Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 33 peyam
gotinên pêşiyan - tirşik
gotinên pêşiyan
(77) (8) (5)
di mijarê de bigere

305. Ez kuda biçim dilê min birîndar e
Birîna min welatê min e



01.07.2021 11:00 | bîyan

306. Ez kuda biçim dilê min birîndar e
Birîna min welatê min e



01.07.2021 11:02 | bîyan

307. kes berxê meriv nake beran, yanê çavên li deriya xwelî li seriya ***



27.07.2021 23:56 | rizgarm

308. min jê dayika xwe bihîst û gelek kêfa min jê re hat.
mêvan ji mêvanan ne xweş e û xweyê malê jî ji her duyan ne xweş e



28.07.2021 00:10 | pênûsa westiyayî

309. "Rih dibe bost, dijmin nabe dost"

"Barê ketî, Xwedê li erdê nahêle"



28.07.2021 15:31 | pîroz

310. Beza pisîngê, heta kadînê

Meriv çiqas ji tiştekê bireve dê taliyê bi wê tiştê re rû bi rû bimîne.



20.08.2021 20:16 | rizgarm

311. solker pêxwas e, cawker bê kiras e.



21.08.2021 20:42 ~20:44 | hueyn

312. Qenc kirê xwe kirê, xirab kirê (dîsa) xwe kirê...



22.08.2021 01:07 | pîroz


315. diz dizan nas dikin.



01.12.2021 22:05 | heval.js

316. Min neka di facebookê de bi soranî vê gotina dît: قسەی خۆش بەهاری دلانە

Ji bo kesên nizanin alfabeya erebî: Qisey xoş beharî dilan e.



08.12.2021 08:33 | xabûrî

317. (bnr: merivên hûr sîha xwe ya esrê ra zehv şa dibin)



08.12.2021 13:13 ~13:14 | bûtîmar

318. Adarê, berfê dayê heya guliya darê, nema heya êvarê.(04.03.2022 - dêya min)
Bi minasebeta berfê, serma û seqemê dêya min vê gotina pêşiyan gotibû û min jî qeyd kiribû. Min xwest di vira de jî par ve bikim ji bo ku wenda nebe.

Edît: şaşiyên nivîsê û lêzêdekirin



19.03.2022 13:42 ~14:46 | xabûrî


320. (bnr: destê betilî li ser zikê têr e.)
Gotina ku min îro ji devê pîrka xwe bihîstîye. Dema şîretan li ser xwendinê û pêdivîya pîrekan bi xwendinê kir şitexalîya xwe bi vê gotinê xilas kir.



05.04.2022 23:42 ~23:51 | pîroz

321. Bigurije lê nebare.



07.05.2022 12:47 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên kurdî yên ji tirkî hatine wergerandin
» pêşiyan ji paşiyan re tişt nehiştine, her tişt gotine

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî