1. kurdên ku fikira xwe li ser dijminahiya mêran ava dikin bi pirranî jî keçik in. |
|
28.12.2013 23:23 |
dijber
|
2. yên kurd jî tê de hemû jinên cîhanê yên sik û xwîntehl û xwende femînîst in.. |
|
28.12.2013 23:36 |
endazer
|
5. (bnr: fêmkirina îdeoljiyan bi gelekî giringtir e ji zanîna navên wan) |
|
29.12.2013 01:55 |
dijber
|
6. tevger a mafên jinan |
|
29.12.2013 19:36 |
fırat evdal
|
8. ew ji me kêm bûnê ne.. bêguman parastina mafê jin, zarok û mêran û wekheviiya wan xweş e lê heke izmeke li hemberî bawerî û nêrînên dî dawa dijminatiyekê bike bile bicehmin herin nav kolikên xwe * |
|
20.02.2014 19:05 |
elomelo
|
9. di van salên dawî de ji ber felsefeya "jina azad" ya apoîzmê ve hejmara wan gelek zêde bûye, her yek ji wan wek çawiş û başçawişan ber bi dûvê namzetan grê dane, feqîrên xwedê bêdestûr nikarin mîza xwe bikin bi xwudê kî |
|
21.02.2014 00:27 |
prode_pasha_chinyo!
|
10. jınen ku prode_pasha_chinyo! qet tiştek jı wan serwext nebu ye! |
|
21.02.2014 00:41 |
rutirş
|
14. Șașîtiye ku meriv ji kurdén ku femînîzmê bandorî li wan kirine re béje, teklîdok. Belé dibe ku teqlîd jî hebin nikarim derewan bikim lé ez yeke ku beré bédeng dibindestiya mérekî de bú ji nezîk ve dinasim ku a niha tira ji wî merî berdide. Qașo mer bú a niha bú ye mérok. Ji bilî vé mînaké, ne feminizm ne jî tu fikir/ideolojîyéndin ji ser merivan re nayén fér bún an jî nîqaș kirin. Ger hún ji kesen ku ew kiras li wan nehatiye re peyvan dikin ser seré min ez deng nakim lé li ser wan kesén ku ev kiras li wan nehatiye hún dev bi avéjin îdîolojiyé îskut bibin ji xwe re. Feminizm îdeolojiyeke ku dîroka wé ya hîn negihaye sed salî. Belé ger em té de li nakokîyan bigerin hem di teoriya xwe de hem jî di çalakiyé de pir kémasî hene, di bingeha xwe de wekheviya jiné ya li nav civaké dixwaze bi gelemperî șerekî giran ji bo azadiya mirov dide ku bi saya vé yeké zilam jî serkeftî ne. Ji bîr mekin șeré xwe li hemberî çandeke zilamtiyé ku bi sedsalane runiștiye didin ú barén wan birastî jî ne sivik e. Peyvén xwe yén beredayî ji xwe veșérin zilamno an ku derfet bidest me bikeve em dé we bikin zilamok, bi kîriké xwe ne xeber nedin, emé jé bikin ha ;) |
|
31.01.2018 23:28 |
jeahro
|
15. sernivîsa cardin nîşandaye ku gelemperîya ciwanên Kurdan çiqasî korrefehm im! |
|
30.07.2018 15:51 |
jifêzagorda
|
16. Kurdên gelemperî rayedarên hdp ê û chp ê ne |
|
06.02.2020 19:46 |
tîrêj zana 21
|
17. piştî 2010an femînîstên kurd bi nexweşiya femînîstên tirk ketin û armanca wan a eslî ji hilweşandina bavsalariyê wêdetir, bû dekolteya sîng û çaq û zik. sedema vê ecêbê jî ew nifş e ku di salên 90î de li bajarên tirkan hatine dinê û li wan deran mezin bûne. |
|
08.07.2020 03:17 |
ezcan
|
18. Em mînakek bidin; Fexriya a.. |
|
08.07.2020 09:51 |
xeletnivîs
|
19. Îdeolojiyeke vala ye ez xulam.. |
|
08.07.2020 09:52 |
xeletnivîs
|
20. Tiştên vala dikin. Vala. |
|
08.07.2020 21:05 |
ezxeyic
|
21. Bîrdoziyek bi çaq û sing û qûnê nayê diyarkirin. Ka hinekî bela xwe ji jinan vekin yaw! Hûn napejirînin li ser çavan, îca ev êrîşa we çi ye? Keçên bajarî jî bin, gundî jî bin çi dixwazin dê li xwe bikin. Serê tu kesî ji çaq û desmal û singan naêşe! |
|
08.07.2020 21:31 |
berijahr
|
22. heqê tu kesî tuneye ku bêje bila jin sîng û çaqê xwe nîşan nedin, lê heq û hedê mirovan heye ku bêjin bi vekirina sîng û çaqan femînîzm nabe, birêz berijahr. |
|
09.07.2020 00:46 ~00:56 |
ezcan
|
23. divê ji bin çepgirên tirk û femînîzma tirkî derkeve û bibe femînîma Kurdî. |
|
09.07.2020 20:40 |
brzn
|
24. Kurdên dixwazin neheqiyê bikin. Bi min niha rewşa jina ji ya mêra xweştir e. Ne ku ji ber ez mêrim û bo mêra biparêzim dibêjim. Ji xwe heçiyê xwedî ûjdan be û hinekî heşê wî serbest be, ji xwe ne te`dê li kesî dike û ne jî neheqiyê. Ez bi xwe ji siharê heya êvarê di bin banê înşaata de dixebitim. Paşê têm malê arîkariya xwuşk û diya xwe bo danîna şîvê dikim. Piştî me xwar sifrê radikim. Nivînê me yê erdê ne, loma jî divê her şev em nivîna bikin siharê jî hilênin. Heya niha ji çend carên mecbûrî pê ve cihê xwe ez radikim û dêtînim. Cilê xwe yê qilêrî ez dixim mekîna cilşoyê û tenê diyamin wê dixebitîne. Wer hasil ez ji xizmeta li min tê kirin aciz dibim. Yanê dema yek suxrê min ji dêlava min bike, ez dikevim ber fediyê û pê nerehet dibim. Loma jî çi karê min hebe, heya ji min hat ez bi xwe dikim. |
|
09.07.2020 23:31 |
tîrêj zana 21
|
25. jinên ku ji nav civakeke ew qas bavsalar û kevneperest mîna şêran derketine, mîna şêran têkoşîna azadiyê didin û wê azadiyê bi dest xin. her roj hezar rexne li femînîstan tê kirin lê baş e ku em femînîst guh nadin rexneyên kevneperest, nezan û vik û vala, em li ser riya xwe dimeşin. em ê bibînin: dê kevneperest têk biçin û kurdên femînîst di civaka kurdan de wekheviyê ava bikin. * |
|
11.07.2020 22:48 |
roza
|
26. birastî jî carna li nîqaşên me kurdan heyirî dimînim. civaka navnetewî behsa queer teoriyê dike lê ciwanên kurd (helbet piranî mêr) hêj îddîa dikin ku rewşa jinan di nav civaka kurdan de ji a wan baştir e. axir femînîstên baqil hene ku xwe pêş ve dibin. û ji kerema xwe bila mêr ranebin aqil nedin me ku em ê çawa çalakvanî û siyasetê bikin, em ê çi li xwe bikin û em ê çi bikin. beriya hûn femînîstan rexne bikin herin bi mêrîtiya xwe ya toksîk re bikevin nav hesaban, ka binêrin bi awayê siyasî hûn çi dikin, hûn li hember jinan çawa tevdigerin. erîl erîl neaxivin. * |
|
11.07.2020 22:55 |
roza
|
27. helbet rexne li femînîstan were kirin. mîna ku em kurd ji sibehê heta êvarê tirk û ereb û farisan rexne bikin tu feydeya wê heye gelo? û hem wek pêşmerge hem jî wek gerîla jinên kurd bi dehan sal e tê dikoşin, seddeq. lê mixabin roja îro femînîstên ji nifşa teqsîmê (çi kurd çi tirk), hilweşandina bavsalariyê tenê di peywenda dekolteyê de dinirxînin. ma çawa bû hem ew û hem jinên şêrgele dibin femînîst? |
|
11.07.2020 23:27 |
ezcan
|
28. dekolte jî qadeke şer e. jin bixwazin çi li xwe bikin, wê ji bo wê jî şer bikin. şerê ji bo kincan ne bêwate ye, ew jî dewama şerê wekheviyê ye. yanî li gel hemû rêzgirtina min a li hember şervanan, femînîzm ne bes şervanî ye. ne hewce ye ku wexta em şervanan bilind bikin jinên ku meseleya wan dekolte ye bixin binê erdê. di sala 2020an de femînîzma taqsîmê jî bi awayekî têdikoşe; bêqîmet nabînim. |
|
12.07.2020 20:55 |
roza
|
29. Kurdên me zêde ji tamê dernexin femînizm ne tiştek xirabe.. lê jin û mêr ne wekî hevin wê wekî hev nebin jî sed dused 'emeliyat ji hiş û gunika derbas bikin jî zehmete nabin gunikreş em viya jivre bibêjin * femînizm îdeolojiyek têk çûyîye daw û îmana çidikin nizanim bira dilê wan nemîne hişmendiyek bêbingehe ji nûve hilweşînin û ji nûve avabikin jî niyanek hebe para wana jiyanek jî hebe wê mehrûmê wê bin * |
|
12.07.2020 22:20 |
shorbevan
|
30. nîvmayî ye lê ji bo keran destpêkek e: femînîzm/123048 |
|
12.07.2020 23:07 ~23:30 |
biruya hayao miyazaki
|
31. kurdên me hew li stenbol femînîst in , wille gava tên welat tê bê qey ew çû ye yekî/a din hati ye şûnê .. |
|
13.07.2020 00:45 ~00:46 |
shwinsherm
|
32. xuyaye wekî hergav peyamek klasîka shorbevan a di derheqê feminîstê kurd de e şaş hatiye fehmkirin Femînizm bixwe jixwe di navê wîde jî aşkereye ku tevgerek jibû pêşxistina jinêye lê hinek jê jibû berjewendiyên xwe tevdigerînin.., tiştên femînist dixwazin bila jin ne bin destbe, wek heviyê, kuştina jinê nebe, zilm lê nebe, bira dest neyê dirêjkirin, bira tecawizî li wan nebe, çi lixwe dike bila bike, azade, bira ji hevalên xwe paş nemînin, di nav civatêde cîhê xwe bigrin.. jixwe ev tiştên însanîne, şertê însaniyê, islamiyê kurdiyêne û bêhtirên wî şertê shorbevanîzmêne jî, em jî wisa dibêjin dixwazin.. îca nermok qunekî, îbnekî.. li kube diçin xwe dikin binê wê şemsiyê.. tenê ji bê ehlaqiyêre rê çêdikin, femînizma rast ne eve.. hinek ne jiwan hene rexneyê ranakin, hirr nezanin û xwe li zanyariyê dikujin ku jiber me got bêbingehe ti kerîtî û naletî nema li me barandin me du biwêjên bi argo bikarhanî ti doxînsistî nema em pê hatin tewanbarkirin, (netirsin em doxînsistbin jî qewlê bişarê dînve heta kes nebê xêra xwe dimin nanî em jî di herkesî nanin, bi zordarî) û ez îtiraf dikim devê min çiqas ji quzre pîs be jî em ji kîrê xwere ne pîsin em ne miriyê quzin here were du perçe çermike jibû gotin be ez di nivîsande bikartînim qasê ez/em şor dikim û bi ecêb û sosret û bi wate dikim bi esmana dixim ne hewqase... tamam çima alerjiya we ji van peyvê argoyîre heye ha dev ha quz, ha guz ha poz ha memik ha pê.. tev lebatên laşêne, jiniha pêve bibêjim di devê bavê xweyî nim an di pozê bavê wî nim ew jî heman tişte lê bêhtir bala we nakşîne ez na hun quz giring dibînin û dieybînin hun ne doxînsistên veşarîbin an yên aşkere? |
|
13.07.2020 23:06 |
shorbevan
|
33. Kurdên ku hêvî dikim ne wek xwudiyê vê kurdên femînîst/126131 peyamê bin. Ji qewla hin camêra kesên ku bi nexweşiyên derûnî ketine dê xwe li bin sîwana femînîzmê veşêrin û sixêf, dijûn, nelet û hema çi hat ber devê wan li xelkê bibarînin û henek û tinazên xwe bi asta medeniyeta xelkê bikin. Paşê jî nêvengek ji xwe re li ser tora civakî dê çêkin û bêyî hay ji rewşa civak û gerdûnê hebin ji xwe re xutba bidin, Slogana biavêjin. Hema rabin û rûnên dê bêjin jinê di bin destê mêran de, bavsalarî, jinên tê kuştin, lêdanê dixwin. Heya îro mirovekî li derdora min ne li jina xwe xistiye, ne jî li keça xwe. Lê carek min dît mêrek biyanî li kuça me, jina xwe û dostikê jina xwe di erebeyê de da ber gula û herduya jî kuşt e.( jin mêrê xwe xapandibû, mêrê xwe dişande kar û çawa mêr ji mal derdiket, gazî dostikê xwe dikir û bi erebeyê diçûn mala zilam û bi hevşadibûn. Wê rojê jî zilam telefona xwe li mal jibîr dike. Ji bo telefona xwe li malê vedigere û jina xwe û wî zilamî di erebeyê de dibîne..... ) |
|
29.11.2020 23:29 |
tîrêj zana 21
|
34. yên ku dixwazin bala hinek kurdan bikişînin li ser meseleya zayenda civakîyê. çi ye ev zayenda civakî? pergala serdestîbûna zayendek an jî komek (yên bi heman hişmendiya zayenditiyê tevdigerin) li ser komên bêhêztir û biçûktir de ye. ev yek di civata kurdan û gelemberiya cîhanê de wek serdestîbûna mêran û hişmendiya seksîst, homofobîk û tundkar a li ser komên bêheztir ên wek jin, zarok û zayenditiyên din ên cûr bi cûr (lgbti+) de derketiye holê. ev serdestîbûn ne tenê şîdeta fîzîkî ya li ser jinan û kuştina wan e, divê mesele tenê li ser vê yekê neyê dîlkirin. cûreyên şîdet û tundiyê digûherin: tundiya fîzîsel, maddî, pskîlojîk û hestî û hwd. |
|
30.11.2020 01:40 ~01:54 |
xelîl
|
35. xwediyê vê peyamê (kurdên femînîst/128527) rabûye peyama min (kurdên femînîst/126131) rexne kiriye. bi rastî jî min bi uslubekê hişk nivîsandiye, lê çewtî û xeletî divê bê eşkerekirin û eşkerekirin di noqteyekê de têr nake. divê tu hurmetê nedî wan; divê tu tehemul nekî bo gotinên wan. divê tu xetek stûr bixêzîne di navbera xwe û yên din, ên ku bi rastî jî ne tu mirovên normal in. divê tu çewtiya wan tenê nebêjî, divê çewtiya wan rade qûla çavê wan. çima? ji ber ku ew hurmetê nadin te. qises, di hinin caran de rê û rêbazekê rast e. wan te biçûk dixin? jê kêm nebin, biçûkbûna wan afîşe bike ku ev ne tiştekî zor e, ji xwe ew carût bi carût malzeme didin te. niha, ji bo wê jî çare heye. mêrik dibêje ya, ew zêr dikirin filan û bêvan, wekî ku ew zêr nakeve bêrîka wî. çare ev e: spoilerê veke qelen û zêr hwd nede! niha ez ê ji we re qala malbata xwe bikim. birayê min çend sal berê zewicî. di sala ewil de pir zehmetî kişand ji ber qelen û nizanim çi. lê bavê min jê re got, qelen dixwazin, em vê keçikê "nexwazin". ji ber ku bavê min jî tu carî qelen ji zavayan nexwest. lê wî got, na dilê min ketiye wê. îcar bavê min got, ne min qîzên xwe firotin û ne jî qîzên xelkê dikirim. here tu ji kû bîne, qelenê peyde bike, wê demê ez ê bixwazim. mêrik jî hema li feqiriya xwe neneriya û çû kredî stand. dema ku dihate û ji bavê min re digot nikarim bidim -ji ber ku bavê min ê reben jî feqîr e- digot tune ye û bi ser de digot: tu kariba kîrê xwe û bi mejiyê xwe tevdaya... te guhdarî min nekir, agir ketibû qûla te! wele û bi quran! ên ku qelen didin ker in! ev ne sûcê jinan e, sucê bavan e. lê li vir bi bîr bînim ku jinên me jî alîkarên mêran û hilgirên vê pergalê ne. pergala bavanî çerqê xwe wiha digindirîne. serencam: min di jiyana xwe de peyameke wiha (kurdên femînîst/128527) virt û vala û bêfikir û bêbinyad û tije derew nexwendiye. serrast. |
|
30.11.2020 21:20 ~2020.12.02 23:15 |
biruya hayao miyazaki
|
36. yek ji wan kurda bi van kurdên femînîst/126131 ,kurdên femînîst/128536 peyamên xwe, wekî ku ji bo wan tişteke normal e, dijûn û sixêf li min kiriye. heya bi van gotinê xwe bêyî ku şerm û fedî bike jî dijûn. çêr û sixêfan tişteke pêwîst daye nîşandan. nîşe: ya rast minê bersiv nedana vê peyama derî formatê û tije sixêf. lê piştî ku femînîstên krîpto ewqas çepik dan wê peyamê û ya min jî dan ber reşika, min nexwest di çavê xwîneran de ew wekî tiştekî rast baş xuya bikin loma min ewqas nivîsî. bawerim ewqas nivîs bese û serê wan jî zêde ye. qet kêfa min ji munaqeşeya kesên awha bêterbiye nayê lê wekî ku min got ji mecbûrî dinivîsim. ji min ewqas min fikrê xwe got û weke mirovan rexne jî kir. nikarim deqê carekî bi we mijûl bibim. li kêfa xwe binehêrin. |
|
01.12.2020 21:21 |
tîrêj zana 21
|
37. kurdên femînîst ên ku ketine zimanê nezanan. |
|
01.12.2020 23:13 ~23:17 |
biruya hayao miyazaki
|
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3] |
|
kompleksa îkarus [3] |
|
inglourious basterds [5] |
|
tiştanok [1] |
|
Grass: A Nation's Battle for Life [1] |