Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 18 peyam
gotinên pêşiyan - tirşik
gotinên pêşiyan
(77) (8) (5)
di mijarê de bigere

290. rasto rast be, ji qeda û bela xilas be.



13.12.2020 11:52 | hueyn

291. (bnr: kevir kêlimî, ew nekêlimî)



18.12.2020 19:55 | xelîl

292. jina fediyokî bi gundekî ,mêrê fediyokî bi kundekî.



19.12.2020 15:15 | shwinsherm


294. *ters, mergê lûwe ro. (Tirs, mirina gur e.)

*Hag yeno qin ver to dima vanê karê xo bikerê .(hêk tê ber qûnê tu hîn dibêje karê xwe bike.)

*Şarî re moz o, ma re xoz o: yanê şarî re çim akerde yo la xo rê jî gêj o.

*To qertel, dar ser ke wişk(te qertel li ser darê hişk kir): yanê to îş û gure kena zor.

*Ma wayirê heran nêgenî, wayirê hespan jî ma nêgenî.(em xwediyê keran nagirin, xwediyê hespan jî me nagire.)



24.01.2021 13:01 ~13:05 | rizgarm

295. Li ser rêya xerab ranekeve, xewnên nebaş nebîne.

Wate, di rêya nebaş de nemeşe, bila tiştên nebaş neyên serê te.



23.02.2021 20:24 | tîrêj zana 21

296. "Bûkê heft xwesû kuşt, ji dengê biq biqa cer xwe tirsand."
Gotinek ji hêrema Omeryaye ji gundê meye. Çîrokek wê jî heye. Wateya wê jî, kesên ko xwe gelekî tirsonek radikin bi rastîyetê de ne ewqasî bi tirsin. Carnan hin tevdigerên xwe de vê eşkere dikin.



23.02.2021 21:36 | pîroz

297. (bnr: destê vala li ser zikê birçî ye)



03.05.2021 12:55 | xelîl

298. (bnr: xewa miriyan tê xewa birçiyan nayê)



03.05.2021 13:19 | bayesar

299. "Bûkê heft xwesû kuşt, ji dengê biq biqa cer xwe tirsand."
Gotinek ji hêrema Omeryaye ji gundê meye. Çîrokek wê jî heye. Wateya wê jî, kesên ko xwe gelekî tirsonek radikin bi rastîyetê de ne ewqasî bi tirsin. Carnan hin tevdigerên xwe de vê eşkere dikin.



14.05.2021 14:51 | pîroz

300. Gavan ber bi mal bû,
Jina gavîn bi şixûl û bi kar bû .



20.05.2021 17:38 | navîgiranmezelîwêran

301. Zimano leq û leq, Seriyo teq û req.



20.05.2021 19:13 | ysfcevher

302. Şor bû, şorbe nebû.

Di vira de şor bû, yanî axaftin bû, Rihayî ji axaftinê re şor kirin dibêjin. Îro hevalekî Rihayî vê gotina pêşiyan bikar anî, min jî qeyd kir. Em li ser wateya wê jî hinekî rawestiyan lê me tiştekî teqez negot. Gelo kesekî ji aliyê Rihayê heye ji me re şirove bike?



21.06.2021 21:00 | xabûrî

303. gotinên pêşiyan/134665
şor bû şorbe nebû dema ku karek meriva hebe divê wê karê bikî lê bi axaftinê de bikevî bi kesekî û wî karî nekî dibêjin şor bû şorbe nebû. li vir şorbe nebûyin şibandine karê ku nehatiye kirin .

Mînakek : te dît em bi şora de ketin me karê xwe nekir şor bû şorbe nebû.

Şor kirin : axaftin , xeber dan , qise kirin



22.06.2021 22:13 ~22:14 | navîgiranmezelîwêran

304. Pîremêrd î nemir gotinekî pêşînanî heye ke pêşkeş î êmey kirduwe ellê: le zalim çak e naweşêtewe
giya le ser bincî xoy errwêtewe
hîwa exwazim kurmancîjêrînîş/soranî çalakî hebê û zimanî kurdî be pêştir bikewê bijî zimanî şîrîn.



23.06.2021 00:40 | hewlêriha

dengdanên dawîn (yên din..)
rojnameyên ku tirşikvan dixwînin [1]
rojnameyan zêde nakirim lê bo tirkî Oksîjen û carinan birgun dikirim. ...
komîsyona edebîyata kurdî a zanîngeha boğaziçiyê [2]
ev komeleya ji alîyê xwendekarên zanîngeha boğaziçiyê hatîye dameziran...
brusk99 [2]
qenaleke youtubeêye ku têra xwe serkeftî û pêkenokî ye. ji axafrina w...
hêklo meklo [1]
Li cem me jî wiha tê gotin; (stur: Hêklo mêklo, çavî çiklo, hilîne ye...
payîzava [2]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên pêşiyan betal nabin
» pêşiyan ji paşiyan re tişt nehiştine, her tişt gotine

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî