Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
big bang - tirşik
big bang
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. teoriya ku dibêje feza her ku diçe fireh dibe û dema mirov here destpêka wê bibîne ku ev firehbûn ji yek noqteyê destpê dike. tê gotin ku sedema firehbûnê teqîna vê noqteyê ye. yanî feza ji noqteyeke ku giraniya wê bêsînor zêde ye lê mezinahiya wê bêsînor biçûk e, peyda bûye.

teorî li ser fikrên einstein hatiye avakirin û modela wê ya ewil ji aliyê alexander friedmann ve hatiye çêkirin.

ji toveke biçûk, peydabûna dareke mezin; mînakeke herî hêsan e ji bo vê teoriyê.

(bnr: mirov bi rastî ecêbmayî dibe)



25.12.2013 20:37 | simurg56

2. (bnr: teqîna mezin)



25.12.2013 20:37 | simurg56

3. Teoriya ku vê ayetê tîne hişê mirov ;

" û esman, me ew bi destê xwe ava kir û bêguman em wê fireh dikin " ( sureya zariyat, ayet 47 )



25.12.2013 20:59 | ceso

4. roja ku ez ê ji ber nezanîn û cehaleta mirovan bêjim "bannnnnng" biteqim.



02.04.2015 22:04 | ceso

5. tê gotin ku têgeha têqînê tiştekî sembolîk e û ihtîmal heye ku ji peyva têqîna ku em jê fêm dikin, pêk nehatibe.. ji noqteyeke piçûk dest pê dike. noqte pirr sift e û germahî û giranî û tîrbûna wê gelek zêde ye lê mezinahiya wê jî ewqas piçûk e tê heye ku bi qasî xarekî be..

bi qasî 13.8 mîlyar sal beriya niha qewimiye û her ku diçe berbilavbûna maddeyên ku jê za bûne zêdetir dibe.

bi qasî 90 sal berê hat sepandin ku feza berfirehtir dibe, ku berfirehbûn hebe divê destpêk jî hebe ji vir jî tê gihîştin ku hemî madde yek bûn û ji nişka ve(sê saniye) ji hev veqetiyan..

tabî li gor vê teoriyê hin tişt hene nikarin bên sepandin an lêkolandin

yek ji wan guman û pirsan ew e ku; beriya teqînê an vê bûyerê, çi hebû?

ya dî jî ew e ku gelo antîmaddeyên teqînê bi kû de çûn? û çima wenda bûn?

ji vir û pê ve teoriya enflasyonê dikeve devrê û ew jî hem mijarekî dî û hem jî têkildarî vê mijarê ye, li bendê bin



09.04.2015 19:40 ~19:42 | ferhenga şikestî

6. Em nizanin gerdûna ku em niha tê de dijîn, ji tunebûnê çêbûye an jî beriya çêbibe di formeke din de bûye.. Lêkolînên heta niha hatine kirin de, me bersiva vî pirsî teqez nedaye lê me gelek teorîyên cuda û zanistî pêşxistiye. Beriya ku em dest teoriyan bikin divê em tiştê ku zanist bi saya wî pêşketîye pêk bînin. Divê em biramin…

Ji bo tiştek pêk bihê gelo divê beriya wê tiştek hebe? Yan jî ji bo tiştek pêk bê, divê tiştên ku wê pêk bînin heb in? Wê demê beriya teqîna mezin çi hebû, li wir çi diqewimî? Mixabin ji ber ku em qala mîlyar salan berê dikin û teknolojîyeke me ye mîlyar sal berê bibîne tune ye, niha bersivên van pirsan teqez me nedaye. Lê em vê yekê dizanin ku destpêka vê gerdûnê heye û ev jî teqîna mezin e. Em vê yekê baş dizanin ku, destpêka gerdûna me yê niha, exter, stêrk, galaksî, av, ax, zindî, zagonên gerdûnê ango destpêka her tiştî digihîje teqîna mezin.

Bingehên Teoriya Big Bangê di destpêka sedsala 20an de bi saya xebat û lêkolînên teorîk hatin avêtin. Di salên 1920an de lêkolînên edwin hubble û hevkarên wî nîşan dan ku galaksî ji hev dûr dikevin û gerdûn ber ku diçe fireh dibe. Ev xebat, yek ji nîşaneyên destpêka gerdûnê û berfirehbûna gerdûnê ye.

Di sala 1948an de, george gamow û hevkarên wî ralph alpher û robert herman ji bo rêçên Teqîna Mezin bibînin, teknîka radyasyona paşîn ên mîkropêla kozmîkî pêşniyar kirin. Ev radyasyon, di ciwaniya gerdûnê de wekî bermayên rewşek tund û germ dihat xuyakirin. Lêbelê, ev teorî, ji ber delîlên çavdêr tunebûn wê demê ew bi tevahî nehat pejirandin. Lê belê piştî çend salan, delîlên çavdêr hatin kifşkirin û ev kifş xalek girîng ji bo qebûl dîtina teorîya big bangê çêbû.

tîrêjên paşîn ên mîkropêla kozmîkî bi bikaranîna teleskopa radyasyonê ji hêla Arno Penzias û Robert Wilson ve di sala 1965-an de, hate keşif kirin. Ev vedîtin ji bo piştgiriya Teoriya Big Bangê qonaxek girîng bû. Radyoya paşîn a mîkropêla kozmîkî piştrast kir ku gerdûn di ciwaniya xwe de bermahiyên rewşek tund û germ de bû û ev wekî delîlek bihêz a Teoriya Big Bangê hate hesibandin.



31 roj berê 13:41 | yûsiv

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» big cat diary
» bangewaziyên bûrsên zaningehên biyanî

Kategoriyên mijarê:: zanistifeza
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî