Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
peyamên reşşikkirî yên di vê mijarê de; kurdên femînîst
peyamên reşikkirî

21958. kurdên ku fikira xwe li ser dijminahiya mêran ava dikin bi pirranî jî keçik in.

binere

duayên kurdî/21957

li vir û di şiroveyê de çend xeletî hene.

1. yek xwedê bila xwişka te û birayê te jî bihêle divê mirov aciz nebe ku yek ji kesekî ku em jê hez dikin re dua dike.

2. ev dua ne tenê ji aliyê jinan ve dihê gotin û mêr ti carî nabêjin, ka çi sûcê mêran e!

3. heger bigota xwedê xwişka te bihêle te yê çi bigota?

welhasil

(bnr: kurd û îdeolojî)



09.06.2013 07:28 | brusk56

126126. Kurdên me zêde ji tamê dernexin femînizm ne tiştek xirabe.. lê jin û mêr ne wekî hevin wê wekî hev nebin jî sed dused 'emeliyat ji hiş û gunika derbas bikin jî zehmete nabin gunikreş em viya jivre bibêjin * femînizm îdeolojiyek têk çûyîye daw û îmana çidikin nizanim bira dilê wan nemîne hişmendiyek bêbingehe ji nûve hilweşînin û ji nûve avabikin jî niyanek hebe para wana jiyanek jî hebe wê mehrûmê wê bin *
Lê ku dawa wan cil û bergbin kedîcîkên adnan oktar jî edî vê astê derbaskiribûn..
herwiha bijî feminîzm, herbijî quzê bejî bimre maskulizm


hişyarî Evên ku reşgirêbidin û reşik bidin wan ji silav û rêzê xwere dişînim, emê kêngê bi azadî gemariya bin hişê xwe derxin holê ji tirsa we hun nizanin henek, pêkenî û ken çiye *



27.10.2013 00:18 | endazer

126131. nîvmayî ye lê ji bo keran destpêkek e: femînîzm/123048
yên jêr ji bo hemû dijberên femînîzmê ne, ne tenê bo kesekî qûnbigû ye. loma min bi îdîayên bi-pênç-qirûş-nakin mijûl nekin jkx. mersî.

jin li welêt mîna heywanan bên firotin, hemû çand û gotinên pêşiyan li dijî hebûna keçan/jinan verşin, li bin destê bav û bira û zilamê xwe mîna xulaman bên dîtin, kur û bira ji wan çêtir bên dîtin, zewacên berdêl û kuştina bo namûs mîna baran li ser welêt bibare û femînîzm beredayî be û îdeolojiyeke têkçûyî be. peyva "zimanê kurdî tune ye" çiqas îdîayeke rast be, "femînîzm têk çûye" jî hewqas rast e. bawer nakim ku kerên me yên bêhişên efsanewî rabûne û derheqê femînîzmê kitêbek xwendiye. wekî her tiştên jiyana me ya normal, di vê meselê de jî tirkan copy-paste dikin. ji ber ku tembelên hanê ne, doxînsist in, an jî yekser bêhiş û kêmaqil in. an jî neletên xwedê ne. belê.

niha ew ê tirşikvanên pir zana û esilewropa rabin û bibêjin wele li welatê me jin jî mîna mêran e. û ez ê bi hemû terbiye û ehlaqê xwe bibêjim, de here ji wir kundir layê kundiro.

jin li bajaran/cihên medenî mîna însanan tê dîtin û mîna mêran xwedî heq in. lê ka bajar li welêt li kû ye? amed? wan? mêrdîn? li kû derê? li navendên wan navbajaran? ne ku biçûk dixim, tiştên rast rast e. ji ber sebebên bindestiyê, seranserê welatê me bûye gundeke mezin. ev minaqeşeyeke din e. lê heq û bajarî du tiştên girêdayî hev in.

li aliyê din, meseleya kinc hene.

doxînsistên me mîna kerên me gelek navdar in. doxînsistî û sîstema bavûkalan jî bav û kurê hev in. her wiha. wê ew doxînsistên me rabin û rûnin qala dekolte û degajeyê bikin. (jkx ferqa wan bikin malê tirşikê). na wê pêsîra xwe vekiriya, wê jî qûna xwe belot kiriye û a din qûzê xwe bêperde hiştiye. hey neletlêhato, xezeba cehinima hetahetayê serbariyayo, qasî wan tu rojekî qala bedenên mêran nekiriye. bulge rastiya miletê kurd e û yekser taybetiya mêrên kurd e. kîr lê bûne kona koçeran li kolanan dimeşin, diherin û tên di nav civakan kîr û gunê xwe dixurin an jî kîrê xwe diavêjin li aliyekî an jî gunê xwe ji kîlota nav qûna xwe xelas dikin. bêeyb û bêşerm ev tiştekî pir berbelav e. erê ez gey im, û tiştên mêranî zûka bala min dikişîne û yên straight ya nabînin ku bawerr nakim nabînin, lê sedî sed paşguh dikin, nakin xem, ya jî edebiya bavûkalên xwe tenê ji bo jinan dikin şert. namûs tenê di pozên jinan de ye bo wan. hey rûvî ji qûnan avêtoo.

li aliyê din rexneyeke lazim e yan jî bi hedê xwe hişyariyeke pêdivî ye: wekî hemû -izman femînîzm jî, di gelek cihan de yekser bo redkirina kurdî tê xebitandin. çima? 1. kurd ligel kemalîzmê li ser dînê xwe mane û bi ya wan kesan dîn û kurdbn wek hev in (kemalîst yekser wiha difikirin û ji xwe dema hûn bi kemalîstek sohbet bikin ew ê bibêje ku akp bi saya kurdan desthilatdar e) 2. kurd paşmayî ne û cihê jin li nav paşmayiyan tune ye. (lê qala paşdemayînê nakin, sebebên paşmayînê, feqîriyê nakin) û belkî çend sebebên din... ji ber wê jî jinên kurd divê xwe ji van fikran biparêze an na wê dejenere bibe.

û em werin yekser ser kincan.

niha li tirkiyeyê îslam çawa li ser xavik û şelpeyên jinan tên kodandin, femînîzm jî li ser ser dekolteyê tê dîtin. lê ne îslam tenê şelpe ye, ne jî femînîzm tenê dekolte ye ku femînîzm di heman carê de him dawa heqê sergirtinê û him jî serqotiyê dike. ji ber ku her du jî girêdayî jinan e û her du jî girêdayî biryarên jinan e. her wiha jin him dikare kincên bi dekolte û degaje li xwe ke an jî dikare serê xwe bigire. û an jî cureyeke din. ma tu çi gû ye û nêrîn û biryara xwe deklare dike? wê qîzên te jî serî li te rakin. hay ji xwe hebe, dilkotîyo! (yan na, wê qîzên te li ber destên mêrên xwe, bibin xulam û ji sibê heta êvarê bi talûkeya lêxistin û heqeretan bibin an jî ew ên ji aliyê mêrên xwe ve bên kuştin. bi rastî jî ma tu dibêjî ev tişt îstîsna ne? ne wiha ye lê ya ew îstîsna rabe li ser qirikên qîzên te rûne? ma tu nafikirî hey nelet ji qûn avêto?)

mesele li vir sembol e. lê yên ker nikarin ji xêncî sembolan tu tiştên din bifikirin. ji ber ku kerîzm ketiye li nav hemû şanikên wan ên genî. mîsal kurd ji bo tirkan tenê tê maneya kurdistan ne ziman ne çand ne jî tiştekî din, tenê kurdistan heye ji bo wan. lê kurd ne tenê kurdistan e. kurd, stran e, çîrok e, henek e, ken e, xwarin û vexwarin û çandeke fireh û mezin e û her wiha kurd feqîrî ye, neçarî ye, kuştin e, heq e.... lê kerîzm dibêje kurd tenê kurdistan e û ji xwe ji bo wan ev cudaxwazî ye.

şaxa kerîzmê ya li nav kurdan jî heman tiştê bo femînîzman dikin, radibin û dibêjin, femînîzm qûnvekirin e. ji bo me jî tenê tiştek dimîne. ew jî: serê babûkalê te têxim qûna te.

nijha herim û blackpink guhdarî bikim.



06.06.2013 16:08 | endazer

128536. xwediyê vê peyamê (kurdên femînîst/128527) rabûye peyama min (kurdên femînîst/126131) rexne kiriye. bi rastî jî min bi uslubekê hişk nivîsandiye, lê çewtî û xeletî divê bê eşkerekirin û eşkerekirin di noqteyekê de têr nake. divê tu hurmetê nedî wan; divê tu tehemul nekî bo gotinên wan. divê tu xetek stûr bixêzîne di navbera xwe û yên din, ên ku bi rastî jî ne tu mirovên normal in. divê tu çewtiya wan tenê nebêjî, divê çewtiya wan rade qûla çavê wan. çima? ji ber ku ew hurmetê nadin te. qises, di hinin caran de rê û rêbazekê rast e. wan te biçûk dixin? jê kêm nebin, biçûkbûna wan afîşe bike ku ev ne tiştekî zor e, ji xwe ew carût bi carût malzeme didin te.

mîsal ez nikarim hurmetê bidim tûranperestan ên ku dibêjim kurd tuneye; ez nikarim, serê xwe bi tehemulê li gotinên homofobîkan kil bikim ên ku qesda jiyana min dikin; ez nikarim heq bidim dînbazan ên ku bi hişê mêranî tev didin û bi qeder û muqederatê azadiyên jiyanê sînordar dikin. û helbet nikarim li hemberî zilman jî kerr û lal bim ên ku ser hemû kêmaniyan, di serî de jinan tên kirin.

min hêvî dikir rexneyekê çê û çêker be lê belê di destê me de peyamek bêfikir û pûç û vala û mîna qanalîzasyonekî genî heye, xwendekarê sinifa heftan heştan jî dikare van tiştan bibêje yên ku tu tişt qala femînîzmê nizanibe. lê min di peyama qalkirî de referans jî dabû vê: femînîzm/123048 lê em çi bikin sînorên hişê, qapasîteya fêmkirinê û edetên fitratê ne wek hev in. lê mecbûr im bersivê bidim wî kesî ji ber ku ez kirime nexweşê derûnî. çima wî ez kirime nexweşê derûnî bi rastî texmîn dikim û belkî ji we jî hinin heman tişt tînin bîra xwe lê belê naxwazim keviran biavêjim nepeniyê. lê wî bangî dueloyayê dikim:

heke ew mêr be û layê bavê xwe be, bila were û ji min re qala naveroka teşxîsa xwe ye qûnbigû bike, ka hela çi nexweşiya min heye, ez jî hîn bibim. lê wî tenê ev negotiye, her wiha gotiye ku dixwazim li bin sîwana femînîzmê "nexweşiya" xwe veşêrim. freud is speaking, god! please just one second.

îja. ez mirovekî agresîf im bi rastî. di normalê de min ê peyvên vî camêrî herf bi herf danîba ber wî û yek bi yek heqê wî bidaya lê bila hemû gotinên peyama min a qalkirî ji bo niha jê re bes be, lê ji bo xatirê tisik.netê ez ê li ser dij-rexneyên wî yên neheq rexneyên xwe binivîsînim:

1. zerdeşt ferman kiriye: "[...] henek û tinazên xwe bi asta medeniyeta xelkê bikin." piraniya xwînerên vê peyamê ji xwendegehên tirkiyeyê mezûn bûne û wê zanibin, di dersa tirkî de beşek heye bi navê "okudugunu anlama". îja ev nefer vê tespîta xwe ya derew ji vê paragrafa min derxistiye:

jêgirtin: jin li bajaran/cihên medenî mîna însanan tê dîtin û mîna mêran xwedî heq in. lê ka bajar li welêt li kû ye? amed? wan? mêrdîn? li kû derê? li navendên wan navbajaran? ne ku biçûk dixim, tiştên rast rast e. ji ber sebebên bindestiyê, seranserê welatê me bûye gundeke mezin. ev minaqeşeyeke din e. lê heq û bajarî du tiştên girêdayî hev in.

îja di civaknasiyê de agahiyek heye: xelkên bindest ji medeniyetê ne berpirsyar in. ji ber ku bin-dest in. [heke ji we kesek vê fêm nekiribe, jkx vê peyamê biterikînin] hema naxwazim qala çar aliyên welatê me bikim, tenê li perça bakur binêrin. heqên nûjen ji aliyê medeniyetên nûjen ve li hidûdên bajaran tê avakirin û bajar ji fikirê dertê û fikir jî ji zimên. tenê dixwazim bi vê agahiyê bipirsim: gelo kurdî li bakur xwedî çi heqê ye? "seçmeli ders û trt 6". û hûn dizanin emrê van herdu heq jî nagihije 20 salî jî. gelo kurdî dikare di 20 salan de bajaran ava bike? ne tenê kurdî, tu ziman nikare.

lê wê ji we hinin bipirsin: "hayao, temam baş e lê amed? mêrdîn? wan?" ez ê jî bi kenekê tije keser bişînim we. hevalno amed û mêrdîn û wan û yên din -erê- ji aliyê nasnameya îdarî ya dewleta tirkiyeyê ve bajar in lê îluzyon ne tenê ev e: ev bajar hemû encama çanda tirkiyeyê ye. ji ber ku di bajarbûna wan de tu cihê ziman û bi xwezayî ye ku, tu bandora fikir û çanda kurdî tune ye. ji ber ku kurdî bi darê zorê, bi qanûnan ji navendên bajaran hate qewirandin û zimanê kurdî xwe avêt bextê gund û bajarokên biçûk.

wekî kurdek dîsa şukir dikim ku ew gund û bajarok hene ku xwedî li kurdî derdikevin lê mixabin ji bo pênasa nûjen a têgiha "medeniyet"ê ev ne bes e. li vir -miheqeq- talûkeya oryantalîzmê heye ku mirov rabe û bibêje medeniyeta kurdan tune ye. ev ne hatiye hişê min, ne jî tiştek wiha heye. û her wiha ev tişt, medeniyeta kurdan jî nake "paşmayî" lê belkî em dikarin bibêjin medeniyeta me di gund û bajarokan de ye û tenê çarçoveya wê ji yên din biçûktir û tengtir e.

mîsal bêyî ferheng di nav me de kesek tune ye ku qala "koronanin yayilim hizi ve ondan zarar goren hedef kitlelerin hastalik geçmişleri" bike, mîsal em nikarin bêyî ferheng qala "linux sistemlerinin mahremiyet açisindan degerlendirilmesi" bike yan jî yek nikare bi rehetî xwe îfade bike di vê de: "ataerkil zihniyetin inşa ettigi erkeklik benligi ve savunma mekanizmalari". em bikaribin bipeyivin jî, em nikarin xwe bidin fêmkirin. li vir dûrbûna zimanê kurdî û karên xwe bifikirin û îja hilberîna zanyarî û agahî; weşandina wan û perwerdehî... kurd -bakurî ne xwediyê medeniyetekê nûjen e. ji ber ku ne-hiş-tin. belê astengî li ber kurdî derxistin. niha di vê halê de, hemû kurdên parêzer û bijîşk û mamoste û avahîsaz û resam û hwd, bixwazî nexwazî bi jiyana xwe ya nûjen dibin emsalên medeniyeta tirkan.

ê di vê halê reben de heqên nûjen çawa wê li kurdistanê, di nav gelê me de der bê, bişikive û mezin bibe? mixabin, bi van şertan kurd bi serê xwe ketiye bextê tirk û faris û ereban. heke ew bixwazin, kurd dikarin herin xwendegehan; heke ew bixwazin kurd dikare bibin xwediyê heqên milkiyetê; heke ew biwazin kurd dikarin kitêbeke kurdî derxe; heke ew bixwazin kurd dikarin heqê jinan nas bikin... heke ew nexwaze, em nikarin xwedî van heqan bibin... ji ber ku em bindest in. heqên kêmaniyan hene, lê ya me tune ye.

di vê çarçoveyê de ez dixwazim bala we dîsa bikişînim paragrafa min a jêgirtî û şîroveya nizamçîko... henek? tinaz? nikare ne di wê jêgirtî de ne jî di vê şîroveya min de henek û tinazek peyda bike. na nikare. tiştê ku nizamçîko gotiye yekser îftîra ye, bextreşî kiriye.

2. zerdeşt ferman kiriye: "Paşê jî nêvengek ji xwe re li ser tora civakî dê çêkin bêyî hay ji rewşa civak û gerdûnê hebin ji xwe re xutba bidin, Slogana biavêjin."

niha nizanim nizamçîko li kû derê dijî? swêd? fînlenda? bi rastî piştî peyama wî ya jor ne xema min e ew dijî ya na, tew tu girîngiya bajêr tune ye yê ku wî tê de dijî. lê dixwazim bala we bikişînim vê derê: heqê kurd di jiyana rastî de çi ye? tu yê bibêjî em di jiyana rastî de bi kurdbûna xwe pir memnûn û îja hingî em rehet in, bela xwe didin xelkê... ez tirşikvanên din nizanim. lê di jiyana min a derve de ez berî her tiştî kurd im û ji ber ku berî her tiştî kurd im, her tim bela dikişînim ser xwe. baweriya we ji xwedê bê, di nav koma veganan de, di nav civaka esperantîstan de, di nav hornetê sadfgh de ji ber ku kurd im, rehetî tune ye ku bifikirin di qûnê nim çi eleqa bi kurdbûn û veganî û esperantîstî û hornetê heye yaw! dikim nakim nikarim bigihîjim. lê encam ev e: di jiyana normal de kurdek jî bi kurdbûna xwe ve tetmîn nabe û bi saya xwediyê vê malperê û twitterê xort û ciwanên me kurdbûna xwe dijîn. îja gelo ew di tora civakî de çi digerî? tenê ji bo parvekirina tecribeyên xwe yên ezîz û bîranên xwe yên îbretî?

îja nizamçîko, çima em fikirên xwe bi kurdî tînin zimên, me kiriye "xwediyê xutba û sloganan". wele, ez tirşikvanên din nizanim, lê bi xwe ne ji bo ji jiyana rastiyê birevim, lê rasterast bo nêzî xelkê xwe bim li tora civakî me. ev li alîkî, dema fikrekê min hebe, île ez ê berê qala şehadetên xwe ya jiyanê bikim? ku yên ku min vegotiye ji çi alî ve wî tetmîn nekiriye? ka hele li peyamên wî bixwînim, gelo di çendên wan de berî fikrên wî, mînak û nirxandinên hûrgilî hene? 1 an 2? law ev çi beredayîyek e! ji bo bextreşiya xwe, mirov xwe hewqas nake cihê zarokan.

û bextreşiya wî jî copy-paste'a tirkan e: aşiyan an jî fildişi kulesi. heke em bi ya te nêveng-avaker bin, tu jî, fikra te ya tevahî û nêveng-iya xwe ve jî rasterast teqlîda tirkan e yan jî mexdûrekî osymê ye ku tinazê xwe pê nakim ev li ser kurdan êşkence ye lê : i am not sorry for you. :/

3. zerdeşt ferman kiriye: Hema rabin û rûnên dê bêjin jinê di bin destê mêran de, bavsalarî, jinên tê kuştin, lêdanê dixwin.

kuro ji xwe re biaqil bin law! îja ji bo mijarên xwe ez ê serî li wî bidim bo vîzeyê? ew kî ye? ew û fikra wî bi çend pereyî ne? Li vir bi serê xwe bûye mînaka bêhediyê. divê peykerê wî were çêkirin û dîsa were xerakirin.

bi ya vê gotinên sedî sed derew, jin nayên kuştin. ji bo xwedê, ev kes li marsê dijî? ji xwe re nêvengek çawa ava kiriye ku halê jinan û halê jinên kurd nabîne? lê madem wî peyama min a qalkirî rexne kiriye, bila hemû peyam bo wî be, ez ê derheqê realiteya rewşa jinan wî kesî qenih nekim. bila di marsa xwe de bijî. belkî bi ya wî mars jî tune ye. nizanim.

lê aliyêkî din ez ê ji bo tirşikvanên din ên ezîz, hinekî din zorê xwe bidim û bifikirim ku wî xwestiye bi hevoka jor çi bibêje.

alternatîfeke heye. di peyama qalkirî de min qala kerîzm kiribû lê qey min bi temamî nesêwirandibû. di kerîzmê de tiştek wiha heye: heke ew qala jinên zilim-dîtî bikin, wê demê ew sedî sed jinparêz in. Erê kerîzm wiha dibêje. Lê femnîzm û jinperestî ne yek in. femînîzm, dixwaze jiyaneke bi rûmet bide jinan û wan bi mêran re bike rêheval. ne ji mêran zêde, ne ji mêran kêm. hew. mêrperestî an jî jinperestî ji maneyê ve yek in û ji aliyê desthilatdariyê ve heman gû ne.

aliyê din divê herkes zanibe ku bavsalarî û dêsalarî qûtbên hev in, û ji xêncî ekvatora van qûtban tu der ne alternatîfekê îdeal e. heke îro dêsalarî baya min ê dijberiya wê jî bikiraya (ev peyva salarî çi gû ye, farsî ye xwedê dizane)

di vê hevokê de bi ya nizamçîko tiştek pê nayê ku "jinê di bin destê mêran de" "tê kuştin" û lêdanê dixwin". hema jin in, bila dengên xwe dernexi, ne wiha? bêhna gû tê.

4. zerdeşt ferman kiriye: Heya îro mirovekî li derdora min ne li jina xwe xistiye, ne jî li keça xwe.

Mêrik li vir dibêje, heke dora min neqewimîbe, tune ye. çel mîlyon pêncî mîlyon kurd hemû qey dora wî ne. mêrik tu yê bibêjî tav e û hemû gersitêrk li dora wî dihere û tê. ecêbiyekê mezin. bê tinaz jî mirov nikare wê bixe cihê cidiyetê. herî dawî tirkmenistan digot, li tirkmenistanê kovîd tune ye. tu ferqa nizamçîko û wê welatê tune ye. lê bila hema li googleê bajarên kurdan û peyva jin û kuştin bigerîne. sûrprîz!

--mêrik gotiye li derdora min naqewime lê tiştin hene ku li nav malê diqewimin. îcar ka çi hêz û qebiliyetên vî kesî heye ku tiştên di nav çar dîwarê de pêk tên, dibîne?

mîsal:
(bnr: tundkariya li nava malê)
(bnr: destdirêjiya li nava malê)
(bnr: sirên nav malî)

ev çi wêrekiyekê nezanî ye ku dibe kefîlê hemû mêrên der û dora xwe?! de ew çi dizane di nav mala cîranên wî de diqewimin? mirovê biaqil di meseleya kefîlbûnê de wê du sê caran bifikiraya. ne mîna wî kesî ku qala tiştekî erzan dike.

(bnr: nezan ji zaliman xerabtir e)

aliyê din mesele île ne tundkariya fîzîkî ye, her wiha tundkariya devkî jî heye, xeber û galgal heye, ew gotinên ku li ser keç û jinan birînên derûnî vedikin.

bi rastî jî nivîskarê vê peyamê, ji tewşan xeber dide...

5. zerdeşt ferman kiriye: Min berê jî gotibû û niha jî dîsa dibêjim, bi vê pergala niha -wekî ku femînîst dibêjin bavsalarî- ji bo mêran dijwartir e.

wî pîroz dikim, cara hezaran be jî, wî amerîka kefş kiriye. (çeppik)

em jî heman tiştan dibêjin. bavsalarî ji bo zengînan e, ji bo miletên desthilatdar e hwd. feqîr -jin û mêr ferq nake- di nav çerqê de hemû tê cûtin lê li vir divê em bi bîr bînin ku jin du sê caran tê cûtin!

6. zerdeşt ferman kiriye: keç û xort mektebê dixwînin, lawik dibêje ger ez ne serkeftî bim ezê an herim sanayîyê an înşaatê. Keç dibêje bû bû, nebû ezê li mala xwe rûnêm li benda mêrê xwe bim. Rebenê lawik çawa digihêje( ji bo civaka me dibêjim mecbûr e bixebite pera bîne malê. Keç, xwarinê hîn bibe, cila têxe cilşoyê, firaqa têxe firaqşoyê, tejika bişîne " hali yikama", bavê xwe an birê xwe bişîne bazarê, tiştê lazim lîste çêbike û têxe destê bav, bira an mêrê xwe bila bîne. )

min got wê mêrik tiştekî xweş bibêje, lê her tişt li hev xistiye û mêr kiriye mexdûr! feqîrî, karkerî, rola jin û mêrî, dîn... qala tu tişt nekiriye û zikê xwe bi xwe êşandiye. çima? jin firaxên xwe li firaqşoyê dişo û rûdine, lê mêr li sanayiyê dixebite û jê re nên tîne. :( so dramatic. lê sehneya dramatîk hîn nehat.

7. zerdeşt ferman kiriye: Lawik, ji bo bizewice qelenê bûkê, zêr, firaqên spî( beyaz eşya), taximê paldanka, koma rûniştinê( oturma grubu), mesrefên dawet û şêraniyê. Wêneyên dawetê. Yanê 150 mîlyar pere.

AJSHASJDHFSKFGJLAF,BALFGMALF

ASHDASJDFVKLADFB

YAW bi quran ji kenan nikarim binivîsînim. ka herim cixarê bikişînim.





niha, ji bo wê jî çare heye. mêrik dibêje ya, ew zêr dikirin filan û bêvan, wekî ku ew zêr nakeve bêrîka wî. çare ev e:


qelen û zêr hwd nede!


niha ez ê ji we re qala malbata xwe bikim. birayê min çend sal berê zewicî. di sala ewil de pir zehmetî kişand ji ber qelen û nizanim çi. lê bavê min jê re got, qelen dixwazin, em vê keçikê "nexwazin". ji ber ku bavê min jî tu carî qelen ji zavayan nexwest. lê wî got, na dilê min ketiye wê. îcar bavê min got, ne min qîzên xwe firotin û ne jî qîzên xelkê dikirim. here tu ji kû bîne, qelenê peyde bike, wê demê ez ê bixwazim. mêrik jî hema li feqiriya xwe neneriya û çû kredî stand. dema ku dihate û ji bavê min re digot nikarim bidim -ji ber ku bavê min ê reben jî feqîr e- digot tune ye û bi ser de digot: tu kariba kîrê xwe û bi mejiyê xwe tevdaya... te guhdarî min nekir, agir ketibû qûla te!

wele û bi quran!

ên ku qelen didin ker in! ev ne sûcê jinan e, sucê bavan e. lê li vir bi bîr bînim ku jinên me jî alîkarên mêran û hilgirên vê pergalê ne. pergala bavanî çerqê xwe wiha digindirîne.

serencam:

min di jiyana xwe de peyameke wiha (kurdên femînîst/128527) virt û vala û bêfikir û bêbinyad û tije derew nexwendiye.

serrast.



06.06.2013 16:08 | endazer

128575. kurdên femînîst ên ku ketine zimanê nezanan.

bi ya mirovekî (ne)zana, (ne)jêhatî û (ne)têrispor, kurdên femînîst divê li ber derdê 150 mîlyara mêran bikevin ku ew jî bi rehetî bi jinan re bizewicin. em dibêjin jin tê kuştin, tên îstîsmarkirin, tên paşdehiştin lê mêrik ketiye şopa 150 mîlyar pereya qelena xwe! sûreta bêmaneyiyê heba, li ber van gotinên beredayî wê biketa 150 mîlyar rengên jev cuda. û mêrik ji gotinên xwe jî bawer e!

îja yên dixwazin dikarin kurteya fikra vî kesî bixwîne yê ku dora camêriyê nade keseke din (!). ji xwe nade nexweşên derûnî. heqqet kurdên femînîst, bi ya wî nexweşên derûnî bûn û niha jî femînîstên tirşikvan bûne krîpto! pêşiyên me xweş gotine: nezan ji zaliman xerabtir in. hemû nezan û zalim teva bibin qûrbana me.

kurte:
Here lînkê

(bnr: femînîstên krîpto)
(bnr: kurdên femînîst ên ku nexweşên derûnî ne û li bin sîwana femînîzmê xwe vedişêrin)

serrast.



06.06.2013 16:08 | endazer