Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 18 peyam
tirkmancî - tirşik
tirkmancî
(32) (18) (4)
di mijarê de bigere

1. ê ku di kurdî-axafina xwe de herî hindik sedî pêncî tirkî bikar tîne ye.



23.06.2013 17:48 | azadixwaz

2. Ez niha li vir çend gotinan bi tirkmancî jî 'yazmîş' bikim, ez bawer im wê dîsa hinek kes bi ser serê min de şildim bildimê bikin û wê bibêjin 'Ez tirkmanciya akademîk' nizanim



23.06.2013 20:45 | xewn

3. Ji bo ku em fêrî xwendin û nivîsandina sê çar gotinên kurdî nebin, em bi sed 'bahaneyên akademîk' ve îmana hev derdixin û navê wê jî datînin, 'Ez kurdiya akademîk' nizanim



dest bi tirkmanci dikin



23.06.2013 20:46 | xewn

4. cara pêşîn min ev peyv di nûçeyeka malpera lotikxaneyê de xwendibû.. bêtir ji bo kesên ku bi piranî peyvên tirkî di nêv axaftina xwe ya bi kurdî de bikar tînin tê gotin lê li gorî min divê ji bo kesên ku li gorî rêzimana tirkî bi kurdî diaxivin bê gotin.. çimkî ziman ji peyvan xirab nabin peyv kengî be û çawa be dikarin xwe ji nû ve biafirînin an bên darêjtin lê rist û rêzikên rêzimanî ne welê.. wekê din (bnr: sormancî)



29.06.2013 03:18 | endazer

7. ji bo kesên ku vî zimanî diaxivin, kurdî zimaneke gelekî hêsan e.

dawiya dawî hemû hevde: git here gel were kapı derî eşek ker e



20.08.2013 19:24 | simurg56

8. ez wî/wê eleştirmîş dikim.



20.08.2013 19:26 | terkexem

9. li ser wê çîrokek jî heye;



du zilamên ku ji kurdistanê çûne metropoleke tirkiyê li sekingeha otobûsÊ sekinîne, jinikeke tazî dibînin û şaşwaz dibin. ji bo ku derdor ji wan fêhm neke, yek ji wan ji yê din re dibêje:

- hela wê jinikê binêre, mîna orospiyan giyinmiş bûye

jinik tabî ji wan fêhm dike û dijûnan dike wan. *



20.08.2013 19:31 | simurg56

10. zimanê hevalên min ên yurdê ku ji bismîlê bûn e.

--" orta yapmişke kafa vurmişkim "



20.08.2013 21:18 | brusk56

11. (bnr: hema behsê nekin lo)



20.08.2013 21:39 | azadixwaz

12. (bnr: sen kul ben kêş)



20.08.2013 21:49 | simurg56

13. hela dayê ji mira patates qizartmîşkê

ez te dînlemîş dikim

pir teşekur dikim



20.08.2013 21:58 | newenda

14. adıyamanca



21.08.2013 00:37 | berxedanjiyane

15. heval dibe ku tu yönelmîşê xwe bibe..eger tu yönelmişê xwe nebe tê îş îşten geçmîş bibe..



21.08.2013 13:38 | mam selam

16. tirşika kurdî û tirkî.



21.08.2013 14:07 | aryâspa

17. tırkzaki,

eg tı mı aramiş keno ez zi tıra cevap vermiş keno.



21.08.2013 14:11 | soraxwin

18. tu ders çalişmiş bû?



28.08.2013 19:42 | firat

19. Zimanê kurdên me ye rojane ye ku he roj bi xweş tînin..

zimanê kurdan ê feys û tiwîtirê ye...



29.08.2013 14:46 | devliken kelogiri

21. ew zimanê hêsane ku her tirk û kurd dikarin biaxivin û hîn bibin. Mînaka herî baş tê zanîn "qapîyî qapatmîş bikin" e...tişta nebaş ew e ku ev kes haj vî tiştî nînin û bi rastî jî ez gelek adiz dibim çimkî bu arqadaşlar wexta qonişmîş dibin ortamê pir germîş dikin!



23.10.2013 18:01 | mem alan

22. qomşî me bû mîsafirê me

televizyon açmiş ke

zaten ez yorilmîş bûme



23.10.2013 19:51 | elomelo

23. xwedê we bîr yastixta qocamişke.



30.11.2013 11:57 | nazim tolhildan

28. ecêba xwedê ye ku berî 20 salan bûye mijara hejmara duyemîn ya kovara mîrkutê.

pêşîn hinek navên kurdan yên bi paşnavên ecên rêz kirine û li pey vê nivîsek wisa nivîsîne;

Reso TURAN

Hemze TURANOGLU

Ferho OZTURK

Hemo TURKEKUL

îso BOZKURT

Evdo CENGIZOGLU

Mîro KUTLUAY

Seydo ALPER

Hewê ÖTÖKEN

Sêvê KAGAN

Rindê HASTURK

Kewê TURKOGLU

Binevs BILGEKAGAN

Zerê ASILTURK

Bişar TURKKAN

Keskê TURKEŞ

Xatun ALPASLAN

Şemo ERTUGRUL

Qenco SOYLUTURK



ÇAWA QOYMÎŞKIRINE BILA WISA JÎ ÇIQARMÎŞ BIKIN:

Em li jor ji oxiyicîyên xwe re çend nav û soyadîyên gelek orîjînal sermîşî ber çava dikin. Helbet lîsta

ku me yazmîş kirîye û dîzmîşî jorê kiriye ji nav hezaran nav û soyadîyên weha yanlîz kesimekî

oliştirmîş dike. Hun hîç duşunmîş bûne ku degiştirmîşkirina soyadîyan qolay nîne. Helem di surecekî weha de û di qosilên îro de. Meriv dikare navên nû, qoymîsî zaroyên nûdoxmîskirî

bike. Lê, olanaxa qoymîşkirina soyadîyên nû hemen hemen hîç tuneye. Yanlîzce, perê meriv hebise, û tanidixên meriv yaxut jî torpîla meriv hebise meriv dikare bi mahkeme yolîyê dawe açmîske. Aslinde ji sahibên van soyadiyan re cîgera meriva yanmîş dibe. Feqet, çi yazix kî artix

Mîrkut bîlem nikare van zewallîleran qûrtarmîşke! Ew kes van soyadîyan çawa qoymîş kirine, bila

wisa jî çiqarmîşkin!



----------------------------------------

paşê hinek navên berevajiyê vê rewşê rêz kirine û nivîsek berevajî nivîsandine;



BÎR YANDAN KENÎYOR DiğER YANDAN HÊRSÎYOR MUSUNUZ?

Tûlay ZINAR

Tanju ÇIYA

Ayça POLA

Sevim TEMO

Okay JIRKI

Alper BERZANI

Tuncay ROHELAT

Tunç BÊRTÎ

Evren SIPAN

Deniz PILING

Tiirkan BRUSK

Kutlan XELAT

Dolunay ZERIN

Çîgdem ŞIRVAN

Gökçe ÇETO

Güngör LEPZERIN

Tuncel KURDO

Bariş MERXAS

Erol BERZENCI



Bîz fîkîrîyorûz kî sîz şîmdî bîr yandan kenîyorsûnûz diger yandan da hêrsiyorsûnûz. Lê, hêrsemenîze hîç bîr sedem yoktûr. Bîz bûrada ne Tûrk halkiyla tinaziyorûz,ne

jî Tûrk adlariyla qerfîyorûz. Bîr gerçegî bazen onûn ziddiyla daha îyî femiyor olmamiz, bîzî böyle bîr örnegî nivîsîyor olmaya tamiyor. Yan na, Türklere cebren kürt soyadlarini koymayi fîkîrmiyorûz ve onlarin ad ve soyadlarina da kenmîyoruz, ve de kenmeyecegîz. Tülay TEMO gîbî bîr îsmî xwendîyor oldûgûmûzda "Kewê ASILTURK" gîbî bîr

îsmîn sosretlîgînî daha îyî famiyor, daha îyî hînîyor, daha îyî lêvarqiliyorûz. Hêvîyorûz kî okurvanlarimiz bîzî çewt tênegihîyorlar. Aslinda burada têgihîyemeyecek bîr $ey yoktûr. Bîzî biboriniz, bûnû mecbûren tiirkçe nivîsîyorûz. MÎRKUT



22.03.2014 17:52 | simurg56

29. ji sedî pêncî kurd wilo dişitexilin.



25.12.2014 15:41 | berkeno

31. peyva rehê/îmana meriv jê diçe.



24.06.2015 22:54 | shorbevan

32. devokeke nûjen e ku di kurmanciyê di piştÎ hewldanên bişaftinê yên dewleta tirk cih girtiye û derketiye lê bi gelekî ji tirkî û zimanên dagirkeran çêtir e



07.09.2015 02:39 | dijber

33. Zimanê min e jî. Çi dikim nakim nikarim bikim kurmancî mixabin. Xilasbûna ji peyvên tirkî pir zehmet e. Hêvî dikim ku rojekê bi kurmanciya safîn bipeyivim..



07.09.2015 03:07 | mergehez

34. Devoka herî berbilav li tirkiyê. Piştî vebun û geşbuna tirşikê derbekê xwaribe jî hê jî bandora xwe dide hîs kirin.

(bnr: tirşik vs tirkmancî)



07.09.2015 20:10 | azadixwaz

35. Devoka hişê min jê diçe. Qet naxwazim bibihîzim. Xwedê hefza me jê bike.




36. Devoka herî populer a kurdên bakurî...



07.09.2015 20:52 | kurê bavê xwe

37. peyva ku îmana rîhê ceso jê diçe



07.09.2015 21:44 | shorbevan

38. tirkmancî jî be, bi qewlê ehmedê xanî ''kurmancî ye ew qeder li kar e'' li dereke wekê diyarbekir, ku li gor gotinan berê di nav filehên bajêr de jî zimanê sûkê kurmancî bûye, îro dema tu bi esnaf û dikandarekî re bi kurmancî diaxivî devê wî şeş mitra ji hev dimîne..

axirê kurmanciya yekî çiqas qels û zeîf be jî, heta di asta perwîn buldanê de be jî, lê negirin, bihêlin bila biaxive, bi axaftinê belkî kurmanciya xwe xweş bike, pêşve bibe lê neaxive, ya heyî jî wê ji bîr bike û meşrûiyeta kurmancî ya li bajêr wê nemîne..



07.09.2015 22:26 | endazer

39. Dîlekî yenî ye ku genelde kurmancên li ber asîmîlasyonê qonișmîșdikin. Ev insan genelde Kurmancî bîmîșdikin lê dîse jî bi tirkmancî qonișmîșdikin.

Ka vê videoyê îzlemîșbikin. Șarqiyê vî zimanê tevlîhevî çiqa xweș e *





05.04.2017 22:37 | gumgumok

40. Li îdirê min li sikakê ji yekî seh kiribû, "kuro boş bide em herin malê"

(bnr: boş vermek)
(bnr: boş bide)
(bnr: dest jê berde)



12.05.2017 19:31 | mîr

41. li Mûşê jî merivên niha wiha diaxivin;
-aramîşke
-qapatmîşke
-beklemîşke
-qonişmîşke...



12.05.2017 21:16 | dizek

42. Di van rojan de di medyaya civakî de zehf popûler bûye, hema bêje tevî trollên me yê kurd bi vî zimanî dinivîsînin.



20.05.2017 19:18 ~19:39 | mîr

43. (bnr: denemîşkirin)



31.10.2017 00:29 | bûtîmar

44. li zanîngeha semsûrê ciwanê welatparêz û nîjadperest nêzîkê hev rûdinin ciwanê kî semsûrê dibêjî 'kurdî konişmîş bike orispî çocixî anlamiş dike'



31.10.2017 21:44 | elîşêr

45. hevalê minê ê malê (ji qelqelî) ez îro çûm 'kutupxanê' ez matematîkê 'çalişmîş bûm' mi testê xwe 'bîtîrmîş kir' sonra çûm dersê.



31.10.2017 21:59 | elîşêr

46. Xama-gendeyên me ku wekî min: ) êdî nikarin kurdî biaxivin. Ji neaxaftinê çê ye. Berî niha ez jî hişk bûm li ser vê mijarê. Lê belê vêga nîn im. Nivikî tirkî jî bibê hema destek bidin bere biştaxilin.
Freedom for '-miş kir'. Ya rebî sena çox şikir.



01.11.2017 00:41 ~00:44 | rûbar

47. (bnr: hêcka) yekî xelqê Mûşê,
di trt6 ê de,
ji bo Operasyonên Efrînê got
gönüllî olarak ezê herme sevaşê
(ez ê bi rızaya dilê xwe herim şer).

belkî ev tirkmanciya we bibe kul û di qirika we da bibe êşa xeneqûtkê



03.02.2018 14:36 | bûtîmar

48. (bnr: erebmancî)



07.06.2020 00:05 | mîr

49. (bnr: tirkmançîya te anlamîş nakim tirkî konuşmîş bikin)

Ez bigrim an bikenim?wela ez ê wilo dibinim qehra dibeecim.



06.01.2021 23:11 ~23:12 | dilreş

50. Kesên ku di bandora zimanê tirkî de ma ne. Bi taybetî Kurdên bakûr xuya dikin lê gelek netew bi vî awayî bişaftî kirin. Taybetmendiya tirkmancî peyvên xwerû bi mentiqa tirkî fikirîn û axivîn e Mînak-1ezerî qewmeke arî ne lê zimanê xwe wenda kirin. Mînak-2 tirkmen bi eslê xwe ereb in lê ew jî bişavtî tirkî bûn.



07.01.2021 00:29 ~00:29 | rodem

51. (bnr: kapıyı açmışke)
(bnr: derîyi vekirir misin?)



19.05.2021 00:36 | heval.js

52. rastiya me ya îro ye.
xelk reşik dane vê peyama reben (tirkmancî/133818) lê tiştekî wiha heye.* biraziya min a 4 salî ji ber televîzyonan û hevala xwe ya tirk wiha dipeyive û em her carî ji kenan zikopişto dibin. îja kekê wê ya 8 salî jî di heman şertan de mezin dibe. zarok tv û trt çocuk du qanalên wî yên favorî bûn. tê bîra min bê pepe nedisekinî, stranên pepeyî ji ezbera xwe digot. lê niha ji min sed qat nativetir bi kurdî dipeyive û bi ser de hinin zazakî jî dizane ku carinan em pêşbaziya rêzkirina peyvên kurdî dilîzîn zora min dibe bi peyvên zazakî û qejmerê apê xwe henekên xwe bi min dike.* wehasil mirov têr nabe wî guhdar bike. lê ev keçik çima wiha bû em fêm nakin lê asîmîlasyon bi hemû leza xwe dewam dike.

- apo, ez bixwisem sen de bixu. :(



19.05.2021 13:24 ~13:27 | biruya hayao miyazaki

53. çiqasî kêfa mirov pê neyê jî ji tenê tirkî çêtir e. bi vî şiklî mirov piştre dikare zimanê xwe biedilêne û vegere kurmancî belê ji tirkî vegera kurmancî gelek zor e.



19.05.2021 13:35 | hueyn

54. ne hew bikaranîna peyvên turkî ye lê bikaranîna vaca turkiyê ye jî. ji devla em peyvên fizûlî darêjin divê pêşî em zimanê xwe ji biwêjên vacturkî pak biken. çend mînak û awayên rast:
• lê gerîn - telefon kirin: lê gerîn tenê li bakurî bi kar tê parçeyên din dibêjin telefon kirin. mixabin me ev bikaranîne ji turkiyê wergirtiye.
• xwedî derketin - xwe lê xwedî kirin: ji vê ne piştrast im reng e xwedî derketin jî dirust be.
• xwe hest kirin - hest kirin: bo nimûne dibêjin xwe baş hest dikim, eve rasterast ji turkiyê werger e. pê navêt tu xwe hest bikî tenê hest bike bes e.
• derketin - hilkişîn: bi wateya "bi derenceyê berev jor çûn"ê, hin kes dibêjin "ez ê derkevim jor", awayê rast wa ye: "ez ê hilkişim jor")
• girtin, hatin girtin, vekirin, vebûn - vemirandin, vemirîn, vêxistin, vêketin: ji bo tiştên elektronîk yên rastê dirusttir in û bi hişê kurmanciyê ne.
• qisûrê nerîn - lê borîn, bexşandin

niha ewqas hatin hişê min eger wun jî bizanin ji kerema xwe binivîsin da em jî sûdê jê wergirin.



05.09.2021 00:48 | keyomerd

55. Sûret/wêne kişandin-----> Sûret/wêne girtin( ji bo vîdyo û her cûre dîmenan derbasdar e)
Derketina jor(?)-----> banîketin( wek:li derenca banîketin)
Vekirin,girtin----------> pêxistin,vemirandin(ji bo şixûlandina alavên li ser cêyranê )
Li cêyranê siwarkirin-------> ji bo amûrên bi rêya kabloyê rasterast digihê cêyrana malê (soba hemamê siwarî cêyranê bikin ger siwarkirî be pêxin.)
Xweşa yekî hatin--------> kêfa yekî hatin
Cîhê tiştekî gûhertin------> vegûhastin
Ji bo sazkirina amûrên giran ku divê ji cîhê xwe neleqin-----> Li derverkê xistin ( bila filankeso maşîna parzînka avê ji me re lêxe)



05.09.2021 10:09 ~10:12 | pîroz

56. bi xêra xwe, min beğenmîş û paylaşmîş bikin û min destek olmîş ji bîr nekin..

(bnr: mişmişên min helal in)



13 roj berê 14:23 | keloş

57. Ew ziman e ku kesên tirkmanc diaixivin.



13 roj berê 16:01 | bayê xerbî

60. A bi rastî ez jî car caran dibim tirkmanc. Lê divê ew rewş nebe sedem ji bo ku bi min re tinaz werin kirin. Jixwe kurd her ku diçe ji xwe û zimanê xwe dûrdikevin em jî nebin piştgirê wê şaşîtìyê. Qene bi kurdî diaxivin li hember wê trenda ku gel ber bi tirkî ve diçe. Helbet ew jî rastiyeke me ye ku em qebûl bikin; "her kurd divê zimanê xwe zelaltir û baştir bike"



13 roj berê 19:34 ~19:35 | çaya germ

61. Gundên herêma me piranî kurdên koçer ên ji eşîra şikak (şavaq) in. Ji wan gundan gundê cîranê me yê bi navê Noranîk di salên 90î de yekem car dest bi bikaranîna tirkî kir. Vê çaxê gava şivanên vî gundî bi tirkî dipeyivîn, fikirîn ku tiştek bûne. Efû kin qûna wan mezîn dibû.
Lê ji ber ku zimanê wan yê tirkî ne besa wan dikir, bi taybetî ji bo jiyana koçeriyê peyvên kurmancî jî pir tewlê dikirin. Bi vî rengî hevokên pêkenok dikirin;

Hela git şu koyunları sera berjêr et gel.



11 roj berê 13:18 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
sonne [1]
bi kurdî: roj û strana metalî ya koma rammsteinê ye. jixwe şê...
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1]
Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav û şanda pê re çûne Amedê û serdana Rêxis...
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1]
divê meriv gû û rêxa çend kesan neke giştî û gelemperî. başûr qaşo ser...
se7en [3]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Nilufer Akbal- Dilo Yeman, Koçgirî

...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirkmancî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî