Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
egerin.com - tirşik
egerin.com
(10) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. Hevalno!!! egerin.com derketine. ew Kurdî ye. Her bijî Kurdî
Edît:
Min hesaba xwe di 2013an de vekiriye û di vê demê de qet kurdî nizanibûm lê belê ez rastî tirşik.net hatim û min xwest ku ez jî tiştekî binivîsim lê ji ber ku qet format nizanibûm min wisa nivîsîbû (bnr: cringe), piştî 3 peyaman min got divê ez hînî kurdî baş bibim ku li vir binivîsim. Loma min dev ji tirşikê berdabû û min hemû peyamên xwe ji bîr kiribû. Îro ez rastî wan hatime û wek kalekî bi alzeimer, serboriya min hêdî hêdî tê bîra min lê nizanim min çi kir û nekir



29.12.2013 03:09 ~2020.03.20 05:37 | serfiraz hêvî

2. dive malperên kurdÎ di lÊgerinan de tÊxin peşwe.

ya din dizayna xwe xweş e ji ber ku sade ye.



29.12.2013 07:17 | cinorek

3. motora lêgerînê ya kurdî nizanim ya yekem e an berî wê jî hin hatine vekirin?

motoreke ew qas kurdî ya ku dema mirov tê de li peyva tirşikê digere tirsik.net di rûpela pêşîn de tenê di rêza sêyem de derdikeve lê di googlea biyanî de dema mirov li tirşikê digere di di rûpela pêşîn û di rêza yekê û ya didoyê de derdikeve.. ji xwe ez qet behsa encamên li ser gera endazerê nakim..

pirseke pragmatîst e belkî lê heta ku jê çêtir heye çima ez egerinê bikar bînim??



29.12.2013 08:11 | endazer

4. (bnr: motora lêgerînê)



29.12.2013 08:13 | endazer

5. min jÎ mina endazer kurdiyatÎya wÊ ceribandibÛm. peyva min 'kurdÎ' bÛ. lê wÊ hema hema di hemÛ rezan de legerinÊn ingilizÎ peşniyara min kir. kurdish language, kurdish dance, kurdish information center...



29.12.2013 08:35 | cinorek

6. malpera ku kopyaya yahoo'ya engilîzî ye. heman peyvê li yahoo'ya engilÎzî bigerîn dê heman encamê derxe pêşberî we. ev nexweşî ji tirkan gihîştiye me. projeyên kopya bi reklamên welatpareziyê bi me didin nasîn.



29.12.2013 08:54 | oxir

7. mahooooo

(bnr: yahoo'ya kurdan)



29.12.2013 09:34 | cinorek

8. malpera ku ji xwe re armancek beredayî, bijartiye.

îhtîmalek mezin -weke li jor jî hatiya gotin- li ser bingeha yahooyê hatiya avakirin û eslê xwe de malper tenê ji bo yahooyê navrûyek kurdî ye. ji ber vê yekê jî dema mirov lêgerînê bike zêdetir encamên îngîlîzî derdikevin.

dîsa jî destên yê çêkirî sax bin lê ji bo wan pêşniyareke min heye.

şûna ku xwe bikin raqîbê google, yahoo, yandex û bingê; bila motoreke lêgerînê çêkin ku tenê malperên kurdî sken dike. jixwe hejmara malperên kurdî ne zêde ne. ger wisa bikin, dema em li materyalên kurdî bigerin, şûna googleê em ê bêguman malpera wan bi kar bînin. her wiha dikarin bixwazin ku bikarhêner jî ji wan re lînkên malperên kurdî bişînin û bi saya vê yekê wê bikarin xwe bigihînin hemû malperên kurdî.

vêga dema mirov li ser googleê lêgerîna kurdî dike, mixabin google tîpên kurdî diguherîne û lêgerînê wisa dike û ji ber vê yekê jî şûna encamên kurdî, encamên bi zimanên din derdikeve pêşberî mirov.

ger ev malper an jî malpereke din vê fikra min bi cî bîne, ez ji dil bawer dikim ku wê him xizmeteke baş bidin gel û zimanê kurdî wê him jî zerarê nekin.

belkî bala tirşikvanê me oxir bikşîne, ha?



29.12.2013 16:24 | simurg56

9. silav,

egerin ne kopya kesiye, cima yahoo dikeve bira we nizanim, yahoo ji lêgerkê pêstir web portale..



ku hun bash li nav egerin de bigerin hunê bibinin ku egerin ne tenê lêgerke, hin tistê din ji hene, wek ferheng, blog vekirin. hun ji zanin malperên kurdi zaf tinin u li kurdistanê blog u malper vekirin ne rehete. besa nuce ji tê nû kirin. em nuceyên ajansên kurdi tev didin hev û di yek rupeleki de pêshkesh dikin. hunê bi xwe ji dikaribin malperên li gori dilê xwe lê zêde bikin. applikation ji android re ji ji bo nuceyên tê. em besha videoyan ji digorinin û dikin portal, videoyên youtube u vanên din tê ji heftiye were pêve dikaribi li ser egerin binêri, ne hewceye heri youtube u vanênin din. we videoyên kurdi li pês bin..





li ser lêgerkê - me lêgerkê vêga internasyonel daniye ji ber ku malperên kurdi ne tenê li kurdistanê hene li derên din ji zaf in. Lê motora me vêga malper u gotinên ku tên gerandin index dike ji bo hin cêtir dikaribe malperên kurdi bixe pêsh..ji vire bicek tahmula we pêwiste *)



Tê demek nêz de dikaribi hilbijêri yan dixwazi di internetê tev de bigeri an ji tenê malperên kurdi...vizyona heri Mezin ewe ku emê dikaribin malperên inglizi u yên din bikaribin wergerinin kurdi, li ser internetê informasyonên heri bash bi inglizi ne, bira kurd dikaribin ji internetê tev feyde bistininin û pêskevin. Me gava pêshi avêt û ferheng derxist..



Di nezik de ji emê kataloga linkên kurdi vekin û wê yên ku malperên wan hebin dikaribin bishinin wir.



Li Egerin wisa bicuk nerênin - nûye û wê hertim pêsh bikeve, binêrin ketiye listeya lêgerkên cihanê http://en.wikipedia.org/wiki/List_of_search_engines



Em bi ti kesi ve ne girêdayine û serbixwene...



Ez spas dikim ji fikrên we re ji me re pêwistin...ez hêvi dikim hun egerin bixebitinin û Bela bikin..ciqas hun bê xebitandin hewqas wê pêsh bikeve..



26.01.2014 02:18 | mewka

10. rupela malperê ya nuçeyan de nuçeyên ji rudaw, basnews, peyamnêr, firatnews, dengê amerika derdikevin. lê nizanim çima nuçeyên ji firatnewsê pir bi kurtî cih digirin, dibe ku teknîkî be. ji bo şopandina başur jî kêrhatî ye û gelek nuçe jê tên lê ji bo bakur kêm in, ji min nuçeyek ji rojhilat nedît.



17.07.2014 00:58 | azadixwaz

11. bi rastî jî ne wekî berê ye xwe gellek bi pêş xistiye, êdî nivîsên kurdî di lêgerînê de di serî de derdikevin. malper êdî gihîştiye asta jêsudwergirtinê.



13.09.2014 11:55 | ceso

12. xeberan çêdike. bernameyê ji bo telefonên jîran jî heye. hûn dikarin ji ''google play'' re bikeşin.



13.09.2014 16:59 | endazyar

13. malpera ku gelekî pêşveçûye. min berê lê meyzandibû hingê bereday bû bi kêrî ti tiştî nedihat. lê belê îro min hinekî çavê xwe lê gerand bi qasê ku min dîtî gelekî xweş bûye. bi taybetî jî beşa nûçeyan pir baş e lê belê hîn jî çavkanî gelekî kêm in. berê projeyeke min hebû bi heman awayê lê belê camêran berî ku min çêkirî projeya min bicî anîne bila dest û milê wan sax be..



13.09.2014 19:17 | oxir

14. (bnr: bi xwedê hatibû bîra min)



13.09.2014 20:13 | brusk56

15. malpera ku li gorî tezmîna min, ew mînakên ku di encamên lêgerîna ferhenga îngîlîzî-kurdî de didin, wergera zimanê sîstema malperê bixwe ye. yanî pela wergera sîstema xwe, ji bo lêgerînê jî vekirine.

weke mînak ger hûn "Size is too big. Set maximum size value" binivîsin û bigerin encama "Pir mezine. mezinahiya herî zêde bikar bîne" derdikeve.



weke din, malper geleke baştir bûye. bi vê awayê, dikare bi ser bikeve.



14.09.2014 03:50 | simurg56

16. keyepelê kurdî yo. xeberan, videoyan, wêneyan yeno weşandene. xususîyetê muhîmekê ''keyepelê gêrayîş'' o. yanî sey google,yandex o. qas destê ma ra yeno no sîte bişuxulin.(Bibikarin).



taybetîyo ke ez ecîbenda, hetê rastî de tv-radio-hunermend estê. ez wextê şew radio xo akena, çaye xo şimena, cixara xo kuf kuf kena, û goşdarîyên dengbejan kena.



14.09.2014 18:23 | endazyar

17. ferhenga xwe ya google translate'warî, lê bingehîn, înşela ê baştir bibe û bo hemû zimanan bê çêkirin. carcaran çêkirina translate'eke dikeve aqlê min, lê paşê zehmetiya wê tê pêş çavên min û jê vedigerim.



14.09.2014 23:07 | fethî ronî

18. malpera ku derbarê wê de evqas peyam hatine nivîsandin lê lînk nehatiye dayin ecêb.

http://www.egerin.com



14.09.2014 23:21 | bayesar

19. motora lêgerînê ku hema bêje mirov bi kurdî çi binivîse û lê bigere, tirşik weke encama yekemîn derdikeve. welleh min pir jê hez kir *



27.10.2014 20:59 | simurg56

20. niha ez ketimede bi rasti devemin ji kefa çapikke vebu.hemu bi kurdiye lawo.



28.10.2014 00:04 | hûteheftserî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» egerin.com

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî