Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 24 peyam
xwarina herî xweş - tirşik
xwarina herî xweş
(27) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. bêguman ûr û rovî ye.



22.06.2013 22:08 | simurg56

3. mijara ku wê tirşikvanên rastîn û derewîn derxe holê. aha min xwe deşîfre kir.



22.06.2013 23:22 | simurg56

4. li gorî hal û wextê tirşikxweran bersiv tê guhertin..

dibêjin rojekî du gundiyên hevalên hev dikevin ser rê deqene herin bajêr.. di rê de ji hevalan yek ji yê din dipirse û dibêje

- ku rojekî halûwextê te xweş bibe û tu zengîn bibî û her tişta dilê te biçîyi tu bikaribî bi dest xwe ve bînî tu dixwazî çi bixwî?

hevalê duyem bêyî ku li ser vê pirsa hevalê xwe bifikire di cihê xwe de dibêje:

- helbet nan û pîvaz.

piştî cixareyekî vê carê hevalê duyem ji hevalê din dipirse û dibêje

- erê ku rojekî xwudê bike hal û wextê te xweş bibe tê çi bixwî?

- hevalê yekem yê ku xweyê pirsa pêşîn mehdê xwe tirş û tahl dike û bi ser hevalê xwe de vedigere û lê vedigerîne

- malnemîrat ma ne tu tiştê xwarinê ji min re nehişt... çi qas tiştên xweş hebin te hemû gotin û ji xwe re hilanîn..



ji bo nimûne ji ber ku di zarokaniyê de helaw ji bo me zarokên di gund de tiştekî gelekî lûks û biqedr û qîmet bû hê jî dema helaw bê ser sifrê çi qasî têr bim jî xwe jê venadim û illeh pariyekî du pariyan jê dixwim..



23.06.2013 20:22 | endazer

5. pîştî ku îro min xwar, dîsa min fêhm kir ku erê ûr û rovî ye.



08.07.2013 00:20 | simurg56

7. Xwarina herî xweş ya Cizîrê îrik û kerî ye.



08.07.2013 08:34 | karmatî

8. cukot : ûr u ruvî



08.07.2013 02:11 | feqiyêteyran

9. keldoş



12.07.2013 00:26 | xewn

10. ji bo havînan bêguman meyîra ku diya min çêdike ye..



12.07.2013 00:29 | endazer

11. şamborek û pel



25.07.2013 15:21 | serhed7

12. bi ya min xwarinên xweş ev in:

(bnr: pirax), (bnr: kutilk) (bnr: ûr û rovî) (bnr: şamborek) û hemû giyayên kurdistanê ku têne xwarin. bi teybetî jî (bnr: kereng).



asoxîn ji qewlê kalikê min ve:

xebera xweş xweştire ji xwarina xweş wesselam



25.07.2013 15:27 | seydayê_peyvan

13. (bnr: patîle) û (bnr: tavê dêrikê) dibêjen dema qereçî bîrçî dibe, qala nanê daweta dike*



25.07.2013 16:40 | serpale

15. (bnr: meyîr), (bnr: kutlik), (bnr: hemîse)..



25.07.2013 16:50 | endazer

16. (bnr: şamborek)



25.07.2013 17:05 | spizello

17. nan-zebeş-penêr, ez van rojana piçekî aciz im dûrî we be...



25.07.2013 18:24 | mamo

18. ken û gotinên naveroka wan şêrîn ji kutilkan jî şamborekan jî xweştir in..



25.07.2013 21:53 | cirano

19. bêmane, îcar xwarina herî xweş çi ye?



25.07.2013 22:18 | quto

20. Çeqilmast..



25.07.2013 23:03 | roj

22. ji skêcek medtv:

jibo roja we nebe zehîr, her roj bixwun tasek mehîr



26.07.2013 08:12 | saryaudisasarya

23. Şorbe şorbe



26.07.2013 08:13 | saryaudisasarya

24. a ku ber mirov e.



26.07.2013 18:15 | simurg56

25. kartol û savar



14.08.2013 00:12 | newenda

26. tirşik



14.08.2013 17:10 | serap

27. ya herî xweşik tirşik e



14.08.2013 17:11 | serap

28. gulol, doxabe, keledoş, qiyis...



09.09.2013 01:43 | welat colemêrgî

29. di tirşikê de yê/ya bêje xwarina herî xweş nizam çi nizam çi ye ew nankor e! bila her kes bêje tirşik û hew!..



09.09.2013 02:07 | terkexem

30. mijara camêrên ku nanê xwe ji tirşikê dixwin û bi serê xwarinên din sond dixwin eşkere kiriye.. bi qewlê tirkan ''devlet içinde devlet olur mu?'' yanî li ser sifra tirşikê ma ne eyb û şerm e ku mirov sifreyeke din rayêxe? û pesn û wesfên helawa li ser pariyê hevalê xwe dîtî bide..



09.09.2013 02:20 | endazer

31. ew xwarina goşt tê de ye.



14.12.2013 22:26 | bakur-başûr

32. kutilk



14.12.2013 23:58 | bavêhegel

33. hemîs e. bi birinc û hinartirş tê çêkirin, sibê heta êvarê tê xwarin.



09.02.2014 02:36 | kevçiyê dil

34. (bnr: kutilk)



09.02.2014 09:55 | oxir

36. Bê guman heşîna keleman ya ku di nav tenûrê hatiye pijandin.



26.09.2018 12:03 | xelîl

37. (bnr: kutilk)



27.09.2018 09:30 | xendekî

38. (bnr: tûtû)

Nizam çima vê şeva bêxew û tarî û germ de ev xwarîna
min a favorî hate bîra min. Dibe ku min bêriya diya xwe kiribe.



09.08.2019 00:22 | xelîl

40. ji xwarina karidesê pir hez dikim.
lowma carna dibêjim xwezî ez şafiî bûma.



19.02.2021 19:42 | cinorek

41. danûk



19.02.2021 21:55 | bilbilê dilkul

42. Savara ber bacanaye. Ez kengî ve bi xwe hesîyame gelekî hej savarê dikim bi taybetî a ber bacana.Ev xwarin kengî li malê de çêbibe yana ez li deverkê lê rast bêm û bixwim kêfamin gelekî tê. Wek dermanê antîdepresanêyi ji bo min. Ji ber ko çîroka wê heye û mi dibi zaroktîya min.
Tê bîramin ez gelekî piçûkim lê aqlê min digihê tişta. Rojekî ji roja cejnê lê kîjan cejne nizanim. Bi rastî jî gelekî hûrikim ji ber vê yekê zarokê malê ên ji min mezintir derketinin derve ko şekirê eydê bidin serhev lê mi bi wan re neşandinin. Wext hesirkîye, dîya min, bavê min û ez -em li qata banî mane. Ca min savarek ber bacana çêkirîye û ban mi diki. Tehma wê girarê hîn di bîra min deye. Girar şilek hatîye û devê min jê dişewite. Lê ne xemma mine, ez dikenim.Kêf kefa mini û ez delalîme.



20.02.2021 00:16 | pîroz

43. (bnr: bermeqlûb)
(bnr: eprax)

(bnr: Îskender) favoriya min ya li derve◉‿◉



10.08.2021 22:07 ~22:09 | merwano

44. 1. (bnr: savara ber bacana)
2. (bnr: kûtilk)
3. (bnr: pelê sîrê)



10.08.2021 22:09 | pîroz

45. hemû xwarinên bi mast; firdik, mehîr, meqernaya bi mast. û mast tenê. weke vexwarin jî dew.



10.08.2021 22:27 | hueyn

46. mirîşk e. hem kalandin û hem jî qelandina mirîşkê zaf xweş e



10.08.2021 23:01 | fermano

47. (bnr: belezîz)



28.02.2023 22:08 | horhorik

49. keledoş! , av û hêk , av û sîra bi toraq



21 roj berê 21:41 | brzn

50. Goştê mirîşkan yê meqelkirî û ber da jî birinceke xweş.:d



20 roj berê 02:10 | bayê xerbî

51. Hûr û rêvî !!



7 roj berê 16:07 | keloş

52. kutilkê jinapa min *.*



7 roj berê 16:09 | keloş

53. Bo her milletê, her welatê cûda ye.
Mînak koreyiyan ji xwarinên xwe herî zêde xwarina bi navê bulgogi hez dikin.
Bulgogi dibe ku xwarina Koreyî ya herî populer e, bi goştê hûrkirî yê ku tama wê ya bi dûman-şêrîn heye.



7 roj berê 16:56 | cinorek

54. Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in.



7 roj berê 19:54 | bayê xerbî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
dopamîn [1]
Di kesên şîzofrenîk de ew norotransmîtter bilind dibe, ew jî d...
sendroma kluver-bucyî [1]
Sendroma ku ligel Atrofiya bîlateral a amîgdalayê herî kêm bi ...
sendroma eisenmenger-î [1]
Xwîna paqij û lewitî di dil de li nav hev nakeve lê car caran berevajî...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Dîno- Neçe Dûr

(stur: hozan dîn...
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1]
çima? (wêne: https://tirsik.net/wene/w/ziman/serdestiya-zimane-tirki-y...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwarina dayîna ji bo derketina diranên zarokan
» herî ser rehetiyê
» xweştirîn keçikên cihanê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî