Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
hunermend - tirşik
hunermend
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Heta hunermendên li ser navê hunera Kurdî hunerê dikin fêrî Kurdî nebin, hunera wan serê wan bixwe



24.06.2013 01:11 | xewn

2. ji bo her kesekê bi şaxek ji şaxên hunerê yên wekê mûzîk û şano û sînema û wêne û peyker û nizanim çi û ne çi ve mijûl e tê gotin.. bi piranî di warê mûzîkê de eger canik û camêrek nejêhatî be dibêjin filankes stranbêj e ne hunermend.. ji ber ku heçî hunermend in afirîner in di cihê xwe de nasekinin çavê wan her û her li pêş û lûtkeyên bilind in lê stranbêj tenê stranên ku zimanên wan lê digere bi çend meqamên klasîk distire û serê xwe bi tiştekî din ve naêşîne.. di nav kurdan de ev pîşe nû nû bi pêş dikeve heta niha tişta ku me kurdan ji huner û sin'etê fêm dikir tenê karên destan yên wekê terzîtî, berberî, cûnkerî, hedadî, zêringerî û nizanim çi û ne çi bûn.. lê êdî kêm zêde di her warekê hunerên modern de kurd jî ya ku ji destê wan tê texsîr nakin û hewl didin ku par û behra xwe ji vê pasteya gerdûnî hilînin..



24.06.2013 12:28 | endazer

3. Muzîka kurdî gon dixwe, avis dibe, lê mixabin berî ku bizê, ber davê. Em rebenên Xwedê jî, bi stranên stranqeşmerokan bi xwe xweş tînin



24.06.2013 23:30 | xewn

4. peyva ku êdî gelemperî li şûna peyva stranbêj tê bikaranîn. ji bo hunermendên rastîn, rasterats navê karê wan tê gotin: nivîskar, hunermend, wênesaz û hwd.



25.02.2014 22:11 | simurg56

5. niha çêlî mêlî derketina dibe em hunermend in heke rast heke derû! go rast be xaltika min î şewqo jî hunermend e.



06.03.2014 13:14 | mamostanısebin

dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» hunermend

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî