ne lê divê êdî mîna gotinên pêşiyan bê hesêb.

"Nêçîra teyrê baz bûm lê kundê kûr ez dixwarim."

Yanê dibêje ku hêza min beramberê teyrê baz bû lê neçariyê ez kirime xwarina kundê kûr.

Stran:




30.04.2020 01:19 ~01:21 | rizgarm


414. (bnr: qûna ku bêje ez ê birîm wê birî)



07.05.2020 00:47 | bûtîmar


416. (bnr: kevir di cihê xwe de giran e)



07.05.2020 01:38 | rizgarm

417. (bnr: zarok fêkiyên mala ne)



07.05.2020 01:47 ~01:57 | afa

418. (bnr: nan hat quran hilhat)



07.05.2020 14:34 | endazer

419. (bnr: pîrê yeqîn nekir mêr biki de'wa heştik û heftika dike)

wate
kör istedi bir göz allah verdi iki göz



07.05.2020 20:01 | shwinsherm

423. (bnr: kerr e binger e)



07.05.2020 22:12 | fatoş xanim

424. Dinya deme, ge zebeşe, ge leme



10.05.2020 22:11 | afa

425. (bnr: sal bi sal xwezî bi par)



11.05.2020 06:46 | afa

426. (bnr: ro bi ro xwezî bi do)



11.05.2020 10:07 | shwinsherm

427. (bnr: silav li mîya ye, ne li rûya ye) kalê min her dem digot ev temiya. Ji bo hilbijartina hevalê qenc wiha digot.



16.05.2020 01:01 | rizgarm

428. Qûn qetandina pêşiyan li paşiyan dibe rûmet. Gotineke paşiyan.



16.05.2020 01:12 | paşopêş

429. Gulanê ba çêtir e ji baranê.
Ev gotina çend roj berê dema ku bavê min bi telefonê xeber dida bikaranî û min jî li ba xwe qeyd kir. Bi minasebeta meha gulanê jî ez pir watedar dibînim.
Nîşe: bê destûr kopîkirin qedexe ye *



19.05.2020 13:37 | xabûrî

430. Kerê nebe cem mihînan de jev nealimin zîtirk û pehînan



19.05.2020 18:45 | azad517

431. Çavê li der, xwelî li ser



20.05.2020 11:10 | afa

432. (bnr: mineta li der, xwelî li ser)



20.05.2020 11:47 | xelîl


434. hesnê kêrkê, gûyê li ser bêrkê..

iyi parti û mhp çi ne?
hesnê kêrkê, gûyê li ser bêrkê ne.
bi tirkî
ayni bokun laciverti.



22.06.2020 18:04 ~18:07 | shwinsherm

435. ya mêrek çê ya çiyakî asê

bir kahraman yada güzel konumlu bir mevzi

helbet bi vê gotinê pîroz bûna çiyan jî tê seh kirin.



22.06.2020 18:48 ~18:50 | shwinsherm

436. Mala min tewla te ye - yanê tu kengê bixwazî dikarî werî mala min û çiqas bixwazî dikarî bimînî, ne hewceye tu bipirsî



19.07.2020 02:11 | afa

437. Suhbeta bi hevalekî re ev gotinana xist tûrikê min:

- Ji xelkê re vir û vir diwo(dibe)
Ji me re serê vî girto

- Yê mala meriv xera dike derew
Yê dilê meriv rehet dike dew



06.08.2020 00:52 | rizgarm

438. Sê exmeq hatîne dinê. Yê ku di evrazan de dikişîne titûnê, yê ku şev dide rê bi tenê, yê ku mala xwe dibe ba malbata jinê.



13.08.2020 00:53 | çomo

439. Ji kûçikan re marîfet ne lazim e.



24.08.2020 15:52 | rizgarm

440. alem hemî neyarê me ye, em jî neyarê xwe nin



26.08.2020 00:30 | afa


442. rasto rast be, ji qeda û bela xilas be.



13.12.2020 11:52 | hueyn

443. (bnr: kevir kêlimî, ew nekêlimî)



18.12.2020 19:55 | xelîl

444. jina fediyokî bi gundekî ,mêrê fediyokî bi kundekî.



19.12.2020 15:15 | shwinsherm


446. *ters, mergê lûwe ro. (Tirs, mirina gur e.)

*Hag yeno qin ver to dima vanê karê xo bikerê .(hêk tê ber qûnê tu hîn dibêje karê xwe bike.)

*Şarî re moz o, ma re xoz o: yanê şarî re çim akerde yo la xo rê jî gêj o.

*To qertel, dar ser ke wişk(te qertel li ser darê hişk kir): yanê to îş û gure kena zor.

*Ma wayirê heran nêgenî, wayirê hespan jî ma nêgenî.(em xwediyê keran nagirin, xwediyê hespan jî me nagire.)



24.01.2021 13:01 ~13:05 | rizgarm

447. Li ser rêya xerab ranekeve, xewnên nebaş nebîne.

Wate, di rêya nebaş de nemeşe, bila tiştên nebaş neyên serê te.



23.02.2021 20:24 | tîrêj zana 21

448. "Bûkê heft xwesû kuşt, ji dengê biq biqa cer xwe tirsand."
Gotinek ji hêrema Omeryaye ji gundê meye. Çîrokek wê jî heye. Wateya wê jî, kesên ko xwe gelekî tirsonek radikin bi rastîyetê de ne ewqasî bi tirsin. Carnan hin tevdigerên xwe de vê eşkere dikin.



23.02.2021 21:36 | pîroz

449. (bnr: destê vala li ser zikê birçî ye)



03.05.2021 12:55 | xelîl

450. (bnr: xewa miriyan tê xewa birçiyan nayê)



03.05.2021 13:19 | bayesar

451. "Bûkê heft xwesû kuşt, ji dengê biq biqa cer xwe tirsand."
Gotinek ji hêrema Omeryaye ji gundê meye. Çîrokek wê jî heye. Wateya wê jî, kesên ko xwe gelekî tirsonek radikin bi rastîyetê de ne ewqasî bi tirsin. Carnan hin tevdigerên xwe de vê eşkere dikin.



14.05.2021 14:51 | pîroz

452. Gavan ber bi mal bû,
Jina gavîn bi şixûl û bi kar bû .



20.05.2021 17:38 | navîgiranmezelîwêran

453. Zimano leq û leq, Seriyo teq û req.



20.05.2021 19:13 | ysfcevher

454. Şor bû, şorbe nebû.

Di vira de şor bû, yanî axaftin bû, Rihayî ji axaftinê re şor kirin dibêjin. Îro hevalekî Rihayî vê gotina pêşiyan bikar anî, min jî qeyd kir. Em li ser wateya wê jî hinekî rawestiyan lê me tiştekî teqez negot. Gelo kesekî ji aliyê Rihayê heye ji me re şirove bike?



21.06.2021 21:00 | xabûrî

455. gotinên pêşiyan/134665
şor bû şorbe nebû dema ku karek meriva hebe divê wê karê bikî lê bi axaftinê de bikevî bi kesekî û wî karî nekî dibêjin şor bû şorbe nebû. li vir şorbe nebûyin şibandine karê ku nehatiye kirin .

Mînakek : te dît em bi şora de ketin me karê xwe nekir şor bû şorbe nebû.

Şor kirin : axaftin , xeber dan , qise kirin



22.06.2021 22:13 ~22:14 | navîgiranmezelîwêran

457. Pîremêrd î nemir gotinekî pêşînanî heye ke pêşkeş î êmey kirduwe ellê: le zalim çak e naweşêtewe
giya le ser bincî xoy errwêtewe
hîwa exwazim kurmancîjêrînîş/soranî çalakî hebê û zimanî kurdî be pêştir bikewê bijî zimanî şîrîn.



23.06.2021 00:40 | hewlêriha

464. Ez kuda biçim dilê min birîndar e
Birîna min welatê min e



01.07.2021 11:00 | bîyan

465. Ez kuda biçim dilê min birîndar e
Birîna min welatê min e



01.07.2021 11:02 | bîyan

466. kes berxê meriv nake beran, yanê çavên li deriya xwelî li seriya ***



27.07.2021 23:56 | rizgarm

467. min jê dayika xwe bihîst û gelek kêfa min jê re hat.
mêvan ji mêvanan ne xweş e û xweyê malê jî ji her duyan ne xweş e



28.07.2021 00:10 | pênûsa westiyayî

468. "Rih dibe bost, dijmin nabe dost"

"Barê ketî, Xwedê li erdê nahêle"



28.07.2021 15:31 | pîroz

469. Beza pisîngê, heta kadînê

Meriv çiqas ji tiştekê bireve dê taliyê bi wê tiştê re rû bi rû bimîne.



20.08.2021 20:16 | rizgarm

470. solker pêxwas e, cawker bê kiras e.



21.08.2021 20:42 ~20:44 | hueyn

471. Qenc kirê xwe kirê, xirab kirê (dîsa) xwe kirê...



22.08.2021 01:07 | pîroz


474. diz dizan nas dikin.



01.12.2021 22:05 | heval.js

475. Min neka di facebookê de bi soranî vê gotina dît: قسەی خۆش بەهاری دلانە

Ji bo kesên nizanin alfabeya erebî: Qisey xoş beharî dilan e.



08.12.2021 08:33 | xabûrî

476. (bnr: merivên hûr sîha xwe ya esrê ra zehv şa dibin)



08.12.2021 13:13 ~13:14 | bûtîmar

477. Adarê, berfê dayê heya guliya darê, nema heya êvarê.(04.03.2022 - dêya min)
Bi minasebeta berfê, serma û seqemê dêya min vê gotina pêşiyan gotibû û min jî qeyd kiribû. Min xwest di vira de jî par ve bikim ji bo ku wenda nebe.

Edît: şaşiyên nivîsê û lêzêdekirin



19.03.2022 13:42 ~14:46 | xabûrî


479. (bnr: destê betilî li ser zikê têr e.)
Gotina ku min îro ji devê pîrka xwe bihîstîye. Dema şîretan li ser xwendinê û pêdivîya pîrekan bi xwendinê kir şitexalîya xwe bi vê gotinê xilas kir.



05.04.2022 23:42 ~23:51 | pîroz

480. Bigurije lê nebare.



07.05.2022 12:47 | rizgarm

481. Xebat çek e bin milê xwe ke, kelîya pêwîst bû pê bike.

Dema heye şilik û milik, go nîna keder u kulik.

Xebat bike ji asas de dil nekê waswas.



08.05.2022 16:02 | burak derdilî

482. Xwarin gend û gû ye, şûştin reng û rû ye.



23.06.2022 10:44 | burak derdilî

483. Agir gula zivistanê ye.

Çavkanî: helbesta befir barî a perwîz cîhanî, kovara nûbiharê, hejmar 158, rûpel:46



15.07.2022 10:48 | xabûrî

484. Talana tev êlê dawet e.



27.07.2022 19:19 | rizgarm

485. ~Ga li Garanê digere , hemserê xwe dibîne


~yarê dizane yaryemanê nizane



09.08.2022 14:31 ~14:31 | navîgiranmezelîwêran

486. (bnr: ji xelkê re masîgir e ji xwe re kosîgir e)
(kosî= kîso, kêsî, kûsî)



24.08.2022 00:04 | pêşewa

487. Bizin çiqas bi dizî were nêrî jî axirê wê eşkere bizê



05.10.2022 21:00 ~21:01 | rizgarm

488. (bnr: kurmancê têr e xew jê re xêr e)
ger piştî şîvê xewa kesekî tê wiha dibêje.
Piştî demekî kesên şîv nexwarî jî wiha digotin:
kurmancê birçî ye xew jê re çi ye



13.10.2022 14:01 ~14:08 | pêşewa

489. Versiyonek din ya peyama jor heye
(bnr: kurmancî birçî ye mirin para wî ye)



13.10.2022 14:56 | navîgiranmezelîwêran

490. Hin gotinên pêşiyan îro bêwate an jî ne li gorî cîvaka îro ye.
wekî;
Dera ku jin xera nekiriye, hîn ava ye.

Mêvanê yekî, mêvanê gundekî.

Bêyî şêx û pîr meçe dîwana mîr ku tu nekevî rewşa feqîr.

Nan û pîvaz heye, nexweşî dibe çavreşî.



16.10.2022 00:35 | çomo

491. "Hegera Ûsiv di destê birayan de ye." Yanî eger nedîyarîyek hebe û tu ji kesê/a li hemberê xwe bi guman î ev gotina pêşiyan tê gotin. Diya min tim ji min re wiha digot.



16.10.2022 03:41 | bayê xerbî

492. Bira li çaristanan be, ne li goristanan be


Bira : bila
Çaristan di wate ya "cîhê dûr " de hatiye bikar anîn.

Ji gotinê mebest zindî be bila li dûr be .



16.10.2022 19:45 ~19:45 | navîgiranmezelîwêran

493. (bnr: qûna rûniştî xweş tê govendê)



13.11.2022 13:33 | xelîl

494. kur dil e nevî kakil e.

çavkanî: bernameya ava media a bi navê gotinek û xelatek, xeleka 12




26.11.2022 23:56 ~23:58 | xabûrî

495. ez çûm hema , bextê min ji min nema!

Anku tu çi karî bike , tu bi ku de biçe bextê te tê dîsa xwe nîşan dide



13.01.2023 14:34 | navîgiranmezelîwêran

496. Raket germika , rabû sermika

Anku karê xwe di wexta xwe de nekir , hîşt rojên dijwar re .



23.01.2023 18:45 | navîgiranmezelîwêran

497. (bnr: bira biratî bazar cudatî)

Ger du kesên nêzî hev tevahî kar bikin hewce ye têkiliyên xwe yên din û karên xwe cuda bigirin.
Herêm: serhed



25.01.2023 00:13 | pêşewa


499. (bnr: mîr jî dimire evdalê pîr jî dimire)
Wate: dinya mirin e, xêra milkê dinê tunne.
Mînak: perê min tunne ye lê tiştek nabe mîr jî dimire evdalê pîr jî dimire, were em herin kebabekî bixwin.



11.03.2023 18:26 | pêşewa

500. "‎Jiyana rojekîye bi rûmet, ji jiyana salaye bi koletî çêtire."
"Kurdiya şaş ji çêtire tirkîya baş."



21.03.2023 20:41 | horhorik

501. nû hatin,kevn xelat in..li serê bifikirin..



22.03.2023 00:54 | cecoyê rewşen

502. Qam qama mêşê, deng dengê gamêşê



08.04.2023 02:51 | xabûrî

503. (bnr: ku meriv masî bigire delingê meriva şil dibe)
Wate: mirov ku karekî bike, hewceye her tişti bide ber çavê xwe.



08.04.2023 18:50 | pêşewa

504. (bnr: dinya ji meriva re bibe kes, meriv nabêje bes)

Wate: çiqas nasên mirova hebe hew qas jî meriva re xweş tê û hêz dike zêdetir nas çêbin.



27.04.2023 11:32 | pêşewa

505. (bnr: guyê hişk bi yekî re nazeliqê)
Bêbextiyên vala bê bingeh serê mirov naêşînê, hêjakêm nake.



27.04.2023 16:53 ~16:56 | burak derdilî

506. (bnr: malê axê diçe canê xulam pê zer dibe)



05.05.2023 23:27 | pêşewa

507. (bnr: golikekî vijoker garanekî bi xwe re diherimêne)
Nebin golikê vijoker û me jî bi xwe re neherimênin!!!



19.06.2023 16:13 | burak derdilî

508. Mala pir jin, Xira bû ji bin..
(ev gotin pirjinîyê şermezar dike..)



16.08.2023 23:53 ~2023.08.17 16:40 | horhorik

509. gotinên pêşiyan/142733
Temam gotin xweş e lê pirjinî û nêrîna feodal çi alaqa?



17.08.2023 13:12 | xabûrî

510. Min li derekê xwendibû û di deftera xwe de nivîsandibûm. Wusa bû û rast e alaqa feodal bi pê re nîne. Min jî niha ferq kır.



17.08.2023 16:40 ~16:41 | horhorik

511. Qotê mezin gewrî qelêş e.
Qot: lokma



22.09.2023 12:06 | cezmîkurd

512. "Das li ku tirr li ku!?"
Di rewşên ku tiştekî bê minasib bê kirin û gotin da tê gotin.



22.09.2023 22:30 | xweperest

513. Ker çi zane zehferan çi ye



01.11.2023 10:13 | cezmîkurd

514. (bnr: Çiqas pir dibin hewqas bê sir dibin)



01.11.2023 23:36 | shorbevan


516. Le qatir pirsîn kî bawgide? Wet esp xalûme.
- Gotinên pêşiyên kurdên feylî

Yanê ku "Ji qantirê pirsîn: Bavê te kî ye? Got: Hesp xalê min e."



12 roj berê 15:32 | cinorek

517. ji ber ku di zimanê me de têra xwe hene, hejmara wan zêde zêde ye, îcar li ser dewlemendiya wan ev yek tê gotin: pêşiyan ji paşiyan re tişt nehiştine, her tişt gotine



11 roj berê 01:49 | mirovekirind

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên pêşiyên kurdî yên li ser berfê
» pêşiyan ji paşiyan re tişt nehiştine, her tişt gotine

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî