Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
sînê - tirşik
sînê
(1) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. kurteya navê sînemê û kurdiya navê resmî yê bajarê senendeca rojhilatê kurdistanê.. û her wiha navê straneka xweş ya koma wetan ku yekem koma muzÎka rockê ya bi kurdî ye.. stran heta niha ji aliyê koma rewşen û serap sönmez û nilüfer akbalê ve jî hatiye gotin.. di versiyona nilüfer akbalê de nûansek biçûk heye, tê de kurdistan dibe gulistan..

li gorî min xweştirÎn û serkeftîtirîn strana koma wetan e.. û heta niha tu kesî nekariyê bi qasê koma wetan ji heqê vê stranê de derkeve.. û her wiha bi rist û rêzikên xwe yên wekê birîndar im ez wekê teyrên nav ezmanên kurdistanê û dihebînim mîna ziyaretê navê sînê ve jÎ mijara sereke ya mijara rêzikên bêhempa yên stranên kurdî ye..



gotinên stranê:



Were Sînê

Were Sînê lê, Ez heyrana çavê te me

Heylê Sînê...

Were Sînê lê, Ez birîndarê bejna te me

Heyra minê



Tu kubar î lê, Mîna kevoka çîl û qerqaş

Rûbarê hewê...

Tu bedewî lê, Mina kulîlka nava çimanê 'eşîretê

Dihebînim mîna ziyaretê navê



Sînê

Sînemê, bedewa nav 'eşîrê



Birîndar im ez mîna teyrê nav ezmanê Kurdistanê

Were Sînê lê, birîndarê xwe bibîne heyra minê

Tu bizanbe ez tu car ji bîr nakim navê Sînê, Rûbarê dinê

Birîndar im ez, were Sînê , were Sînê...

Dihebînim mîna ziyaretê navê Sînê

Sînemê, bedewa nav 'eşîrê



gotin û mûzîk: kerem t. gerdenzerî ( xal û nîşana li ber t yê çi ye, tê çi wateyê ez jî nizanim..)



koma wetan: http://www.youtube.com/watch?v=IAd9K5HA7ik

koma rewşen: http://www.youtube.com/watch?v=vSRFL_aqz00

nilüfer akbal: http://www.youtube.com/watch?v=DozGeLWaPUA

serap sönmez: http://www.youtube.com/watch?v=BgHNldmrFv0



2013.12.28-04:54 | endazer

2. mehmet akbaş û rohat ciwan jî bi hev ra gotine vê stiranê:










2014.12.05-14:00 | kurê xelkê

3. stranek koma wetan



2015.07.29-21:22 | hesen bira

dengdanên dawîn (Yên Din..)
30.07.2021 li konya'yê êrîşa nijadperest [1]
dikin ku mero bibe nijadperest jixwe ez anha fêm dikim ku tirk nabin î...
îbrahîm pêxember û brahmayê hîndû [2]
îbrahîm pêxember/135350 gorê peyama jor ew herdû yek kes in. @tizbîkêş gotiye ku na...
haydi kızlar okula [2]
Kul û derda min bû * bi ya min ev kampanya ji bo hînkirina zimanê tir...
28.07.2021 şewatên li bajarên tirkan [2]
em kurd ne dijminê daristan û ajala ne . divê pkk eşkere bike û bêje ...
guhertina zayendê [2]
guhartina ku bi emeliyat û hormonan pêk tê. keçikek di pola me de heb...
belki ev jî bala te bikişînin
» sineta jinan

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî