Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 54 peyam
gotinên pêşiyan - tirşik
gotinên pêşiyan
(77) (8) (5)
di mijarê de bigere

322. Xebat çek e bin milê xwe ke, kelîya pêwîst bû pê bike.

Dema heye şilik û milik, go nîna keder u kulik.

Xebat bike ji asas de dil nekê waswas.



08.05.2022 16:02 | burak derdilî

323. Xwarin gend û gû ye, şûştin reng û rû ye.



23.06.2022 10:44 | burak derdilî

324. Agir gula zivistanê ye.

Çavkanî: helbesta befir barî a perwîz cîhanî, kovara nûbiharê, hejmar 158, rûpel:46



15.07.2022 10:48 | xabûrî

325. Talana tev êlê dawet e.



27.07.2022 19:19 | rizgarm

326. ~Ga li Garanê digere , hemserê xwe dibîne


~yarê dizane yaryemanê nizane



09.08.2022 14:31 ~14:31 | navîgiranmezelîwêran

327. (bnr: ji xelkê re masîgir e ji xwe re kosîgir e)
(kosî= kîso, kêsî, kûsî)



24.08.2022 00:04 | pêşewa

328. Bizin çiqas bi dizî were nêrî jî axirê wê eşkere bizê



05.10.2022 21:00 ~21:01 | rizgarm

329. (bnr: kurmancê têr e xew jê re xêr e)
ger piştî şîvê xewa kesekî tê wiha dibêje.
Piştî demekî kesên şîv nexwarî jî wiha digotin:
kurmancê birçî ye xew jê re çi ye



13.10.2022 14:01 ~14:08 | pêşewa

330. Versiyonek din ya peyama jor heye
(bnr: kurmancî birçî ye mirin para wî ye)



13.10.2022 14:56 | navîgiranmezelîwêran

331. Hin gotinên pêşiyan îro bêwate an jî ne li gorî cîvaka îro ye.
wekî;
Dera ku jin xera nekiriye, hîn ava ye.

Mêvanê yekî, mêvanê gundekî.

Bêyî şêx û pîr meçe dîwana mîr ku tu nekevî rewşa feqîr.

Nan û pîvaz heye, nexweşî dibe çavreşî.



16.10.2022 00:35 | çomo

332. "Hegera Ûsiv di destê birayan de ye." Yanî eger nedîyarîyek hebe û tu ji kesê/a li hemberê xwe bi guman î ev gotina pêşiyan tê gotin. Diya min tim ji min re wiha digot.



16.10.2022 03:41 | bayê xerbî

333. Bira li çaristanan be, ne li goristanan be


Bira : bila
Çaristan di wate ya "cîhê dûr " de hatiye bikar anîn.

Ji gotinê mebest zindî be bila li dûr be .



16.10.2022 19:45 ~19:45 | navîgiranmezelîwêran

334. (bnr: qûna rûniştî xweş tê govendê)



13.11.2022 13:33 | xelîl

335. kur dil e nevî kakil e.

çavkanî: bernameya ava media a bi navê gotinek û xelatek, xeleka 12




26.11.2022 23:56 ~23:58 | xabûrî

336. ez çûm hema , bextê min ji min nema!

Anku tu çi karî bike , tu bi ku de biçe bextê te tê dîsa xwe nîşan dide



13.01.2023 14:34 | navîgiranmezelîwêran

337. Raket germika , rabû sermika

Anku karê xwe di wexta xwe de nekir , hîşt rojên dijwar re .



23.01.2023 18:45 | navîgiranmezelîwêran

338. (bnr: bira biratî bazar cudatî)

Ger du kesên nêzî hev tevahî kar bikin hewce ye têkiliyên xwe yên din û karên xwe cuda bigirin.
Herêm: serhed



25.01.2023 00:13 | pêşewa


340. (bnr: mîr jî dimire evdalê pîr jî dimire)
Wate: dinya mirin e, xêra milkê dinê tunne.
Mînak: perê min tunne ye lê tiştek nabe mîr jî dimire evdalê pîr jî dimire, were em herin kebabekî bixwin.



11.03.2023 18:26 | pêşewa

341. "‎Jiyana rojekîye bi rûmet, ji jiyana salaye bi koletî çêtire."
"Kurdiya şaş ji çêtire tirkîya baş."



21.03.2023 20:41 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên erotîk bi kurdî
» pêşiyan ji paşiyan re tişt nehiştine, her tişt gotine

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî