Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 33 peyam
gotinên pêşiyan - tirşik
gotinên pêşiyan
(77) (8) (5)
di mijarê de bigere

271. (bnr: kerr e binger e)



07.05.2020 22:12 | fatoş xanim

272. Dinya deme, ge zebeşe, ge leme



10.05.2020 22:11 | afa

273. (bnr: sal bi sal xwezî bi par)



11.05.2020 06:46 | afa

274. (bnr: ro bi ro xwezî bi do)



11.05.2020 10:07 | shwinsherm

275. (bnr: silav li mîya ye, ne li rûya ye) kalê min her dem digot ev temiya. Ji bo hilbijartina hevalê qenc wiha digot.



16.05.2020 01:01 | rizgarm

276. Qûn qetandina pêşiyan li paşiyan dibe rûmet. Gotineke paşiyan.



16.05.2020 01:12 | paşopêş

277. Gulanê ba çêtir e ji baranê.
Ev gotina çend roj berê dema ku bavê min bi telefonê xeber dida bikaranî û min jî li ba xwe qeyd kir. Bi minasebeta meha gulanê jî ez pir watedar dibînim.
Nîşe: bê destûr kopîkirin qedexe ye *



19.05.2020 13:37 | xabûrî

278. Kerê nebe cem mihînan de jev nealimin zîtirk û pehînan



19.05.2020 18:45 | azad517

279. Çavê li der, xwelî li ser



20.05.2020 11:10 | afa

280. (bnr: mineta li der, xwelî li ser)



20.05.2020 11:47 | xelîl


282. hesnê kêrkê, gûyê li ser bêrkê..

iyi parti û mhp çi ne?
hesnê kêrkê, gûyê li ser bêrkê ne.
bi tirkî
ayni bokun laciverti.



22.06.2020 18:04 ~18:07 | shwinsherm

283. ya mêrek çê ya çiyakî asê

bir kahraman yada güzel konumlu bir mevzi

helbet bi vê gotinê pîroz bûna çiyan jî tê seh kirin.



22.06.2020 18:48 ~18:50 | shwinsherm

284. Mala min tewla te ye - yanê tu kengê bixwazî dikarî werî mala min û çiqas bixwazî dikarî bimînî, ne hewceye tu bipirsî



19.07.2020 02:11 | afa

285. Suhbeta bi hevalekî re ev gotinana xist tûrikê min:

- Ji xelkê re vir û vir diwo(dibe)
Ji me re serê vî girto

- Yê mala meriv xera dike derew
Yê dilê meriv rehet dike dew



06.08.2020 00:52 | rizgarm

286. Sê exmeq hatîne dinê. Yê ku di evrazan de dikişîne titûnê, yê ku şev dide rê bi tenê, yê ku mala xwe dibe ba malbata jinê.



13.08.2020 00:53 | çomo

287. Ji kûçikan re marîfet ne lazim e.



24.08.2020 15:52 | rizgarm

288. alem hemî neyarê me ye, em jî neyarê xwe nin



26.08.2020 00:30 | afa

dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
horhorik [1]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
memikên herî xweşik [1]
li vê cîhanê yek tişt heye ku xweştir e ji memikan ew jî welatê min ku...
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên herî xweş li ser demsala payîzê
» pêşiyan ji paşiyan re tişt nehiştine, her tişt gotine

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî