Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tirşikvanên ku dixwazin li ber destê dr.simurg tedawî bibin - tirşik
tirşikvanên ku dixwazin li ber destê dr.simurg tedawî bibin
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ez im ew kes. çendekî ye ku nizanim çavê kî ye li min ketiye û bi nexwşbûn li ser nexweşbûnê dikevim. ez wisa kurdekî serhişk bûm ku tenê ji bo raporstandinê diçûm dixtor û mixtoran lê li vê ecêba giran binêrin ku vî feqîrê xwedê di vê ciwaniya xwe de di nav du mehan de ne polîklînaka acîl hişt, ne cerrahiya giştî hişt û ne jî psîkîyatrî hişt ku neçûyê. di van demên dawî de li dixtorek kurdîzan digerim. lew re ez dixwazim gava ku bêjim " dixtor beg kefçika dilê min diêşe " bila fehm bike, lew re gava ez bêjim " psîkîyatr beg ez hinek meselan pirrî difikirim êdî hişê min diçe, ger li vir im, ger li wir im, yanî hişê min bela wela ye lo". û bi taybetî jî dixwazim peyva "lo" an jî "lê"yê bi kar bînim. herwekî dixwzim bêjim" lo dixtoro ez nexweş im nexweş, bi çar derban birîndar im, birîna min xedar e dilê min bi kul e lo lawo lo lawo! min xwe avêtiye bextê îro çarekî ji wan çareyên hezar sal berê ji min re peyda bike lo dixtoro"

(bnr: li ber kilama hekîmo emeliyata birînên xedar)



26.12.2013 20:24 | ceso

2. tirşikvanên ku piştî 2.5 salan wê bikarin li amedê an jî sêrtê tedawî bibin *



26.12.2013 23:24 | simurg56

3. ez im.
min baş bike doktoor !



10.10.2019 10:26 | bûtîmar

4. Tirşikvanên ku xwe şaş kirine. Xwedê kesî nexîne bin destê wî. Dr. simurg56 ne psîkolog e.
Te perçe perçe dike. Dûv re ew bi dil û gurçikên te we wêneyan dikşîne û li ser medyaya civakî parve dike.

Xwedê meriv ji destê dr. Simurg biparêze.



10.02.2024 08:36 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên nivîskarê ekşiyê
» beroşê got binê min zêr e heskê got ez ê ji wir têm
» destê xwarinê digihe wanê
» tedawîya kurmancî
» bibin arîkar ji bo pêşxistina

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî