Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
the big bang theory - tirşik
the big bang theory
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. rêzefîlmeke komîk e. fîlmê de du karakterên sereke leonard hofstadter û sheldon cooper fîzîkzanên gelekî jêhatî ne û gelekî zîrek in. lê mixabin jiyana sosyal de ev rewş berevajî ye. piştî ku keçikek xweşik ku tekane xeyala wê bûna lîstkvanek navdar e, tê û dibe cîranê wan(penny); ev kêmasiya wan êdî bêtir xwe dide der. helbet weke piraniya fîlmên amerîkî, vê rêzefîlmê de jî cihûyek heye: howard wolowitz ji xeynî wan karakterê hindû rajesh koothrappali jî bi devoka xwe ya îngîlîzî, gelekî sempatîk û komîk e.



weke rêzfîlmên din yên komîk yên îngîlîstan-amerîkayê, beşên the big bang theoryê jî bi qas 20-25 deqe ne. loma mirov jê têr nabe.



min bi qasê 3-4 sezon li vê rêzefîlmê temaşe kiriye, nizanim niha qediyaye an na. lê dema min temaşe dikir, gelekî xweş bû. wê demê em xwendekarê zankoyê bûn û serdemên azmûnan de, dema me navber dida şixula dersê, me beşek ji vê an jî ji how i met your mother temaşe dikir û tiştên ku me ji dersê fêm kiribû jî, ji serê xwe yekcar diavêt.



29.12.2013 15:53 | simurg56

2. the big bang theory



11.09.2015 14:36 | ded hesen

3. Sernavê min şaş nivîsiye lew derneket û min peyama xwe jê bir.

Lêborîn



11.09.2015 15:30 | dijber

4. teorîya teqînîya mezin

teqînîya dibe ku pkk kiribe.

li gorî zanyara û hişmenda dibêjin dinya û hemû kaînat di dû vê teqîna bibandorve avabûye. lê belê ev jî teorîkîye kes nizane faîlê teqînîya kaînatê kîye û hebûna wê çewa bûye ?kî diçe tê teorîkî derdixe û yekî pûç dike. werhasil pirsgirêka çêbûna kaînatê wekî pirsgirêka kurdîye hê jî çareser nebûye. ez dibêjim hemû kaînata ezelî û bêdawî paşê çênebûye jixwe ji berêde hebûye û ewê hetanî hetê hebe dibe bi teqînîyan guherîbe. lê dema berîya teqîn bibe çi hebû teqiya? gubre, tup,mayin, barûd, têlefon, qablo, ? helbet tiştekî hebûye ku teqîyaye ji tînebûnê tişt çênabe/avanabe. tiştên ku hene tên guhertin û tiştek din çêdibe ev wisa hatîye wisa didome diçe.



11.09.2015 22:45 | shorbevan

5. rêzefîlmeke gelekî serkeftîye. 8 sal berê(2007) hatiye çêkirin û vaye bûye çend sal ez lê temaşe dikim lê hînêj jê aciz nebûme. li gorî min ev rêzefîlm herdem wekî niha xweş dimîne.



23.11.2015 04:57 ~2016.04.21 02:00 | sloujouc

6. rêzefilma bi rastî gelekî serkeftî. ji xwe ji imdbê 8,5 standiye û ev puaneke pir baş e. herî dawî episode 9 beşa 9 hatiye weşandin û didome. ez zêde pê nakevim lê kengê li derekê rastê bêm nikarim jê biborim û guhdarî dikim.



23.11.2015 07:43 | azadixwaz

7. ji bo mirov karibe ji rastiyê bireve, ev rêzefîlm dibe hêlînek.



02.12.2015 22:37 ~2019.12.01 18:43 | biruya hayao miyazaki

8. bnr. "I am not insane my mother had me tested", " O gravity. Thou art a heartless bitch", "That's my spot".



16.08.2016 17:47 | elielilamalama

9. Fêhleke min ya xirab,belku min hemî epîsodên vê rêzefîlmê ,wekî muptelayekê deh cara temaşe kiribît.Karakter û diyalog gelek serkeftîne.Sheldon Cooper îdolê min e. Hevalên min yên malê bo ku min hêrs bikin navê min kiribûn Sheldon. Ma ez hind weswesok im? Ne willah,heram bît.



16.08.2016 17:49 | elielilamalama

10. jim parsons/96272



23.12.2016 23:06 | simurg56

11. piştî rêzefîlma lost, ez ê dîsa temaşa wê rêzefîlmê bikim. yek ji rêzefîlma herî xweş a derheqê nerdan de ye. ya din jî stranger things e.


*rastnivîs



27.06.2019 13:26 ~16:28 | xelîl

12. Rêzefîlma ku di sezona 12 an de gulana çûnî fînala xwe kir. Gelekî bêriyê dikim.



01.12.2019 13:54 | biaqila malê

13. min 8 an jî 9 sezonên vê rêzefîlmê temaşe kir. pir serkeftî ye. sheldon cooper lehengê min bû. kengî pîza bixwim an jî hobbit temaşe bikim, wasî sanîye be jî miheqaq tê hişê min.



01.12.2019 18:48 | biruya hayao miyazaki

14. Min jî heta sezona 7 a temaşe kir lê paşî her çendî rêzefîlm be jî senarîst di hinek karekteran de serguzeşta wan li derî rastîyê nivîsî bu yanî min digot ewqa jî nabe mirovek, jinek nikare van tiştan bijî û hinek jê sar bum. Dûre bum êsîrê tatêla xwe û min ji sezona dawî hinek dîmenan temaşe kir vêca hewesa min şikest. Lê dîsa jî mirov dikare hema rasgele temaşe bike gelek esprîyên wî hene ku ne têkildarê beşên berê ne ev jî dike ku mirov ji kîjan beşê dixwaze dikare ji wir destpê bike.



01.12.2019 21:55 | azad30

15. rêzefilma ku ez tu caran lê germ nebûm.



02.12.2019 20:27 | brusk56

16. rêzefilmek komîk û jîrekane. jixwe komedîya serkeftî bi mejîyek jîr pêkane. bi teşeyê xwe dikeve refa situation comedy ku mereq dikim mirov dê vê têgihê çawan wergerîne kurdî. komedîya rewşê nakeve ser ziman.



22.02.2020 16:23 | hespêsor

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» the boys
» big bang
» bang bang

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî