1. ji bo kurdên ku kêm zêde dikarin biaxivin an qenebe fêhm dikin lê nikarin bi kurdî bixwînin û binivîsin ez ê binivîsim, hevalên din jî dikarin pêşniyarên xwe binivîsin.. |
|
26.12.2013 02:05 |
endazer
|
2. pêşniyarên ku dê niha keseke ku heta 17 saliya xwe digo "qapiyi qapatmîş ke" hinek tiştan lê zêde bike. |
|
26.12.2013 03:36 |
oxir
|
3. tiştên ku ez bibêjim va ye li jor hatiye nivîsîn lê çend tiştên din dikarim lê zêde bikim. ez bixwe zaza me û qirika min jî qirika zaza-tirkî bû ji vir çend sal berê min dest bi xwendina kurmaciyê kir lê rêziman qet nexebitîm gava mariv bi xwendin hîn dibe çend pirsgirêkên din çêdibe mesela tu car axaftina te nabe wek nivîsandina te mariv eyn dîn dibe ji ber wê yekê gava ku we dest bi xwendinê kir bi dengekî bilind bixwînin da ku qirika we vebe û bi hêsanî bikaribin peyvan bi lêv bikin. . ez neçûbûm qursê lê paşê pê hesiyam ku peyvên ku ez hîn dibim nikarim di axaftina xwe de bi kar bînim ji ber ku kesên ku derûdora min de bûn kurmanciya wan pirr xerab bû û ji min fêm nedikirin niha diçim qursê pirr jî baş bû ku herkes bu kurdî dipeyivê û ji te fêm dike bi vî awayî jî axaftina te pêşve diçe. ku derfeta we hebe teqez biçin qursê |
|
26.12.2013 13:25 |
ferhenga şikestî
|
4. û ji bo ku qirika kesên ku nikaribin bi kurdî biaxivin vebe, guhdarîkirina muzîkê û jiberkirina stranan û paşê bi xwe re vegotina wan stranranên ku hatine jiberkirin çarereyeke têra xwe srekevtiye |
|
26.12.2013 15:32 |
mîrêhekarya
|
5. ka we tishtek ji me re nehishtiye yabo? de bêjin îja emê çi bibêjin? tabî ev henek e. problema di vî warî de pirê ku dixwazin bixwînin dibêjin ku em bi gelek bêjeyan nizanin. dibe ku, hetta carinan dibe ku neyê fêhmkirin. hema tew nebû bielime xwendina wê bêjeyê. carekê du caran sê caran tê binere ku tu ji xweber ve elimiye wateya wê bêjeyê û di mejiyê te de digindire. helbet nivîsa wan bêjeyan û li wateya wan di ferhengeke serast de lê gerîn ya herî muhîm e. |
|
26.12.2013 16:42 |
hemdilaarda
|
6. divê ji dersên kurd1ê amade kiribûn temaşe bikin. |
|
30.01.2015 23:27 |
berxweda
|
7. Li mûzîkên bi binnivîs temaşe bikin, biçin herine şano û sînemeyên kurdî. hewl bidin Rojname û kovarên kurdi bixwînin. Tevlî hevdîtin û şevbuhêrkên kurdî bibin. |
|
31.01.2015 02:12 |
seydayê_peyvan
|
8. pêşiyarên balkêşin. hela ez ê van pêşniyaran biceribînim, hela ka dê encam çi bi. |
|
10.07.2015 00:52 |
hola êzîda
|
9. bila shorbevan bi şopînin û bê kurdî nemînin...(û kurdîya heye jî jibîrbikin). |
|
10.07.2015 13:08 |
shorbevan
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |